Festîvala Şanoya Kolanan a Merîwanê bi dawî bû

Li Merîvanê ku îsal 12’yemîn Festîvala Şanoya Kolanan a Navnetewî ya Merîvanê hatî lidarxistin, bi dawî bû.

Li bajarê Merîwan ê Rojhilat (Rojhilatê Kurdistan) Festîvala Şanoya Kolanan a Navnetewî ya Merîwanê bi merasîmekê bi dawî bû.

Di festîvala ku  362 lîstikvan û derhêner ji Rojhilat, Îran, Spanya, Fransa û Başûrê Kurdistanê tevlîbûyîn de bi hezaran lîstok hate nîşandan.

Di festîvala ku 5 rojan berdewam kirî de, Navenda Şanoyê, Peravên Gola Zerîbar, Navenda Stadyûmê, Navenda Serbaz, Parka Şehrîwend, Navenda Bave Reşî, Parka Zîryan û Parka Şîne di nav de, li gelek cihan şanogerên ku ji welatên cuda yên cîhanê hatibûn lîstokên xwe nîşan dan.

Di destpêka festîvalê de lîstokên ku balê dikêşe li ser gelek pirsgirêkên civakê û kolbertiyê jî hatin nîşandan.