Gerîla TV dîmenê çalakiya li Botanê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li qada Deriyê Qaçê ya li herêma Kato Jîrka ya Botanê weşand. Di çalakiyê de 6 dagirker hatibûn cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 13'ê Tebaxa 2021'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Li herêma Kato Jîrka ya li navçeya Elkê ya Şirnexê, li qada Deriyê Qaçê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ku kemîn danîbû, kete bin kontrola hêzên me. Hêzên me 10'ê Tebaxê saet di 16:00 de bi sabotajê li dagirkeran xistin. Herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin."