Gerîlayên HPG'ê bi 'hawanê' peyam dan artêşa Tirk

Gerîlayên di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de pêşî li dagirkeriya hêzên Tirk digirin û bi çalakiyan hewl didin dagirkeran ji herêmê derxînin. Gerîla dibêjin, "Li her devera ku dilopa baranê lê ket wê topa hawanê jî lê bikeve."

Gerîlayên HPG'ê bal kişandin ser girîngiya çekên giran ên di Pêngava Cenga Heftanînê de û bi taybetî işaret bi rola topên hawanê kirin.

Dewleta Tirk ku qîma xwe bi operasyonên tinekirinê yên li Bakurê Kurdistanê nîne, li Başûrê Kurdistanê jî êrişên dagirkeriyê didomîne. Di vê çarçoveyê de bi rengekî bênavber êrişên hewayî dike. Artêşa Tirk ku li hin qadên dagirkirî asê maye, li pêşberî berxwedan û çalakiyên gerîla nikare bi pêş ve biçe.

Gerîlayê HPG'ê Ferman Memyan jî yek ji wan gerîlayan e ku di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de wezîfeyê dike. Memyan bal kişand ser girîngiya rola çekên giran di pêngavê de û got, "Çalakiyên bi hawanan tên kirin tirsê dixe dilê dijmin. Ji ber ku tedbîreke ku li hemberî hawanan bigirin nîne."

Gerîla Memyan anî ziman ku wê girên hêzên Tirk li ser in ji wan re nehêlin û got, "Di çalakiyên me de yên bi hawanan, xwe li kozikan vedişêrin. Xwe li pişt giran vedişêrin. Psîkolojiya wan xera bûye."

Yek ji gerîlayên Pêngava Cenga Heftanînê Baxtiyar Cizîrî ye. Cizîrî diyar kir ku ew tola şehîdan hiltînin û wê hêzên dagirker ên dijminê Kurdan ji herêmê biavêjin. Cizîrî ragihand ku surprîza wan ji bo artêşa Tirk heye û bi vê gotinê bal kişand ser girîngiya hawanên 80'î û 120'î, "Li dijî hawanê hukmê teknîkê nîne, nikarin tedbîrê werbigirin. Li her devera ku dilopa baranê lê ket wê hawan jî lê bikeve."