Gel li Ermenistanê tevlî seferberiyê dibe

Vê sibehê bi şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê re bangên seferberiyê tê kirin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li welat rewşa awarte îlan kir. Bi rewşa awarte re gel tevlî seferberiyê dibe.

Piştî daxuyaniya serokwezîr Partiya DASNAK li Qada Hirapark a Êrîvanê maseya seferberiyê da avakirin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî seferberiyê da.

Kesên bi dilxwazî tevlî seferberiyê bûn li Qada Hiraparkê ji ANF’ê re axivîn û gotin, “Dewleta Azerbaycanê ev şer daye destpêkirin. Em ê li ber xwe bidin û em amade ne, di vî şerî de cih bigirin. Wê ji bo Azerbaycanê ev bibe gava dawîn. Em ê bi ser bikevin.”

Rayedarê Partiya DASNAK û organîzatorê  seferberiyê Sargîsyan jî got ku, “Ev şer ji aliyê dewleta Tirk hatiye plankirin û destpêkirin. Dijminê hevpar ê gelê Ermen û Kurdan dewleta Tirkiyeyê ye. Em ê li dijî wan şer bikin û ez bawer dikim em ê bi ser bikevin.”

Seferberî û Rewşa Awarte bi danişîna hevpar a Meclîsa Ermenistanê saet di 16.30’an de hate îlankirin.