Eren: Divê em jî weke Hallaci Mansûr têkoşîna xwe bidomînin

"Divê gelê Kurd, gel û baweriyên bindest ji bo faşîzma AKP'ê têk biçe weke Hallaci Mansûr têbikoşe, ku tevî mirina xwe ya trajîk jî dev ji rastî û heqîqetê berneda."

Endamê komîteya gel û baweriyan a KCKê Cîhan Eren ji radyoya Dengê Welat re axivî. Eren hevdîtina herî dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin, dagirkeriya dewleta Tirk a li tevahî Kurdistanê, şewatên li Kurdistanê û hilbijartinên Stenbolê yên 23'ê Hezîranê nirxand.

Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî de bahsa valatiya teorî û bîrdoziya di siyaseta demokratîk de dike. Ev valatî bingeha xwe ji ku digre? Siyaseta demokratîk çi ye?

Rêberê me rastiya heyî pênase kiriye. Valahiya siyaseta heyî, bêbîrdozî û pirsgirêkên wê aniye ziman.  Serokatî berê jî pirsgirêkên ku di roja me ya îro de ku di civaka mirovahiyê tevî de qewimîne wekî pirsgirêka zihniyet û wijdanê pênase kiribû. Ji bo wê jî di paraznameyên xwe de anîbû ser ziman ku pêwistiya însaniyetê bi şoreşa zihniyet û wijdanê heye. Di vê çorçevê de bi taybetî dema ku mirovli Rojhilata Navîn dinerin, di mijara bîrdozî û siyasetê de valahiya herî mezin an jî bi vê valahiyê ve girêdayî pirsgirêkên herî cidî, herî kur li Rojhilata Navîn hene. Ji xwe ji ber sedemên van pirsgirêkan di Rojhilata Navîn de rêxistinekî faşîst wekî DAIŞ'ê peyda bû. Bi vê rêxistina faşîst, paşverû ya ku ola Îslamê bi rengekî desthilatdar ji bo xwe bi kar tînin. Di serî Kurd û Êzîdî êrîşî ser civakan kir. Xwest derdorên ku dikarin çavkaniya bîrdoziyekê, siyaseteke nû, civaka ku dikare van pirsgirêkên cidî û kur yên ku di Rojhilata Navîn de diqewimin bi rengekî demokratîk, aştîxwaz  çareser bike tasfiye bikin.

Lê belê Kurdên ku bi bîrdoziya Serok APO di xeta PKKê de tekoşînê dimeşîne derfet nedan van paşverûtiyên ku xwe sipartiye desthiladariya hezar û çarsed salî ya ku bîrdoziya Îslama desthilatdar rê ve dibe, ku bi rengê nijadperestiya kapîtalîzmê êrîşî civakan dikir. Di roja me ya îro de lazime ev ji milê herkesî were dîtin. Di Rojhilata Navîn de hem argumanên siyasî û propoganda siyasî ya ku bi rêbaza Îslama 1400 salî ya bi desthilatdarî dihate kirin, dawî lê hatiye. Ji xwe têkçûna DAÎŞ'ê bi rengê leşkerî vê bi vekirî diyar dike.

Serketina li hemberî DAÎŞ ya li Rojava çavkaniya wê ya bingehîn, pişta wê ya herî saxlem serketina bîrdoziya Serok APO ye.

Ji bo wê jî pêwîst e em bizanin ku li Rojhilata Navîn pêwistiya me bi bîrdoziyeke, bi siyaseteke nû heye û em jê re dibêjim,“bîrdoziya, demokratîk” wekî sîstema siyasî jî em jê re dibêjin,“sîstema neteweya demokratîk" yan jî wekî sîstema konfederalizma demokratîk.” Hêdî hêdî ev bi rengekî tê dîtin. Mînak beriya demekê civînek li Erebistana Suudî hatiye çêkirin. Di wê civînê de jî bi kombûna gelek welatên Îslamî û bi 1300 delegê ve banga Îslama ku xwe sipartiye Îslamiyeta Medîne anîbû ser ziman. Serokatiya me jî dema ku paraznameyên xwe nivîsand Hevpeymana Medîne wekî têgîna demokratîk, wekî Îslamiya çandî anî bû ser ziman.

