Gerîlayê HPG’ê Halîs Ceyhan li Helsînkiyê hate bibîranîn

Kurdistaniyên li Helsînkiyê dijîn bi minasebeta cejna Remezanê çûn serdana gora gerîlayê HPG’ê Halîs Ceyhan (Kendal) yê ku di 01.05.2018’an de li Helsînkiyê şehîd bûbû.

Îro komek ji Kurdistaniyên li Helsînkiya Fînlandiyayê dijîn bi minasebeta cejna Remezanê weke sala bihorî îsal jî çûne ser gora gerîlayê HPG’ê Halîs Ceyhan. Dewleta Tirk a dagirker rê nedabû ku cenaze li wir bê veşartin ji ber wê jî cenaze li Helsînkiyê hatibû veşartin. Ev du sal in ku li ser şehadeta gerîlayê HPG’ê re derbas bûye. Heman Kurdistaniyan par jî serdana gora Ceyhan kiribûn.

Di serdana îsal ya Kurdistaniyan de piştî ku li ser gora şehîd fatîhe xwendin, endamê Komeleya Kurdî ya Fînlandiyayê Deştî Çiya axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest  û got: "Şehîd Kendal şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye, ji bo Kurd û Kurdistanê têkoşiya."

Çiya di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku parçeyên Kurdistanê bibe yek û îsal bibe sala serkeftinê.

Hêjayê gotinê ye ku gelê Kurd her sal bi minasebeta cejna Remezanê diçe ser goristanên gerîlayan.