Gelek welatan leşkerên xwe ji Iraqê vekişandin

Ji ber pandemiya vîrûsa koronayê gelek welatan leşkerên xwe yên li Iraqê vekişandin. Herî dawî artêşa Fransayê biryar da ku yekîneyên xwe vekişîne.

Li gorî daxuyaniya artêşa Fransayê, bi hikumeta Iraqê re koordîneyî wan biryar dane ku karê xwe yê perwerdeyê bi rengekî demkî rawestînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Fransayê di çarçoveya vê biryarê de, heta fermaneke nû biryar da ku personelên xwe yên di bin sîwana koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê de cih digirin vekişîne.

Hate ragihandin, artêşa Fransayê wê di 26'ê Adarê roja Pêncşemê dest bi karê vekişandina leşkerên xwe bike û bi 11 balafirên xwe yên şer ên Rafael ku li Urdunê ne tevlî operasyonên hewayî yên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bibe.

Komara Çekê jî roja Sêşemê biryar dabû ku leşkerên xwe yên li Iraqê bi rengekî demkî vekişîne. Ev biryar 30 leşkerên Çekê yên li Iraqê eleqedar dike. Leşker êvara Sêşemê bi balafirê vegeriyan Pragê.

Koalîsyona Navneteweyî ku ji bo 'perwerde'kirina hêzên ewlekariyê yên Iraqê 2 hezar 500 leşkerên xwe li Iraqê hene, di destpêka meha Adarê de biryar dabû ku karê xwe yê perwerdeyê rawestîne. Rayedarên koalîsyonê diyar kiribûn ku piştî krîza şewbê bi dawî bû wê ji nû ve vegerin û karê perwerdeyê dewam bikin.

Di vê çarçoveyê de Qraliyeta Yekbûyî ku bi dehan leşkerên xwe li nava koalîsyonê heye, biryar da ku beşek ji leşkerên xwe vekişîne. Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku wê karê perwerdeyê ji bo 60 rojî rawestînin.