Em bizanibin Rojhilata Navîn 1400 sal e hemû îdolojî, siyaset, sîstemên siyasî yên ku ava bûne, an jî dixwazin ava bibin, bi rengekî nirxê civaka Rojhilata Navîn a kevnar ku bi zimanê Îslamî hatiye ser ziman, bê çare xwe dispêrîne wê. Dixwazin  jê hêz bigrin, nûbûna ku dixwazin di herêmê de bidin çêkirin jî wê nûbûnê cih didinê. Fikrê Îslamê, çanda îslamê, quralên Îslamê, exlaq wijdan ê Îslamê esas digrin. Ji bo wê jî gotina ku Serokatiya me aniye ser ziman ispata wê ya herî balkêş, mijara ku min niha anî ser ziman. Di heman demê de derketina ku AKP'ê li Tirkiyeyê pêk anî, piştre jî di alema Îslamê deng veda, bi rengekî pir sîstematîk bi rengê AKP, Erdogan li herêma Îslamî ya Rojhilata Navîn modelekê ava bikin, lawaza ku dijîn, krîza ku tê de ne, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an ketina ku rû da, ispat dike ku li Rojhilata Navîn kodên kevn ên îdeolojîk, çi yê reel sosyalîzm, çi yê lîberalîzm neteweperestî be ku xwe bi ûslûbê Îslamê dide der têk çûne. Bêguman  tiştê ku em di vê derê de wekî tevger ji vê gotina serok fam bikin û gelê me jê fam bike ev e; her diçe tesbîtên serokê me, xeta îdolojiya serokê me, tekoşîna ku ev xet bi rengê PKK'ê dimeşîne û rêxistina ku di nava civaka me de ava bûye ew tiştê ku serokatî behs dike ye, ew valatiya ku serokatî tîne ser ziman ew valatî bi rengekî hatiye dagirtin. Lawazî di vir de ye; tespîtên teorîk felsefîk û îdolojîk serokatiya me her roj nû isbat dike ku rast in, pêwistiya civaka Rojhilata Navîn û bi taybet civaka Kurd û Ereban jî pê heye. Lê mixabin ji bo xwe jî em vê her dem tînin ser ziman di aliyê rêxistin û siyasetkirina vê idolojiyê de em lawaz dimînin, em kêm dimînin. Ew jî zemîn vedike ku sîstema paşverû ya hezar salan ku di Rojhilata Navîn de riziya ye, bi her alî kirêtiyê xwe dide der, bihin ketiye, car caran wekî ku Erdogan tîne ser ziman, wekî ku hemle dike, wekî ku ji civakan re hêviye, wekî ku civakan rizgar bike wekî ku dikare civakan ji rewşên aloz, xeter û xirab derxe, bigihîne aramiyê hemleyê bike, esas mirov vê fam bike. Hêzên ku li ser xeta Serokatiya me ku her dem pêşveçûnan didin çêkirin, ger kêmasiyan nekin di aliyê rêxistinkirina civakê de zanekirin û perwerdekirina civakê de lawaziyên ku hene derbas nekin ew dagirker ew paşverû hêzên faşîst ên ku dîn dagir dikin, temenê wan dirêj dibe û dirêjbûna temenê wan tê wateya ku pirsgirêkên civakê aloztir bibin, kurtir bibin, bêtir xwîn birije, birçîbûn bêkarî çê bibe, talana welatan çê bibe. Mînak ev rojên dawî ku em dibînin bereketa civakê ya li ser erdê xwedê ku xwedê dide wan wê jî dişewitînin. Wê demê sîstema dagirker, sîstema paşverû, sîstema kirêt, sîstema faşîst nîjadperest ku bi xwîna mirovan xwe xwedî dike, êdî gihiştiye wê astê ku dikare nanê mirov, genimê mirov bişewitînin û mirovan birçî bihêlin. Dikarin vê bibêjin; me leşkerî bi we nikarî, em ê me bi fikrê xwe nikarî ew civaka ku ta niha xapandiye nikarin dîsa bixapînin û bigrin aliyê xwe dibêjin, madem hûn nehatin xapandin wê demê em we ji birçiya re bikujin. We bi birçîbûnê mihtacî xwe bikin, dema ku mirov li van teva dinere lîstokê pir mezin jî dibîne. Lîstokên  ku careke din civaka Rojhilata Navîn mihtackirina desthiladara ye, ji ber ku desthiladaran hemû dewlemendiya civaka me bi dest xistiye kirine dolar, xistine benga ku rastiya dîktatorên Rojhilata Navîn yê mîna El-Beşîr derdikeve û wekî perên ku di mala Rece Teyib Erdogan de derketî, di hindirê van 15 salên dawî dewlemendiya Başûrê Kurdistan ku derketiye mala Berzanî di bin destê xwe de kom kiriye, yanî dixwazin civakê careke din mihtacî xwe bikin.

Bê guman ev lîstok dibin sedem ku civaka Rojhilata Navîn li hember sîstemên kapîtalîst bisekine û wan bîne asta muhtackirinê jî. Ev lîstikeke pir xetere ye. Di şer de, di têkoşîna de di tu deman de artêşek çiqas zalim be jî ji bo pêwîstiya leşkerên xwe jî destdirêjiyê dewlemendiya û malê civakê nekiriye, dema ku kiriye jî ne şewitandiye, dest dane se têra xwe girtiye û piştre jî dora xwe nûkerên ku rêxistin kiriye dane wan. Lê di roja me ya îro de hêzên deshiladar ên Rojhilata Navîn ku dîmenên wan jî derketin artêşa Tirk bi makînên xwe li ber sînor xwe dirêjî rojavayê kurdistanê kir û genim şewitand.

