Fîlozofeke çiyayî: Berçem Cîlo

"Serokatî ez qet nas nedikirim, min bi telefonê xwe ji Serok re da nasîn. Lê belê li ser perspektîfa Serokatî da min, ez li ser sekininîm, min got qey tu yê bêjî ev bi salan e Serok min nas dike."

Yek jî fermandarên YJA-Starê Berçem Cîlo (Nûrsel Oktay) bi eslê xwe ji Behdînan ango Başûrê Kurdistanê ye. Ji eşîra Doskî ye. Malbata Nûrsel ji ber zextên rejîma wê demê neçar dimînin berê xwe didin Geverê. Beşek ji malbata wan li Behdînan qismek jî li Geverê bi cih dibin. Ev rastî dîsa sînorên bêwate yên di navbera Kurdistanê de nîşan dide. Nûrsel di sala 1978‘an li zozanên Geverê yên hembeza Cîlo de tê dinê. Di sala 1993’an de li Geverê yên ku tevlî nav Tevgera Apogeran dibin, ji malbata Nûrsel in. Nûrsel ji wan tevlîbûyîna bandor dibe û berê xwe dide hembêza dayikê ango berê xwe dide çiyayên bedew ê Cîloyê.

Salên xwe yên di nav têkoşîna azadiyê de piranî li qadên şer derbas dike. Ji çiyayên Zagrosê heya Amedê di hemû qaden gerîla de wek pêşengekê têkoşîn dide meşandin. Ji ber kesayetê wê ya têgihîşti di nav hevalên xwe yên têkoşînê de wek ‘fîlozofa jiyanê’ dihat binavkirin. Ji tim heya fermandariya qadê erk girt ser milê xwe û bû modeleke jina Kurd a fermandar. Di sala 2017’an de li qada Şehîd Remzî ya girêdayî Licê ya Amedê leşkerên dagirker ê Tirk operasyonek didin destpêkirin. Gerîla Berçem, Sabrî Tolhildan, Amed Avaşîn, Agît Koçer, Şevger Amed bi rojan bi qehremanî şer dikin û li ber xwe didin. Di wî şerî de bi fermandar Berçem re çar hevrêyên wê şehîd dibin.

'TU YÊ BIBEJÎ EZ ÇÛM MIN RÊBERTÎ DÎT Û EZ VEGERIYAM'

Fermandar Berçem Cîlo bîranînên xwe yên bi Rêber Ocalan re wisa tîne ser ziman:

"Min Serokatî qet nedît, lê bes carekî di sala 1998’an bi telefonê Rêberti re axivîm. Min encamê civîna giştî ji Rêbertî re vegot.Civînek giştî bû, gelek heval jî ji qadên pratikê hatibûn û tevlî vê civînê bibûn. Ez dema ku li gel Serok bi telefonê axivîm, min destpêkê kurt xwe da naskirin. Min di nava deqîqeyeke de bi awayekî lez encamê civînê ji Serok re qal kir. Cara yekem ez ewqas lez axivîm. Serok jî hevalên li civîne jî bi vê kelecana min zehf keniyan. Serokatî bi min re bi ken got; ‘Te encama civînê baş anî ser ziman. Taybet wek fermandarek jin ya ku niha di nav şer de cih digrî, rastiya min baş bizane û di nav rastiya min de xwe perwerde bike. Tu pêwîst e di van xalan de xwe pir pêş bixe, ser van bingehan xwe ava bike.

Piştî Serok xatir ji min xwest û telefon girt, tiştê ku Serok bi min re axivî yek jî nedihat bîra min. Piştra ez çûm qeydên axaftina Serok, min çend caran guhdar kir.

Serokatî ez qet nas nedikirim, min bi telefonê xwe ji Serok re da nasîn. Lê belê li ser perspektîfa Serokatî da min, ez li ser sekininîm, min got qey tu yê bêjî ev bi salan e Serok min nas dike. Di nav têkoşîna salan de hîn zêdetir min wate da perspektifên Serok. Rastî hestên di min de da avakirin, zehf cûda bûn. Tu yê bejî ez çûm min Rêbertî dît û ez vegeriyam."

