'Gerîla li ser xeta Zîlan têkoşînek bêhempa dimeşîne'

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku bi ruhê berxwedanê yê şehîd Zîlan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin û gotin, "Divê em bi têkoşîn û berxwedana xwe layiqî xeta hevala Zîlan bin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî li dar xistibû, bi bîr anîn. Gerîlayan bi bîr xistin, ku Şehîd Zîlan wê demê derbeke giran li dijmin daye û diyar kirin, ku îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser xeta Zîlan li dijî dijmin şer dikin.

Gerîlayê HPG'ê Orhan Lotûs ku di şexsê Zîlan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got, "Şehîd Zîlan ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê çalakiya fedaî pêk anî. Manîfestoya ku Hevala Zîlan ji me re hişt, manîfestoya azadî û parastina Rêbertî ye. Li dijî êrîşên li ser rêbertî, gel û tevgerê bersiva herî mezin dayîne. Zîlan derba herî mezin li dijmin xist, ji ber vê yekê Rêbertî û tevgera me Zîlan weke fermandareke mezin bi nav kir û li ser vê bingehê em têkoşîna xwe didomînin.

Gerîla îro li ser xeta Zîlan li Zendûra, Xakurkê û Werxelê li dijî êrîşên qirkirinê yên dijmin şer dike û derbeke mezin li dijmin dide. Dijmin ewqas tarûmar bûye ku nikare cenazeyên xwe bigire. Dijmin xwe dispêre hêza teknîkî û heta çekên kîmyewî her cure êrîş pêk tîne, dibêje 'em ê îro biqedînin, sibe em ê biqedînin', lê gerîla bi ruhê Zîlan şerekî dijwar dimeşîne. Ev têkoşîn roj bi roj dijmin ber bi tunebûnê ve dibe. Divê em jî bi têkoşîn û berxwedana xwe layiqî çalakî û xeta hevala Zîlan bin.”

'TÊKOŞÎNA PKK'Ê HILANÎNA TOLA KOMKUJIYÊN LI SER KURDAN E'

Gerîlayê HPG'ê Serbest Guyî jî diyar kir ku ruhê fedaî yê şehîd Zîlan di şerê li Zap, Metîna û Avaşînê de zindî bûye û got, "Şerê ku îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime ne şerekî asayî ye. Şerê gelê Kurd a hebûnê ye. Dijmin di warê siyasî û leşkerî di her qadê de êrîşî gelê me, Rêberê me dike. Bi van rêbazan dixwaze Kurdistanê bi temamî dagir bike û bike kole. Dewleta Tirk bi salan li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê meşand. Ji ber vê em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe xwedî li çalakî û xeta heval Zîlan derkevin.

Têkoşîna PKK’ê tolhildana van komkujiyan e. Weke gerîlayên Kurdistanê em soz didin; Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Em ji bo welat û Rêberê xwe canê xwe didin. Gelê me jî li her qadê li ber xwe dide. Şerê îro ne tenê şerê gerîla ye. Em weke gelê Kurd têkoşîna hebûn û tunebûnê didin. Banga min ji gelê me û ciwanan re çi ji destê wan tê bila bikin."

'DIVÊ EM XWEDÎ LI KEDA ŞEHÎDAN DERKEVIN'

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Elbak jî anî ziman ku bi ruhê berxwedanê yê Şehîd Zîlan îro li her qadên Kurdistanê li dijî êrîşên dijmin li ber xwe didin û wiha got: “Heval Zîlan yek ji pêşengên me yên herî mezin e. Sekn û şêwaza wê yê jiyanê ji bo me pêvan e. Heval Zîlan ji bo Rêbertî û gelê xwe çalakiyek wiha fedaî pêk anî. Em ê her dem xeta heval Zîlan esas bigrin û têbikoşin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî dijwar tê meşandin. Hevalên me nahêlin dijmin li axa Kurdistanê bi cih bibe. Heval bi mehane li dijî êrîşên dewleta Tirk di nava şert û mercên giran de li ber xwe didin. Helbet bingeha vê berxwedanê îradeyeke mezin e. Divê em xwedî li keda gelê xwe, Rêbertiya xwe û şehîdên xwe derkevin. Divê em wek gerîla ligel gelê xwe yê ku li hemberî zextên dijmin serî natewînin bibin yek û bi vî rengî şerê gel ê Şoreşgerî bidin meşandin. Jixwe li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke dijwar tê meşandin. Divê em ruhê berxwedanê yê Heval Zîlan û Egîd her tim zindî bihêlin.

Çend roj berê li Elbakê me berxwedan û têkoşîna dayikên xwe ya li hemberî dijmin dît. Em di wê baweriyê de ne ku wê berxwedaneke bi vî rengî dewam bike. Em weke gerîla hêzeke mezin ji gelê xwe digirin. Bi vê wesîleyê em berxwedana dayikên xwe silav dikin. Divê ciwanên Kurd li dijî êrîşên dijmin berê xwe bidin çiyayan. Divê em bi hev re destekê bidin berxwedana dayikên xwe û gelê xwe. Bi vî awayî em ê karibin tecrîda li Îmraliyê bişkînin."