Ev ji milekî aciziya wan e, ji milekî de bêçareya wan e, ji milekî din ve jî bê exlaqiyek, bê wijdaniyek, bê şerefiyek pir mezine.

Hêzên ku ji wan re dibêjin, dewlet hêzên ku em dibêjin, partiyên siyasî, hêzên ku em dibêjin, hikumet, artêş, istixbarat qerekterê wan di çi heye li beramberî civakan, bi çi fikrî radibin û rûdinên çawa difikirin û lê temaşî mirovan dikin, ev tev ji ber valahiya idolojî bi kêmkirina siyasetê rê dide ku civak van mirovên hov, van mirovên qirêj, faşîst bi kurtasî ev mirovên dijminên mirovahiyê nebînin. Ji bo wê jî valatiya îdolojîk siyasî kêmbûn teorî ev e demekê em ji tesbîtên serokatiya xwe vê jî fam bikin.

Di serî de wekî kadroyên PKK'ê welatparêzên PKK'ê sampatîzanên PKK'ê, rastiya Serokatî em ji gel re bibêjin û bêguman teorî jî ew e, yanî em van tiştan ji civakê re bidin nîşandan. Wekî ku heval Kemal Pîr berê gotibû “lazim kir 3 saet û lazim kir 300 saet bên gotin” civak vana bibîne û ew dîtinên ku di civakê de da avakirin bi têkiliyên xwe yê şoreşgerî pîvanên xwe yê îdolojîk ji civakê re bibêje. Lazime li himberî wan mirov bikeve ser rêkekê heman xeta ku bikaribe van mirovên qirêj ku li dijî mirovahiya insane têk bibe. Ji bo wê jî lazime mirov bi rêxistin bibe, lazime mirov têkoşîn bimeşîne, lê mixabin di serî de em wekî Tevgera PKK'ê, di serî de ji xwe re dibêjin mirovê ku li Rojhilata Navîn de li Kurdistanê li Tirkiyê, Erebistanê, li Îranê dijîn, wekî çepgir, wekî demokrat, wekî welatparêz, wekî îslamî xwe demokratîk pênase dikin, xwedî wijdanin, hemû deayên wan ji bo însaniyetê çêdibin em kêm dimînin van hovîtiyên ku li ser civakê tê meşandin em baş îzah nakin, valatî dihêlin û sîstemên serdest jî vê valatiyê wê baweriyê di xwe de dibîne û wê heqê di xwe de dibînê ku herdem hovanî û kirêtî li ser civakê bimeşîne.

Mînaka Hallaci Mansûr heye, dîsa felsefeya yek hirqe û yek loqme heye. Herî dawî grevên birçîbûnê 6 mehan berdewam kir. Ger em van mînakan û têkoşîna azadiya gelê Kurd di nav hev de binirxînin, em dikarin çi bêjin?

Serokatî ne tenê niha navê Hallaci Mansûr aniye ser ziman. Hema bêjin di heman paraznameyên serok de mînaka Hallaci Mansûr tê dayîn. Dema ku serok behsa têkoşîna civaka exlaqî û politîk dike ku di hevdîtina xwe ya dawî de serokatî got, ez sosyalîzm li gor çanda Rojhilata Navîn şîrove dikim. Li gor pênasa serokatiya me Hallaci Mansûr û kesayetên mîna wî şoreşgerên Rojhilata Navîn in, sosyalîstên dema xwe ne, şoreşgerên di dema xwe de li dijî dagirkeriyê li dijî zilmê û serdestan têkoşîn dan meşandin.

Hallaci Mansûr di pêvajoyê 900 de jiya ye, 922 de tê qetil kirin. Di wê demê de li Rojhilata Navîn mîna roja me ya serdestiyekî zalimane ya Ebasiya heye. Li beramberî civakan talanek dimeşîne, hêzekî leşgerî pir xurt li dora xwe kom kiriye û mixabin tam di wê demê de deshiladarên tirk hêzek pir mezin didin desthiladariya Ebasiyan. Dibûn leşkerên wan, ji bo wan şer dikin, ji bo wana mirovan dikujin, mîna roja me ya îroj çawa dewleta Tirk bi pêşengtiya AKP e paşverûtiyên kapîtalîzmê ji bo paşverûtiya îdeolojiya îslama desthiladar li Rojhilata Navîn de li dijî civakan şer dikin, hema mîna roja îro ye. Tenê nav û rêbaz guheriye. Erdogan îro serdest e, mîna dema Ebasiyan niha li dijî civakê şer dike. Ji bo wê jî Hallaci Mansûr ê wê demê û PKK a îro pir dişibin hev. Berxwedana Hallaci Mansûr wê demê û berxwedaniya şoreşgerên Kurdên vê demê jî heman ferasetê temsîl dike. Sedemê ku Serokatiya me balê dikşîne ser ev e.