'PIR ASÎ Û BEDEW BÛ'

Hevrêya gerîla Berçem, Leyla Wan ji bona kesayeta Berçem wisa qala hestên xwe dike;

"Di vê şoreşê de tu gelek hevrêyan re têkoşînê dide meşandin. Her hevalek xwedî cihekî cuda ye. Yek jî wan hevala Berçem bû. Hevaltiya min bi hevrê Berçem re di sala 1995’a de li Zagrosan dest pê kir. Ji ber ku çiyayên Cîlo yê bi latên herî xweş xwe alandî zehf hez dikir, lewma paşnavê xwe kir Cîlo. Taybetmendiyên Zagrosê di heval Berçem de zehf zindî bû. Ew jî wek Zagrosa pir tişt di hûndirê xwe de dihewand. Pir asî û bedew bû. Heman demê taybetmendiyên xwedawendî di wê de pir eşkere bû. Bi hezkirinê jiyanê ve tijî bû. Zanebûyîna wê nîşan dida ku ew fîlozofeke çiyayî ye."

'DILDARA ZAGROSAN BÛ'

Ji ber van taybetmendiyên fermandar Berçem, herkes derdora wê kom dibû. Mînak, hinek av hene ji dûr ve pir bêdeng in, lê belê dema tu diçî gel wê avê, dibînî ku ewqas jî kûr in. Kesayeta heval Berçem jî bi vî rengî bû. Pir pak bû, ji bo vê jî milê wê yê exlaqî zehf di pêş de bû.Sekna wê gerîla da her tim hêz dida derdorê. Ji bo vê yekê jî diçû ku derê dibû bingeha hezkirinê. Dildarê Zagrosê bû û piştra derbasî Amedê bû. Di nav gerîlayan de 25 sal têkoşînek bêhempa derbas kir. Ji Zagrosê heya Amedê pêşengtiyek pir mezin kir. Hezkirinê xwe yê Zagrosê bi Amedê re kir yek. Çi bibe bila bibe wê her tim mîna bayê Zagrosan, bi hemû heza xwe ve mirov hembez dikir."

'PIR DIXWEST SEROKATÎ BIBÎNE'

Ji hevrêyên Fermandar Berçem Cîlo, Sûlbûs Perî bi wê re salên ku di têkoşînê de derbas kiriye bi vê rengî anî ser ziman:

"Ez bi heval Berçem re di salên 98 – 99’an de mam. Wê demê di tabûra me de wek fermandara mangayê bû. Heval Berçem her tim cihên herî zor û zehmet ya têkoşînê de ma. Her tim dixwest di jiyanê de ji hevrêyên xwe re pêşengtîye bike. Li beramberî hevalên xwe zehf şiyar bû. Aliyê wê yê fermandarî zehf xurt bû. Di heman demê de kesayetek hemberî derdora xwe zehf nerm bû. Dema ku em bi hev re bûn ruxmê wê demê zehf cîwan bû jî, lê her tim dixwest hem di jiyanê de, hem jî di çalakiyan de erkên xwe yê demê pêk bîne.

Dixwest pêşengtiyek rast bide meşandin. Fermandarek çêker û piralî bû. Berpirsartiya eyalet û qadê girt ser milê xwe, bi kedeke mezin xwe gihand vê astê. Pir dixwest Serokatî bibîne. Nirxeke pir mezin da avakirin. Ji bo arteşa jin modela fermandariya jinê ya di saha şer de û jiyanê de çawa be vê da nîşandan."

'RASTIYA JINA GEVERÊ YA WELATPARÊZ Û TÊKOŞER TEMSÎL DIKIR'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan kesayetiya Berçem Cîlo bi van hevokan pênase kir:

"Asta wê ya têgihîştinê bilind bû. Ji bo cewherîkirina felsefeya Rêbertî, di asta azwerî de xwedî hewldan bû. Di perwerdekirina hevalan de, di warê zanebûnê de, xeta azadî ya Apoyî dayîna fêmkirin de û wek pratikî perwerdekirinê hewldaneke mezin da. Sekneke wê ya kesayetê hebû. Pir dilnizm bû û bi awayekî nepêwîst xwe nîşan nedida û xwe dernexist pêş. Pir dilnizm, lihevhatî bû û dikaribû bi her kesî rê bide û bistîne. Di jiyanê de dilnizmî wisa ye. Heman demê de xwedî seknekî leşkerî bû. Di qezenckirina zanebûna leşkerî û pêşxistina xeta fermandartî de tevkariya wê ya mezin ji bo gerîlatiyê jinê çêbû. Ji ber ku hem têgihiştî bû hem jî xwedî seknekî pratîk bû. Di şerên mezin û pêvçûnan de cih girt. Hem wek şervan hem jî wek fermandar ji gelek pratik û pêvçûnan ve derbas bû û bû xwedî ezmûn. Bû nîşaneya herî şênber ku jin dikare hêza parastinê pêş bixe, dikare parastina cewherî rêxistin bike, di xeta parastina cewherî de dikare bibe gerîla û fermandar. Rastiya jina Gever ya welatparêz û têkoşer temsîl dikir."