Gerîla li Bedlîsê li leşkerên derketin operasyonê xistin

Gerîlayên HPG'ê li bejahiya Bedlîsê li hêzên dagirker ên derketin operasyonê xistin. Di sê çalakiyan de herî kêm 4 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

JI NÊZ VE LI DU WESAYITÊN LEŞKERÎ XISTIN: 3 LEŞKER MIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "15'ê Gulanê artêşa TC a dagirker li qadên Şêx Cûma û Şehîd Mizgîn ên Bedlîsê, bi yekîneyên veşartî dest bi operasyonekê kir.

16'ê Gulanê saet 10:30'î li geliyê Şinadoxan ê qada Şêx Cûma, hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve li du wesayitên dijmin û leşkerên dijmin xistin. Di çalakiyê de derb li her du wesayitan ketin, 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Heman rojê saet 18:40'î hêzên me li heman geliyê Şinadoxan cara duyemîn li leşkeran xistin. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin."

LI GIRÊ KULITÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN, YEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, "18'ê Gulanê li quntara Girê Kulitê, hêzên me yekîneya leşkerî şopand. Heman rojê saet 18:45'an hêzên me li vê yekîneya dijmin xistin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin, yek jî birîndar bû.

Artêşa TC a dagirker êvara 19'ê Gulanê bi rengekî bê encammayî vekişiya. Di dema operasyonê de bi helîkopterên êrîşê û topên obusê qada operasyonê bombe kir."

LI AVAŞÎNÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirk jî diyar kir, "20'ê Gulanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet 12:30 qada Tepê Sor a herêma Avaşînê, saet navbera 13:30-14:30 jî Geliyê Avaşînê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."