Di heman demê de têkoşînên bi vî rengî di Rojhilata Navîn de fikr û ferasetek ava kiriye, çand û hêviyek ava kiriye, pîvan ava kiriye. Em dibêjin, pariyek, hirqayek. Ev rengê tekoşîna Hallaci û wekî wî ne, em dibêjin çi dibe bila bibe em li ser çiyayên Kurdistanê, derfet çiqas zehmet be jî em dîsa li ber xwe didin. Jİ bo gerîlayekî çawa tenê çentê wî, çek û rextê wî hebe bes e, Hallaci jî wisa gotiye, “hirqayek û pariyek hebe bes e, ez ê tekoşînê bimeşînim.”

Li beramberî sîstemên desthilatdar çi Îslamî be, çi kaptalîst be, çi jî lîberal be ferq nake li beramberî wê têkoşîna ku tê meşandin hêza xwe ji manawiyatê digre. Ji ber ku desthilatdar li ser civakê bi hêza madî xwe ferz dike, bi vî rengî dixwaze hindek ji civakê bikşîne milê xwe, mîna şewitandina zeviyan, civak birçî bihêle û bi xwe ve girê bide. Ev rêbazeke desthilatdaran e. Dixwazin her dem civakê bi birçîbûnê terbiye bikin, ji bo wê jî mirovên şoreşger ku li dijî desthiladariyê têkoşîn meşandiye ji roja destpêka mirovahiyê heta roja me ya îro û bi taybet berxwedêriya ku wekî şoreşger di çanda îslamê de derketine wana jî giranî dane manawiyê. Xwarina wan vexwarin û enerjiya wan ji manawiyê hatiye.

Grevên birçîbûnê ku me di kesayeta H.Leyla Guven û hevalên din de me dît, mirovê ku bi manewiyatê xwe xwedî bike, nan nexwe jî dikare têkoşîn bimeşîne. Di encam de grevên birçîbûnê xwarin û vexwarin wekî tiştên ku pêwîste tu bike ji bo tu jiyan bike negrtine dest, wê demê gelo çawa dibe mirovek şeş mehan li ber xwe bide, gelo wana çi xwarin wan manawî xwarin bi manawî xwe xwedî kirin bi manawîê xwe enercî girtin, bi vî rengî têkoşîn meşandin kevneşopiyekî pir kevin û pir bi bandor, rastiya Rojhilata Navîn dide jiyîn.

Manewiyat çi ye?

Maneviyat mirovê ku bi ruh tiştê madî ku di roja îro de ji mirovan re dibêje ew nebe nabe, jiyaneke lûks nebe nabe, mala te nebe hevjîna/ê te nebe nabe, zarokê te nebe nabe hwd... tu nikarî jiyan bikî destberdana wê ye.  Gotina hirqe û loqmeyekê tê wê watê, demekê jiyana mirov nayê wê watê ku pêwîste her dem di nava şetafetekê de be, heta şetafet israf e weke ku ol gotiye zerar dayîna jiyanê ye. Wê demê mirov wisa difikre bi manawî ji bo jiyanê, ji bo ez bijîm çi lazime ewqas bes e ji bo min, hewce tune her bajarî mala te hebe, ji bo zivistan û havînî tiştên te yên cûda hebin bi milyaran perê te hebin, gelo wekî mirovekî tu jiyan bikî, çi ji tere pêwîste, di derfetên mîna îroj de Loqmeyek û Hirqeyek bes e, ji ber ku ger tu karibe wisa jiyan bike tê karibe li himber deshiladariyê tekoşîn bimeşîne, ji ber ku desthiladar dixwazin bi pêşkêş kirina tiştên madî ji te re, te ji tekoşîna te qut bikin. Di encam de bi manawî jiyankirin, exlaqî jiyan kirine, bi wijdan jiyankirine, mirovê li dij xwe wekî xwe fikrandine, tiştê ku ji xwe re dixwaze ji mrovên din re dixwaze. Wekî ku Elewî û Êzîdî dibêjin xweda bide 72 miletan piştre bide min, ev e bi manawî jiyankirin bi exlaq jiyankirin.

