Gerîlayên HPG'ê li dijî Xeta Petrolê ya Botaşê çalakiya sabotajê kirin

HPG'ê ragihand ku di 28'ê Cotmehê de li dijî Lûleya Petrolê ya Botaşê ya ji herêma Bagokê ya Mêrdînê derbas dibû, çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk li navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyonê kir, operasyon bi rengê bêencam bi dawî bû.

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Hêzên me 28'ê Cotmehê saet di 13:00 de li hemberî Lûleya Petrolê ya Botaşê ya ji herêma Bagokê ya Mêrdînê derbas dibû çalakiyeke serketî ya sabotajê li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de lûleya petrolê bi temamî hate îmhakirin.

OPERASYON BÊENCAM BI DAWÎ BÛ

Dewleta Tirk a dagirker 14'ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li gundên Gizê, Zaîte, Tuxubê, Gûzereşê, Sirta Helwesîsê û Sirta Pîrê û li Girê Şehîd Egîd dest bi operasyonê kir, operasyon 24'ê Cotmehê bêencam bi dawî bû.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN LI SER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ye:

- 24'ê Cotmehê saet di 18:00 de li qada Bergarê ya herêma Garê balafiran bombe li gundê Yekmalê barandin.

-24'ê Cotmehê saet di 18:30'î de li qada Kolitê ya herêma Xakurkê dema ku gelê me yê sivîl karê xwe yê rojane dikir bûn hedefa bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker. Piştre jî bi obus û hawanan heman qad hate bombekirin. Di encama bombardûmên de ji gelê me yê sivîl tiştek bi kesî nehat, lê belê wesayitên wan îmha bûn, xisara madî li wan bû.

-25'ê Cotmehê saet 04.30'an li qada Meyrokê ya herêma Garê gundê Çemrobotkî hate bombekirin.

-26'ê Cotmehê saet 12.50'an li herêma Zapê qada Herfa T bi balafiran hate bombekirin.

-26'ê Cotmehê saet 13.00'an li herêma Zapê qada Çemço bi balafiran hate bombekirin.

-27'ê Cotmehê saet 05.30'an li herêma Garê qada Siyanê derdorê gundê Kanî Ohran bi balafiran hate bombekirin.

-28'ê Cotmehê saet 16.30'an li qada Meyrokê ya herêma Garê dehma Stêvra Jêr a li Kantiya Kontra bi balafirên şer hate bombekirin.

-28'ê Cotmehê saet 18.40'an qada Çemço a herêma Zapê eynî rojê qada Sîda ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di van êrîşan de ti ziyan nehatiye ser hêzên me."