Gerîlayên Botanê: Em ê li qada Botanê dagirkeriyê têk bibin

Gerîlayên Botan yên li dijî dagirkeriyê li herêma Botanê berxwedanek mezin dikin gotin: “Em parêzvanên xeta Apogerî ne, em ê li Botanê dagirkeriyê têk bibin.”

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li qada Botanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaniyeke bê hempa raber dikin. Gerîlayan têkildarî şer û berxwedaniya li qada Botanê nêrînên xwe anîn ziman.

‘GERÎLA ŞERÊ ÎRADEYÊ DIMEŞÎNE’

Gerîlaya YJA-Starê Nuda Arîn wiha qala êrîşên dagirkeriyê û berxwedaniya li qadê kir; “Azadî bêberdel nabe têkoşîn jî bêzehmetî nabe. Em hêzên gerîla şerê îradeyê dimeşînin. Êrîşên dijmin tenê şerê teknîkê ye ev jî nîşan dide ku hêza artêşa Tirk tine ye. Hêza rast ew e ku di şerê singe sing de gihîştina serketinê ye. Dijmin bi rêya şerê taybet hewl dide wekî ku hêzên gerîla li Botanê tine bûye nîşan bide. Lê em gerîlayên Botanê dibînin ku dijmin ti operasyonekî de serneketiye ango çawa paşve bizivire jî nizanin. Bi tirs in, bê îrade ne. Ev jî diyar dike ku dijminê me dema xwe ya herî lewaz de ye.”

Gerîla Arîn qala operasyonên artêşa Tirk yên bi navê ‘Kiran’ jî kir û ev tişt got; “Operasyonekî bi navê ‘Kıran’ dane destpêkirin hewl didin ku di nava gel de jî tirs ava bikin, hêzê gerîla jî pêre bişkînin. Lê dema em rastî temaşe bikin hêzekî li hember gerîla şer dike tine ye. Bi têgehên wiha hewl didin ku xwe bihêz nîşan bidin lê belê ev jî raber dike ku artêşa Tirk di naveroka xwe de çiqasî vala û lewaz e. Tenê temenê desthilatdariya xwe dirêj dikin. Ev lewazî bihêle ku dijminê me li hember hêza gerîla û gelê me têk biçe. Têkoşîna me çiqasî bilind be û li çiyayên Kurdistanê asta berxwedanê bê bilind kirin wê demê serkeftinên mayînde bê ava kirin. Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mava û Şehîd Rizgar Gever ya li Botanê me destpêkirî bi taktîk û şêwazên nû bigihîje serketinê. Bi qasî zehmetî heye ji wê zêdetir jî xweşiyên jiyana me hene. Terz û taktîkên nû ji aliyê gerîla ve tên xiluqandin û bi baweriya têkoşîna azadiyê ve zehmetiyên heyî ji holê radike. Zehmetiyên heyî bi ked û hewldanên mezin ve serkeftinên mezin dafirîne.”

‘LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ RUHÊ EGÎD, KEMAL Û XEYRÎNAN GELÊ KURD BER BI SERKETINÊ VE DIBE’

Gerîlayê HPG’ê Sabir Sîpan bi baweriyek mezin dibêje; ‘Heke gerîla li Botanê tine bûye wê çaxê ewqasî operasyon ji bo çiye?’ Gerîla Sabir di dewama axaftinê xwe de balê dikşîne li ser ruhê berxwedana gerîlayan û dibêje; “Dijmin wiha propaganda dike û dibêje ‘me gerîla xilas kiriye’ lê ev gotinên nerast ya berya 35 sal in û heta niha jî dewam dikin. Şerê taybet li ser gelê Kurd dimeşînin. Lê di rastiyê de şer li ser xwe dimeşînin lewra ew bi xwe ji derewên xwe bawer dikin lê belê gelê me ti carî ji gotinên nerast bawer nakin. Bila dijmin baş bizanibe, heya ku ciwanek Kurd li serê van çiyayan ango li Kurdistanê hebe ti carî gerîla tine nabe. Bi taybetî di vê pêvajoyê de dijmin bi rêya çapemeniyê ya ku navenda şerê taybete dibêjin ‘me li Botanê hêza gerîla tine kiriye, xilas bûne’ lê heke gerîla tine bûye wê demê ev bi dehan operasyonên ku tên lidarxistin hemberî kîjan hêzê pêşdixin. Gelek yekîneyên veşartî ên wek kontra jî derdikevin araziyê da ku derbe li gerîla bidin lê berovajiya vê em derbe lê didin û di encama çalakiyan de çek jî radikin. Dijmin bi xwe jî dizane gerîla tine nabe. Ewqasî teknîkên xwe bikar tînin lê belê em rojane xebatên xwe didomînin û em li Botanê ne. Ruhê heval Egîd, Kemal, Xeyrî ti carî xilas nabe. Gelê Kurd bi felsefeya Rêber Apo heta roja îro hatiye ji ber vê yekê ti carî bi şerê taybet jî bandor nake. Ev nîşan dide ku dijmin ber bi tinebûnê ve diçe.”