Ji bo wê jî herdem di dîroka mirovahiyê de şoreşgeran li ser vê felsefê jiyîn e, ew mirovê şoreşger berxwedêr ew mirovê ku tişt ji bo mirovên din dixwaze. Ji ber ku şoreşger eger tiştê ku tê xwestin destpêkê ji bo mirov beramberî xwe, ji bo gelê xwe nexwaze, ne mimkine tekoşînekê bimeşîne. Mirovên şoreşger ger tenê ji bo xwe bixwaze dibe kapîtalîst.  Yê ku despêkê her tişt ji bo xwe dixwaze Erdogane, serokê DAIŞ ê ye, Tramp e, Pûtin e, Berzanî ne, kesên wisa despêkê ji xwe re dixwazin, ferqa mirovên şoreşger û berxwedêran û van kesan bi vî rengiye.

Divê mirov ji gelek aliyan ve li ser mînaka Hallac bisekinin. Serokatî her wiha rêbazê tekoşînê îfade dike, rixmê ku ewqas zilm û zor îşkence bi ser wî de hatiye kirin dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernedaye.

Hallac serê wî hatiye birandin û beriya ku were birandin çermê wî hatiye jêkirin, laşê wî perçe kirine û cihê ku desthiladarî îslam wekî navend ji xwe re esas girtine li wê derê hatine teşhîrkirin, mîna Bexda.

Diyar dike ku desthiladar li beramberî kesên ku li ber xwe didin çiqas bi hovane tevdigere û di heman demê de çiqas jê ditrsin. Ji ber ku bi rengekî hovane qetil dikin ku mirovên meyla nêta wan bi berxwedanê hebe li dijî dagirkeriyê zalim pêşî li wan bigre. Lê Helac xilas nebûne, desthiladara hatine û çûne, mîna ku ew deshiladarên ku Helac qetil kirine îroj bi milyonan kes nifiran li wan dikin, wan lenet dikin. Lê belê Helac dirûşma mirovatiyê ye mînakê mirovahiyê ye. Ji bo wê jî tekoşînên manawî vê difikre, mirin ne wekî bedena xwe bide an jî canê xwe bide, mirin li beramberî zalimtiyê tu tişt neke. Mirovê neheqiya derdora xwe nebîne bê deng bimîne ne bihîse pratîkek be jî divê li beramberê vê neheqiyê helwestê xwe nîşan nede ew mirov miriye. Ji ber ku mirov hebûnekî zindiye, zindîbûna mirov jî bi pîvan e, dema ku mirov bi pîvan tevbigere hindek tiştan qebûl bike û hin tiştan qebûl nake, evana ne nîşaneyên zindîbûn û jiyîna mirov e. Ger mirovek li himber neheqiya ku di herêma me de tê jiyankirin, mînak li ser kurdan ewqas neheqiya ku li himber tê meşandin, ger mirovek kurd li beramberî vê neheqiyê di nav helwestekê û tevgerekê de nebe, guhê xwe bigire, çavên xwe bigire, zimanê xwe bibire tê wê watê ku ev mirov miriye.

Mînak kî dikare bêje Hallac miriye, ger miriba me îroj çawa behsa wî bikra, çawa me yê bikra dirûşma têkoşîna xwe. Wê demê Hallac de rêbazê Heqîqeta jiyanê jî tê ser ziman. Jiyan ji bo mirovan heqîqet jiyankirine, heqîqet ew tiştê ku Hallac jiyan kiriye yan jî jiyana Hallac heqîqete.

Di vê mijarê de ev çanda Rojhilata Navîn ku di şexsê Hallac de îro Serokatiya me aniye ser ziman û careke din bi bîr xistiye di heman demê de ji me re vê dibêje; şert û merc çi dibin bila bibin, ku hûn bi mirineke trajîk re jî rû bi rû bimînin, divê hûn weke Hallac bikin. Dev ji têkoşîna xwe bernedin, ji ber ku jiyan ev e. Jiyan ne tiştekî din e. Jiyan, ne di bajarekî de mayîn e, ne di nav lûks de mayîn e, ne xwestekên maddî pir pêş dayîn e, ne bi rengekî dewlet an jî desthilatdarî jiyankirin e. Heqîqeta jiyana îro tişta ku Hallac jiya ye.  Tişta ku îro di xeta berxwedana PKK'ê de her roj bi dehan nûmûne tişta ku daye îspatkirin e. Ji bo na vê jî mirov dikare vê bibêje; ev sekin di heman demê de divê bibe ew sekna valatiya siyasetê ku di Rojhilata Navîn de tê jiyîn, ji wê tê derbaskirin. Ji ber ku di roja me ya îro de ji wê wêdetir pêwîstiya civaka Rojhilata Navîn bi tiştekî dîtir nîn e.

Ji berê ve di bin navê cîhadê de gelek cih hatine dagirkirin, hatine talankirin. Divê îro mînaka xwe di Xakurkê de şênber kir, dewleta Tirk jî axa Kurdistanê dixwaze dagir bike. Dewleta Tirk her tim xwe xwediyê Îslamê dide naskirin. Ger em vê dagirkeriyî û rastiya olan bigrin ber çavan dagirkerî û talana ku tê kirin çiqas cihê xwe digre?

