Fermandarê HAT’ê Tolhildan Zagros li Girê Spî şehîd bû

Fermandarê HAT’ê Tolhildan Zagros di Berxwedana Rûmetê ya li Girê Spî li dijî dagirkeriyê de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Antî-Teror (HAT) daxuyaniyek nivîsîk weşand, ragihand ku Fermandar Egîd Mehmûd (Tolhildan Zagros) di Berxwedana Rûmetê de li Girê Spî şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em ê di rêya azadî, civaka demokratîk û berxwendana azad de dimeşin û şopdarên xeta şehîdan in."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Egîd Mehmûd

Nasnav: Tolhildan Zagros

Navê Dayikê: Rojîn

Navê Bav: Mihyedîn

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo 23/10/ 1987

Dîroka Tevlîbûnê: 2011

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Girê Spî-20/10/2019