‘DESTHILATDARIYA AKP’Ê BER BI TINEBÛNÊ VE DIÇE’

Yek ji gerîlayên Botanê Şerge Caf got; “Heke destdirêjî li ser xakên Kurdistanê hebe helbet gerîla bê bersiv namîne. Desthiladariya AKP’ê ber bi tine bûnê ve diçe. Zilm û zordariyekî mezin li ser gelê Kurd dimeşînin bi ti awayî hebûn, çand û nasnameya gelê Kurd qabul nakin ji ber vê yekê êrîşên herî dijwar pêş dixin. Ji ber vê yekê hewl didin ku îradeya gelê Kurd, hêza parastina gelê Kurd ango gerîlayên azadiyê tine bikin. Ji ber vê yekê her roj bi navê operasyona Kiran, Pençe û hwd. dimeşînin lê ew, sed operasyon bimeşînin jî nikarin hêza gerîla tine bikin. Ji sala 1984 an heta niha li Botanê gerîlayên azadiyê xebatên xwe dimeşînin û serkeftinên mezin jî dafirînin. Li her derê Kurdistanê jî hebûna gerîla serkeftinên nû dafirîne. Çalakiyên bi bandor pêş dixin. Botan her tim qadekî şer bû û dijwariya şer asta herî jor de bû lê belê dijmin ti carî nedikarî hêza gerîlayên Kurdistanê lewaz bike. Gerîla her heye û her roj tevlîbûn heye. Gerîlayên azadiyê bi afrînerî, xuliqdarî û şêwazên encamgir ve teknîkên dijmin vala derdixe. Hewl didin ku gel û gerîla ji hevdu qut bikin lê faşîzma Tirk ti carî nikare bigihîje encamê lewra gerîlayên azadiyê bi îradeyek mezin ji bona azadiya gelê Kurd têdikoşin.”

Gerîlayê HPG’ê Şerge Caf bi domdarî got, gerîlayên Botanê bi îradeyek mezin bi erka xwe radibin û wiha domand; “Leşkerên Tirk ji ber tirs û xofa xwe nikarin li qadên ku gerîla heyî de xwe bi cih bikin ji ber vê tenê bi şerê taybet hewl didin ku xwe bihêz nîşan bidin. Bila her kes baş bizanibe, li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk gerîlayên azadiyê ti carî bêbersiv namînin û dîrok rastiya vê yekê piştrast dike. Çalakiyên deriyê Beroj, Tepe sêvê, girê Misto, Gundikê Melê û gelek cîhên ku leşkerên Tirk bi tirsekî mezin lê bicîh bûbûn, heval bi çalakiyên xuliqdar serketin, di encam de çekên artêşa Tirk jî rakirin. Heke destdirêjî li ser xakên Kurdistanê hebe gerîla ti carî bêbersiv namînin. Rêber Apo hewl dide ku çareseriyek mayînde ji bo gelên herêmê bafirîne lê faşîzma Tirk li hember vê yekê bi tecrîdekî girankirî ve bersiv dide. Dibêjin; ‘yek al, yek ziman û yek çand’ Ji ber vê rêya yekane berxwedan e. Cîhê ku herî zêde leşkerên Tirk jixwebawerin wê derê gerîla çalakiyên serkeftî pêş dixin. Em fedayî yên gelê xwe ne, ji bo serkeftinê em bi ramanên Serokatî li serê çiyayên Kurdistanê şerê hebûnê dimeşînin.”

‘EM Ê BI RUHÊ AZÊ Û DELAL AN TOLA SEDSALAN JI DIJMIN HILÎNIN’

Yek ji gerîlayên YJA Starê gerîla Hêvîdar Êrîş Kobanê diyar kir ku gerîla bi ruhê Azê û Delalan li ser kozikên dijmin de diçin û tola sedsalan radikin û wiha got; “Dewleta Tirk ji bejahî nikarin şer bikin lewra tirs û xofekî mezin li hember gerîla jiyan. Li hember hêzên gerîla, nexwedan îrade ne. Berxwedaniya gerîla asta herî jor de ye. Heval bi ruhê Azê û Delalan bi hêrsa tolhildanê ve çalakiyên serkeftî lidar dixin. Çalakiyên gerîla yên ku li Kela Memê, Besta, Herekolê hatî çêkirin bi ruhê Apogerî serketin. Gerîla ti carî bin nakeve lewra em serkeftinê ji xwe re esas digrin û serdikevin. Bi hatina biharê re me dest bi çalakiyan kir û heta niha jî bê navber dewam dikin. Her hevalên ku diçin çalakiyê azadiya gelê xwe dikin armanc ji ber vê yekê ruhekî fedayî derdikeve holê. Êrîşên ku li ser gelê me tên meşandin ti carî nayên qabul kirin ji ber vê yekê gerîla bi çalakiyên xwe yên serkeftî hewl dide bibe bersiv. Her tim kêlî bi kêlî gerîla di nava têkoşînê de ye. Ez banga keç û xortên ciwan yên Kurdistanê dikim, bila berê xwe bidin çiyayên me. Heke jiyanek azad hebe ew jî li çiyayên Kurdistanê ye lewra felsefe û ramanên Rêber Apo li çiyayên Kurdistanê mezin dibe . Bi hatina çiyayên pîroz ên Kurdistanê ve têkoşîneke ji bo azadiya gelê xwe dimeşînin. Ji ber vê yekê ciwanên me bila tevlî nava gerîlayên azadiyê bibin.”

‘BI FIKRÊN RÊBER APO AFIRANDIAN JIYANA AZAD GENGAZ E’

Herî dawî gerîlayê HPG’ê Laleş Koçer jî ev tişt anî ziman; “Gerîlayên Botanê her nefesê ku digrin ji bo afirandina jiyanek azad e. Heke di nav de azadî nebe em wê nefesê jî qabul nakin. Îdda me ew e ku heta dawî bawerî, hêz û perspektîfên ku me ji Rêber Apo girtî li ser xakên xwe bidin jiyan kirin û dagirkeriyê ji xakên xwe bi qewitînin.”

Gerîla Laleş bi domdarî wiha got; “Ji 2015 an û vir ve şerekî topyekûn ji milê AKP’ê ve destpê kir em jî wek gerîlayên azadiyê bi taybetî wek gerîlayên Botanê bi armanca erk û berpirsyartiyên xwe bi serkeftî pêk bînin têdikoşin. Gelê Kurd bi paradîgmaya Rêber Apo roj bi roj bi hêz dibe. Ev rastî jî di berxwedaniya zindanan de pir eşkere hat dîtin. Wek gerîlayên Botanê em jî bi wê ruhê tevlî pêvajoyê bûn da ku bikaribin li hember heval û gelê xwe rexnedana xwe bidin. Di rastiyê de tecrîta ku li ser Rêber Apo tê meşandin li ser gelê me tê meşandin lê berxwedana mezin ji Mazlum Doxan destpêkir heta gihîşt Leyla Guven, Nasir Yagiz û bi hezaran hevalên zindanan wek xelekekî berxwedanê dewam kir ti carî radestî nepejirandin heya niha jî wek gerîla îdda me jî emê vê îradeyê hîn bilintir bikin. Pêvajoyên rêveberiyên xweser de cenazeyên dayîkên me bi rojan li kolanan man, zarokên çend mehî hatin qetl kirin, bajêr li ser ciwanên Kurd de hatin ruxandin em ti carî vê jibîr nakin, wek gerîla helwestê jî, meşandina gerîlatiyên serkeftî û paradîgmaya Serokatiya me ye.”

Gerîla Laleş Koçer herî dawî got; “Em wek parazvanên xeta Apoyî li qada Botanê bi armanca pêkanîna berpirsiyartiyên xwe şer dikin da ku dagirkeriyê têk bibin. Kengî dagirkerî lewaz û tengav dibe bihemû hêza xwe êrîşê destkeftiyên gelan dikin niha jî faşîzma AKP-MHP’ê bi vê armancê bi vê konsepta şerê topyekûn hewl didin temenê xwe dirêj bikin. Heke gerîla tine bûye wê deme ew çi dayîkin ku şandine ber derdiyê HDP’ê û dibêjin zarokên wan li çiyê ne? Heke tevlîbûn nîn be û gerîla tine bûbe wê çaxê cîhê wan zarokan li çiyê ku derê ne? Paradîgmaya jiyana azad yê Serok Apo li ku derê hebe êrîş dikin da ku bawerî û biryara jiyana azad ji holê rabikin lewra li ser rûyê erde hebûna gelê Kurd qabul nakin. Hin partî dibêjin ‘faşîzma Tirk êrîşê PKK’ê dike’ heke ew, îro bertekên xwe li hember dagirkeriyê nişan nedin wê sibe partî û rêxistinên wiha bi vê dagirkeriyê ve têk biçin, tine bibin. Emê ne tenê li Botanê li ku derê êrîşên dagirker hebe li wê dere hemberî dagirkeriyê têbikoşin, berxwe bidin. Serok Apo berxwedan fêrî me kiriye emê jî heta nefes bigrin berxwe bidin. Her ciwanekî ku li hember dagirkeriyê hêrsa tolhildanê jiyan dikin bila berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê di nava refên gerîla de cîh bigrin. Jiyana azad li serê çiyayên Kurdistanê bi berxwedanê tê afirandin. Em wek gerîlayên Botanê bi îddayek mezin dagirkeriyê ji xakên xwe bi qewitînin. Ji bo şoreşê bi biryar û bawerî bigihîjin serkeftinê.”