Hem dewleta Tirk a dagirker, hem jî dagirker û desthilatdarên din ên li Kurdistanê çeka wan a herî xurt li beramberî Kurdan argûmanên olî ne. Bêguman ji despêk heta îro em weke tevger vê argûmanên olî ku tên bikaranîn em weke rastiya ol qebûl nakin. Ji ber ku ger ol bi rastî jî weke ku civak bawer dike ayeta xwedê be, li beramberî ol bi vî rengî îman heye, ger ew îman ferzên xwe li ser civakê daniye, ger ev ayet ji bo herkesî ferz in wê demê ew tiştên ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan dike pêwîst e Kurd jî bikin. Wê demê divê Kurd jî Tirkiyê dagir bikin, divê Kurd jî Tirkan qetil bikin, divê Kurd jî her cihê Tirkan bişewitînin. Nanên wan, genimên wan bişewitênin. Wisa nabe! Ti ol vê qebûl nake. Lê belê desthilatdar û dagirkerên di Kurdistanê de wisa dikin. Mesela Saddam jî bi bin navê Enfal ku Enfal navê sûreyeke Quranê ye qetlîama Halebçe bi rê ve biri bû û bi dehan hezaran Kurd qetil kiribû. Îro cumhurîslamê Îran, Kurdan di bin navê ku hûn li dijî xwedê derdikevin îdam dike. Dewleta Tirk jî hem di pêvajoya berxwedaniya xweserî de, hem di dagirkirina Efrînê de bi ayeta Kuranê meşand. Mesela dema Efrîn dagirkir, beriya ku operasyona dagirkirinê bide despêkirin ew êrîş di 90 hezar camiyên Tirkiyê de bi xwendina sûreya Fetîh ve hat deshpêkirin. Ji bo vê jî mirov nikare di vir de bahsa ol bike. Lê belê mixabin ev xet di nav civaka Îslam de 1400 sal in tê bikar anîn. Ji bo wê jî beşeke civakê ku ji xwe re dibêjin em Misilman in bawerî wan dikin an jî bi vê tên xapandin. Ev jî destekê dide çêkirin. Lewma dewleta Tirk dema artêşa dişîne Kurdistanê, dema bixwaze di cihekî de dagirkerî bide meşandin her tim argûmanên olî bi kar tîne. Mesela tê gotin, li ser çiyayê Kato nimêja cejnê tê kirin. Yan jî tê gotin, artêşa me bi îzna xwedê diçe Xakurkê û me diparêzin. Di vir de divê însan vê bifikire, madem Quran ayetên xwedê ne û li ber destê herkesî heye di kîjan ayeta Quranê de gotiye, misilmanek biçe axa misilmanekî din dagir bike, li ser wê axê nimêja cejna Remezanê bike û propaganda bike. Berovajî, Quran dibêje misilman hemû birayê hev in. Nakokiyên di navbera misilmanan de sulh esas e. Ger ji wan misilmanan yek nexwe ser xetê jî divê werê kuştin. Kurd bi taybet ji 90'î vir ve dixwazin pirsgirêka Kurdan di Rojhilata Navîn bi taybet jî di Bakur de çawa çareser bikin? Bi rengekî aştiyane û demokratîk. Baş e yê ku nayê ser xeta aştiyê kî ye? Dewleta Tirk e. Ger Îslamî were fikirandin, yan li gor Quranê were çûyîn di vir de Îslam heq dide kî ku ji bo yê din bikûje. Pir eşkere ye ku Quran heq dide Kurdan ku Tirka bikuje. Nexwe dewleta Tirk a ku dagirkeriya xwe li gor vî olî dide meşandin tê çi wateyê? Quran ji bo van jî dibeje, munafik. Dibêje, qetla van helal e. Ji bo vê jî divê hemû Kurd vê bizanibin, ew eskerên ku di Kurdistanê de tên kuştin, kîjan gerîla kîjan eskerê dikuje li gor Îslamê sevabekî mezin qezenc dike. Ev kaîdeyeke Îslamê ye. Eskerên ku tên Kurdistanê jî wê biçin cehennemê. Ev jî li gor qaîdeyên Îslamê ne. Ew eskerên Tirkan vê bizanibin, cehennemî ne. Jiyan jî bikin wê biçin cehennemê. Ji ber ku bi derewan hatine xapandin, hâlbukî rastî weke rojê li ber çavan e hatine xapandin û tevlî zilmê bûne. Ji ber ku Îslam di niyet de jî tevlîbûna zilmê qebûl nake, guneh dibîne. Nexwe tişta ku di navbera Kurd û dewleta Tirk diqewime kî zilm dike, kî mazlum e? Kî heq e, kî niheq e? Kê welatê kê dagir kiriye? Kî zimanê kî qedexe kiriye? Kî nasnameya kî qedexe kiriye? Kî welatê kî dişewitîne? Kî kî terorîst dibîne? Eşkere li ber çav e. Ji bo vê jî ji bo derbaskirina valatiya îdeolojîk, teorîk û siyasî di serî de misilmanên Kurd, dîsa Tirk tawambar in. Mesela di dema dawî de hilbijartina Stenbolê ketiye rojevê. Di çapemeniyê de hat gotin, Kurdên oldar deng bidin kî wê ew bi ser kevin. Rûxmê van tiştan Kurdên oldar, yên ku xwe oldar dibînin gelo wê deng bidin AKPê? Ger bidin wê ev were çi wateyê? Ger bidin ferqa wan ji wan eskerên ku li Kurdistanê dagirkeriyê didin meşandin tûne ye. Ji ber ku li gor rêgeza Îslamê di qelbê xwe de piçûk niyetkirina zilmê jî guneh e. Wê demê AKP li beramberî civaka Tirk jî, li beramberî civaka Kurd jî û hwd. Kêmasiya kesên ku ji xwe re dibêjin em oldar in. Wê demê ew jî Îslama demokratîk, ahlakî nizanin. Ger zanibin jî pê bawer nakin. Ger bawer dikin jî ditirsin, nabêjin. Ev tev jî li gor Îslamê guneh in. Wê demê ji bo di aliyê siyasî û teorî de hin derdor xwe temam bikin, valatiya ku tê jiyîn derbas bikin, ev derdorên oldar ên xwedî wîcdan in. Di vê mijarê de hin kes dixwazin hewldanek çêbikin. Hin oldarên Kurd hene ku dixwazin hin tiştan bînin ser ziman, lê belê ji ber ku di çarçoveyeke teng, di aliyê kurbûnê de tişta ku tê xwestin ne hatiye jiyankirin kêm dimînin, nikarin xwe îfade bikin. Ji bo wê jî ew valatiya bîrdozî û siyasî di Rojhilata Navîn de tê jiyan kirin herî zêde bi dewleta Tirk bi destê AKPê bi rengekî kufur li beramberî hemû civakan bi kar tîne. Ev rewşeke trajîk e, rewşeke ku gunehbarî tije ye. Ne ol, ne sosyalîzm heta hin caran lîberalîzm jî vê qebûl nake. Pêwîst e, di serî de oldarên Kurdistanê tevahî oldar vê bibînin û bizanibin. Madem oldar in, madem nimêjê dikin, madem rojî digrin, madem dibêjin baweriya me bi xwedê heye, divê ji bîr nekin ku niyetkirina zilmê jî guneh e. Di roja me ya îro de ewqas zilm dimeşe, tu çavên xwe, guhên xwe, zimanên xwe digre. Ji xwe di Quranê de ji bo van kesan tê gotin, kesên kor, kesên ker, kesêr lal. Wisa li wan hatiye. Ji xwe ger însanek ker, kor û lal be nikare ji xwe re bibêje ez însanekî tam im. Ger însan temam jî nebe bixwaze, nexwaze di aliyê jiyanê de her tim di nav guneh de ye.

Hilbijartinên 23'ê Hezîrana 2019 wê çi bi bawerî û olên ku êdî nikarin li Tirkiyê nefes bigrin bide qezenckirin?

Di serî de wê di asteke pir jor de pêşiya îstîsmarkirina ola Îslamê bigre. Ji ber ku ger AKP di vê hilbijartinê de li bin bikeve, kî ji xwe AKP ev çar sal in ne bi hilbijartinan li ser lingan e. AKP partiyeke faşîst, înkarê ye.  Bi MHPê re tifaqek çêkiriye, bi dadgehan, bi polîs û eskeran xwe li ser lingan dihêle. Mesela hilbijartina herî dawî ya ku li Kurdistanê hat kirin û hat girtin bi destê eskeran hat girtin. Hilbijartineke normal nebûye. Ji bo wê jî serdestiya xwe dixwaze bi hilbijartinan meşrû bike. Ger di hilbijartina Stenbolê de bin bikeve wê darbeyeke pir mezin bixwe. Êdî nikare derewa 'ez bi hilbijartinê li ser piya me' bike. Wê ji her demê zêdetir were dîtin ku AKP hêzeke tundiyê ye. Ne partiyeke siyasî ye ku dikeve hilbijartinan û bi ser dikeve. Diz e, talanker e, dîktator û faşîst e. Bi sed hezaran eskerên bi pere girtiye, îstîxbarata xwe bi cih kiriye. Bala xwe bidinê, gel ji birçîna dimre ew dibêje, pîşesaziya me ya parastina milî balafiran çêdike, bombeyan diavêje. Partiyeke bi vî rengî ye. Karê AKP'ê bi civakê re, bi nan û ava civakê re nîn e, nemaye. 4 salên dawî bi vî rengî ye. Sedem çi ye? Got, “ger ez wisa bikim ez dikarin PKK û Kurdan tasfiye bikim. Ger min PKK û Kurd tasfiye kir wê Tirkiye ji min re bimîne. Tirkiye di cihekî stratejîk de ye. Dewleteke Îslamî ye. Ji xwe di Rojhilata Navîn de Îslam di nav krîzê de ye. Ereb ji hêz ketine. Wê demê ez wek Osmaniyan dikarin tevahî Kurdistanê dagir bikim, li ser Iraqê hespê xwe bibezînim, li ser Sûriyê şûrê xwe bikşînim, Erebîstana Suudî jî tehdîd bikim. Çawa ku di dema xwe de Yavuz Sultan Selîm çû Misir girt û xwe halîfe îlan kir ez dikarim xwe bikim halîfe.” Ev îstîsmareke mezin bû. Civaka ku li Tirkiyê birçî dijî û Erdogan wana bi tang û top, balafiran motîve dike, bi nimêja li ser çiyayê Kato dixwaze li ser lingan bigre sedî 90 bi ol hatine xapandin. Ji bo wê bêdeng dimînin. Ger di hilbijartinên Stenbolê de wek ku tê xwestin encam negre ew derewên ku di bin navê ol de dike wê darbeyeke mezin bixwe. Civaka Îslam wê nefesekê bigre. Ji bo wê jî binketina AKP'ê ya di hilbijartina Stenbolê wê xêra herî mezin li Misilmanên Tirkiyê bike. Ji ber ku Misilmanên Tirkiyê wê ji derewkerekî, talankerekî, îsrafkerekî, dagirker û zalimekî xilas bibin. Di rastiyê de misilmanên Tirkiyeyê bi AKP'ê re dikevin nav gunehan. Heta AKP hebe çiqas jî misilmanên Tirkiyê baş jî bin dikevin gunehan. Ji ber ku rejîmeke gunehbar li ser wan e û ew jî bêdeng dimînin, tevlî wê dibin. Ji bo wê ev hilbijartina Stenbolê ji bo Misilmanên Tirk îmtîhana herî mezin e. Misilmanên Tirk ger dixwazin ji gunehbariyê rizgar bibin divê di vê hilbijartinê de darbeyekê li AKP'ê bixin û xwe ji vê gûnehê rizgar bikin. Dengdayîn weke mafê demokratîk tê ser ziman. Ez bi taybet ji bo misilmanên ku li Stenbolê dijîn  bibêjim, ger bixwazibin sewab qezenc bikin wê demê divê deng nedin AKP'ê. Ez nabêjim îlla biçin deng bidin Îmamoglû. Bila neçin ser sindoqan deng nedin AKP'ê. Ev sewabeke mezin e. Vê carê, çav, dev û guhên xwe ji bo AKP'ê bigrin. Yanî vê carê ji zilmê re bigrin, xwe tevlî zilmê nekin. Ev di ola Îslamê de jî heye. Ger hêz û teqata te nîn be jî dema zilm di ser te de hat, xwest te tevlî xwe bike, te bike şirîkê xwe çav, dev û guhên xwe bigre û xwe ji zilmê biparêze. Heta niha we bi rengekî destek dida, vê carê wisa nekin. Ev jî wê tiştekî baş be vê carê.

Erê, hilbijartinên Stenbolê girîng e. Lê ne her tişt e. Em vê jî bizanibin. AKP ne ew partiye ku bi hilbijartinan li ser piyan e. Ji bo wê jî yên ku di faşîzma xwe ji piya digrin hilbijartin ji bo wan ne girîng e. Ger girîng bûya ji xwe li Stenbolê hilbijartin hatibûn çêkirin û wan jî hilbijartin betal nedikirin. Ji bo wê divê em her tiştê xwe bi hilbijartinê ve girê nedin. Ket û çû nîn e. Ji xwe di hilbijartinan de çûbû lê naçe. Ji bo çûyîna faşîzmê rêbazên din pêwîst in. Ew rêbaz jî îro gerîla nîşan dide. Berxwedana grevên birçîbûnê nîşan da. Berxwedana dayikên me yên laçikspî nîşan da. Ne ku hilbijartin ne girîng e, lê ger em bixwazibin faşîzmê têk bibin divê em têkoşîna ku îro Tevgera Azadiyê dide meşandin esas bigrin. Ger em di hilbijartinan de jî bi ser kevin ev ji bo têkoşîna ku em didin meşandin moralek e, motîvasyonek e. Wê encameke cûdatir bi xwe re bîne. Li ser vî esasî ez di hilbijartinên Stenbolê de ji derdorên demokrat û welatparêzan re serketinê dixwazim.