Gerîla Lor: Yekane rêya çareseriyê pradîgmaya Rêber Apo ye

Gerîla Armanc Lor ji Loristanê yê Rojhilatê Kurdistanê tê dinê piştî ku li metrepolên Îranê nikare bi rastiya xwe bijî dikeve lêgerînan û piştî lêgerînan tevlî nava regên gerîla dibe.

Gerîlayê ji Herêma Loristan a Rojhilatê Kurdistanê Armanc Lor ê sala 2019’an tevlî nava gerîla dibe çîroka xwe ya tevlîbûnê ji ANF’ê re vedibêje.

Gerîla Armanç Lor di demeke ku jiyana wan ji hêla aborî de nebaşbûye wek malbat derbasî Tehranê dibin.  Armanc Lor li vê derê bi pergalê re hîn zêdetir rûbirû dimîne û ev rewşe wek Kurdeke Lor dihêle ku ew bikeve nava lêgerînan.

Lor di berdewamiya axaftinên xwede wiha behsa pêvajoya xwe a Tehranê dike: “Em qaşo ji bo jiyaneke baştir derbasî Tehrenê bibûn. Lê wek Kurdekê him ji hêla aborî ve him jî ji hêla civakî ve zor û zehmetiyên ku me li wê derê rû bi rû ma deh qat zêdetir bû. Piştî demekê şûnde min êdî nekarî li wir bijîm. Min xwest ez li ser axa xwe, welatê xwe bijîm. Li wê derê jî di dilê min her tim li Zagrosê bû, li Loristanê bû. Dema ku min pirtûkên sosyalîzmê jî xwendin êdî min got ku; ‘teqez pêwîste ez biçim li welatê xwe bijîm.’Dema ku ji hêla sosyalîzmê ve hinek din naskirinên min çêbûn êdî ez fikiriyam ka ez ji bo Kurdistanê çi bikim, çawa welatê xwe azad bikim, çawa şer bikim.”

Piştî demekê gerîla Armanc di encama lêkolînên kirî ferq dike ku Kurdistan parçekiriye û li herêma Loristan a hatî dinê Lor Îranê gelek qetlîam kiriye. Lor wiha dom dike: “Piştî ku min hinek dîrok lêkolîn kir min zanî ku Loristan di dema Rizaxan de hatiye dagirkirin û pir Lor hatine qetilkirin. Ji bo ku werin herêma Loristan bigirin her cûre êrîş li ser gel kirine. Demekê Loristan serbixwe bû. Lê niha ji hêla rejîma Îranê ve hatiye dagirkirin.”

‘GELÊ LORISTANÊ BERXWEDÊR E’

Gerîla Lor sedema êrîşên li ser herêma Loristan a Rojhilatê Kurdistanê jî wiha tîne ziman: “ji ber ku herêma Loristanê him ji hêla sererd û binerd ve pir dewlemend e ji hêla dijmin ve hatiye mêtingerkirin. Eger em niha mêze bikin Loristan di nava dewlemendiyê de feqiriyek ewqasî mezin dijî ku gel nikare li wê derê jiyana xwe ya asayî bidomîne.  Lê Kurdên Lor ti carî serî netewandine û her tim xwestine li dijî dewletê serî rakin.”

Lor bibîr dixe ku wî nekarî li dijî pergalê bêdeng bimîne û wiha sedema tevlîbûna xwe vedibêje: “Dema ku min ev rewşe dîtin min nekarî ez li dijî vê pergalê bêdeng bimînim. Ji ber ku tevgera Apoyî fikra Sosyalîzmê ji kûrde dijî, min xwest ez tevlî vê fikrê bibim.Dema ku ez nû hatim çiya ji bo ku ez di vê fikrê de hîn kûrtir bibim pirtûkên Serokatî dane min. Min pirtûkên Serokatî xwendin. Çiqasî min dixwend zêdetir bala min dikişand.”

 ‘JI BO KURDÊ PARÇEYÎ YEKAN E RÊ PRADÎGMAYA RÊBERTÎ YE’

Gerîla Armanc Lor wiha behsa felsefeya Rêber Apo dinirxîne: “Di felsefeya Rêber Apo de ji bo hemû netewên bindest cih heye. Felsefeya Rêber Apo ji bo hemû netewên bindest çareseriyê pêş dixîne. Tişta ku dewlet ji bo gelan wek çareserî pêş xistiyî ya rastî talan kirina welatan û tunekirina çanda netewan e. Her wiha paradîgmaya di pêşengtiya jin de him civakî him jî ekolojiyê digire di nava xwe de bi rastî jî pir balkêş bû. Ji xwe dema ku ev çareser bûn wê tevahî pirsgirek çareser bibin. Dîsa di felsefeya Rêber Apo de pergala Konfederalîzma Demokratîk heye. Di çerçoveya vê sîstemê de hemû netew dikarin bi rengê xwe ve jiyan bikin. Teybet jî ji bo gelê Kurd ku perçeperçebûye ev sîsteme çareseriya esasî ye.  Mesela heta ku min ev tevger nas nekir min nedizanî Loristan girêdayî Kurdistanê ye û Lor jî Kurd in. Ji ber ku dijmin her tim dixwest cuda bike. Berê min dixwest ez Loristanê rizgar bikim. Niha ez dixwazim çar perçeyên Kurdistanê ji destê dijmin rizgar bikim. Bêgûman armanca min a esasî tecrîda li ser Rêbertî şikandin e. Ji bo wê jî bi tevahî hêza xwe ve ez dixwazim şer bikim, tekoşîna xwe bilind bikim.”

 ‘DI WELATEKE HATÎ DAGIRKIRIN DE BI RÛMET JIYÎN NE PÊKAN E’

Gerîla Lor destnîşan dike ku ji bo azad bijî diviya bû ew zincîrên koletiyê bişikandiba û got: “ Ji bo wê gava min a yekem tevlîbûn bû.” Her wiha gerîla Armanc Lor di dawî de balkidişîne ser yekîtiya netewî û bang li ciwanên Loristanê û Rojhilatê Kurdistanê û vê dibêje: “Ez dibêjim êdî dem hatiye ku em welatê xwe azad bikin. Dem hatiye ku hemû Kurd destê xwe bidin destê hev û welatê ku her roj zêdetir dagir dibe azad bikin. Di welatek dagirkirî de bi rûmet jiyîn ne pêkan e.

 Ez tenê tiştekê ji ciwanên Loristanê dixwazim. Bila werin beşdarî gerîla bibin. Ji bo ku em bikaribin sîstema Rêber Apo a ku paradigmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jin esas digire di nava Kurdistanê de pêk bînin, pêwîste em wek ciwan pêşengtiya şer bikin. Derveyî vê sîstemê tu çareserî ji bo me Kurdan encam nagire. Me di dîrokê de jî mînakên vê pir dîtin.  Ji bo azadî û serbixwebûyînê, ji bo jiyaneke birûmet ez bang li ciwanên Loristan dikim da ku werin tevlî tevgera Rêber Apo bibin.”