Gerîla TV dîmenê du çalakiyên gerîla weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG/YJA-Starê ya di 5’ê Kanûnê de ya li Girê Lêlikan a Sîdekanê û dîmenê çalakiya di 20’ê Mijdara 2018’an a Qereqola Korxanê ya Îdirê weşand.

Dîmenên çalakiyan....

HPG’ê têkildarî çalakiyan ev agahî belav kiribû;

Çalakiya Girê Lêlîkan, Başûrê Kurdistan, 05.12.2018

Hêzên me roja 5'ê Kanûnê saet 15'an de li Girê Lêlîkan ya herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê, li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Çalakiya Qereqola Korxanê, Basan, Îdir 20.11.2018

Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya hêzên YJA Star û KBDH'ê de, ku li eyaleta Serhedê dest pê kiriye, roja 20'ê Mijdarê saet 9'an li dijî Qereqola Korxanê ya navçeya Basan a Îdirê çalakiyek hate lidarxistin. Ji 2 baskan ve li qereqola dijmin û wesayitên zirxî yên hatin destwerdanê, gule hate reşandin. Di encama çalakiyê de derb li 2 wesayitên zirxî hate xistin, 2 kontra hatin kuştin, kontrayek jî birîndar bû.