Gerîla Botan: Rastî li çiyayên azad e

Gerîlayê HPG'ê Xwînreş Botan ku di temenê zarokatî de ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin, wiha got, "Zindanî pêşengiyê ji çalakiyên azadiyê re dikin. Bêguman ev têkoşîn divê her kesî bixe nava liv û tevgerê."

Li Kurdistanê û Tirkiyeyê, desthilatdariya AKP'ê zext û zordariyê roj bi roj zêde dike. Her kesên ku li ber radibe, destgîr dike, bi zext û girtinê hewl dide bitepisîne. Li dijî vê desthilatdariyê, berxwedana gel û gerîlayên Kurdistanê jî dewam dike.

Gerîlayê HPG'ê Xwînreş Botan ku zarokatiya xwe de zext û zilma dewletê dît, greva birçîbûnê ya li girtîgehan, êrişên dewleta Tirk û berxwedana gerîla nirxand.

Gerîlayê HPG'ê Botan diyar kir ku sala 2009'an di temenê zarokatiyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin û qala tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla kir: "Sedema girtina min a di temenê zarokatiyê de naskirina tevgera azadiyê bû. Welatparêziya malbatê, dilsoziya bi tevgerê re kir ku bikevim ser xeta tevgerê. Bi rêya vê sempatî û naskirinê tevlî nava kar bûm. Li ku derê çiqasî pêwîstî pê hebûm, tevlî bûm. Weke ciwanekî wê demê mîna her ciwanên welatparêz min jî hewl da heta ji destê min bê xizmetê bikim.

Di encama vê yekê de jî hatim girtin û di wî temenê ku hîna zarok bûm 6 mehan li zindanê mam. Bêguman mirov li zindanê hebûna hîmên exlaqa rêxistinê dibînin. Ev yek hêzê dide mirovan. Piştî 6 mehên girtîmayinê hîn bi xurtî tevlî nava kar bûm. Heta sala 2010'an di nava kar de mam. Wê demê dijmin hefteyê carekê diavêt ser malê. Dijmin bi rêya van serdegirtinan şensê jiyanê nedida mirovan. Bi van zextan dixwestin bêjin, 'kengî em bixwazin em ê te bigirin'. Ev yek bû sedem ku hîn bi xurtî bikevim nava lêgerînan. Ji xwe têkiliyeke min a xurt bi malbatê re tune bû. Ji ber ku li min dihate gerîn. Wê demê du alternatîf li ber min bû; ya bikevim zindanê ya jî derkevim serê çiyayên Kurdistanê. Bêguman çiyayên Kurdistanê yên azad hîn bêhtir ez ber bi xwe ve dikişand. Li ser vê bingehê min biryara tevlîbûnê da.

Di wê dema tevlîbûnê de ji ber xayinekî noker careke din hatim girtin. 2 salan girtî mam. Wê demê li dadgehê me ji xeta tevgerê û helwesta Rêber Apo ya azadiyê tawîz neda. Vê rewşê hem di parastina zimanê dayikê de hem jî di sekna siyasî de dewam kir. Bêguman dijmin ji ber ku ji vê seknê aciz bû, bêyî hincetek hebe di wî temenê zarokatiyê de cezayên giran dida. Li gel vê nêzîkatiya dijmin, her wiha sekna bi moral a hevalên li zindanan mirov li ser piyan dihişt, dikir xwedî îrade. Cihê me lê dibe ku bi çar dîwaran hatibû girtin, lê belê ji aliyê fikir û moral ve îradeyeke xurt hebû. Vê yekê bandor li jiyanê û têkiliyên hevrêtiyê dikir."

'PIŞTÎ ZINDANÊ MIN XWE GIHAND ÇIYAYÊN AZAD ÊN KURDISTANÊ'

Gerîla Botan diyar kir ku piştî demeke kurt cezayên giran ên girtîgehê li wan hate birîn û got, "Bi rêya vî cezayî hem li dijî min hem jî li ser malbata min şerekî îradeyê dimeşandin. Lê belê ez ne jî malbata min neketin bin bnadora vê yekê. Ji ber ku dema me dest bi kar kir, zanîbû ku dijmin dikare çi bike. Li girtîgehan mirov bi hêviya azadiyê li ser piyan dimînin. Ev tevger hînî mirovan dike ku divê timî bi hêvî be. Li ser vê bingehê sala 2013'an ji destê dijmin rizgar bûm û gihîştim çiyayên azad ên Kurdistanê. Di lêgerîna azadiyê de mirov dibîne ku rastî li çiyayên azad e. Hîmên jiyana azad ênl i vê derê li zindanan hatiye avêtin. Hevalên pêşeng ên tevgerê di salên 1980'î de ev hîm danîn. Di şexsê Kemal, Mazlûm, Hayrî û gelek hevalan de ev hîm hate danîn. Dema ku mirov bala xwe didin ser berxwedana bêhempa ya wê demê hingî ev rewş mirovan hîn dilsoz, bi moral û xurt dike.

Di vê demê de tecrîda bingehîn a li zindanan, 22 sal in li dijî Rêber Apo tê meşandin. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser civakê ye. Niha li ser temamiya civakê tecrîd heye. Ji ber ku fikrên Rêber Apo di asta Rojhilata Navîn û navneteweyî de bi bandor e, di şexsê Rêber Apo de tecrîdê ferz dikin. Li dijî vê yekê jî li gelek deverên Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî tên lidarxistin. Berxwedêrên zindanan pêşengiyê ji van çalakiyên azadiyê re dikin. Li gel vê yekê li qadên gerîla, qada civakî û hemû qadan têkoşîn tê meşandin. Bêguman ev têkoşîn divê her kesî bixe nava liv û tevgerê."

Gerîlayê HPG'ê Xwînreş Botan destnîşan kir ew gelekî nêzî azadiyê ne û got, "Banga min li ciwanên Kurdistanê, li dayikên Kurdistanê ye. Wan her demê wezîfeya xwe bi rengê herî baş bi cih anîn. Bêguman ev pêvajo girîngtir e. Dibe ku pêvajoyeke man û nemanê be. Ev dem dema azadiya Rêber Apo ye, dema azadiya gelê Kurdistanê ye. Eger her ciwanekî welatparêz vê demê destê xwe nexe binê kevir, dibe ku gelekî dereng bimînin. Dijmin êrişkariya xwe gihandiye asta herî bilind. Sedema vê jî ew e ku gihîştiye dawiya desthilatdariya xwe. Heta niha xwe li ser dijminatiya li Kurdan bi rê ve dibir. Bi her awayî êriş kirin, komkujî kirin. Hovîtiyên ku di dîrokê de nehatine dîtin kirin. Sedema van hemûyan ew e ku xwe li ser piyan bihêle."

'DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE TÊKOŞÎNA ZINDANAN Û GERÎLA'

Gerîlayê HPG'ê Botan ragihand ku têkoşîna gerîla û tevgera azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema herî xurt de ne û got, "Dijminê me lawaz e. Ya girîng ew ku her kes ya jê tê bike. Eger ev bê kirin wê temenê dijmin salek be. Eger her kes bi xurtî tevlî têkoşînê bibe û wezîfeyên xwe bi cih bîne, sal wê bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê me."

Di dawiya axaftina xwe de gerîla Xwînreş Botan got, "Divê têkoşîna li zindanan bi tenê neyê hiştin. Her kes divê bi rengekî çalak tevlî vê pêvajoyê bibe û hêz û moralê bide berxwedana li zindanan."

Gerîla Xwînreş Botan destnîşan kir ku divê her kes di vê demê de heta jê tê bi têkoşîna zindanan û gerîla re be.