Fermandariya Biryargeha NPG’ê: Em heval Armanc bi hurmet bi bîr tînin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel fermandar Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) bi bîr anî ya ku Endama Konseya Fermandariya HPG û YJA-STAR’ê bû.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel fermandar Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî ya ku Endama Konseya Fermandariya HPG û YJA-STAR’ê bû û di 3’ê Tîrmeha 2018an de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Têkoşîna ku tevgera me û gelê me li ser bingeha îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo dimeşîne, hatiye qonaxeke nû. Yek ji xeleqa herî girîng a şoreşa civakî jî geşbûna xeta jina azad û xurtbûna wê ye. Têkoşîna azadiyê ya jinan a li Kurdistanê bandora xwe li ser jinên Rojhilata Navîn çêkiriye û firsendên dîrokî derxistiye holê.

Ev serkeftin bi saya şehîdên me yên qehreman pêk hatiye yên ku bawerî bi serfiraziyê anîne û berê xwe dane çiyayên Kurdistanê. Dewleta Tirk a faşîst li hemberî vê têkçûna xwe êrîşên cihê dike û hewl dide xwe ji têkçûnê rizgar bike.

Dewleta Tirk a faşîst di sala 2018’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşek pêk aniye û di vê êrîşê de hevala me Armanc Goşkar şehîd bûye. Em rêheval Armanc Goşkar bi hurmet bi bîr tînin a ku Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê bû û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA-STAR’ê bû.

BÛYE XWEDIYA MEŞEKE ŞOREŞGER YA SERKEFTÎ

Rêheval Armanc Goşkar li Kurdistanê wekî zaroka malbateke welatparêz hatiye dinyayê. Rêheval Armanc ji roja ku Rêbertî û têkoşîn nas kiriye, li metropolan di nav xebatên ciwanan de xebitiye. Rêheval Armanc qîma xwe bi van xebatan neaniye û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û bi giyanê xwe yê serhildêr bûye xwediya meşeke şoreşger ya serkeftî.

Dema ku nû tevlî têkoşînê bûye ji perwerdehiya Rêbertî derbas bûye û bûye yek ji wan hevalan ku ên ku Rêberî misyonek daye wê. Bi danheviya xwe ya îdeolojîk, tecrubeya rêxistinî, kesayetiya şervanî û fermandariya serfiraziyê re li hemû qadên têkoşînê bûye xwediya tevlêbûneke xurt. Rêheval Armanc Goşkar li çiyayên Kurdistanê bi bîr û baweriyeke mezin têkoşîna gerîla daye meşandin. Têkoşîna wê ya gerîlatiyê ya ku li Zagrosan dest pê kiribû, peywirên fermandariya Qada Botan û Zagrosê jî domandiye.

RÊHEVAL ARMANC YEK JI PÊŞENGA TEVGERA JINÊ YE

Rêheval Armanc bi qasî ku fermandareke gerîla bûye, di heman demê de jî bi kûrahiya xwe ya wêjeyî jî derketiye pêş. Rêheval Armanc di xebatên çapemenî û weşan ên tevgera me de berpirsyariyên mezin pêk aniye. Li Ewropayê hate Botanê di gelek qadan de xebitiye. Di kesayetiya xwe de kûrahiya îdeolojîk, di jiyana xwe de ked û di têkoşîna xwe de jî serkeftin temsîl kiriye û ji bo hemû rêhevalên xwe bûye mînak. Rêheval Armanc yek ji pêşenga tevgera jinê ye û di heman demê de yek ji fermandara pêşeng a Artêşa Jinên Azad a Kurdistanê ye.

Ji ber vê şehadetê malbata Kizilkaya di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin em sozê didin ku di şexsê rêheval Armanc Goşkar de em ê alaya azadiyê bigihînin serfiraziyê û xeyalê jiyana azad ên bi Rêber Apo re pêk bînin.

NASNAMEYA RÊHEVAL ARMANC GOŞKAR

Nasnameya me rêhevala me Armanc wisa ye:

Nasnav: Armanc Goşkar

Nav û paşnav: Sûna Kizilkaya

Cihê jidayîkbûnê: Mûş

Navê dê û bav: Nazîfe-Huseyîn

Cih û dîroka şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê”