'Em ê li ser şopa hevrê Sema bin'

Endama KJK'ê Rojda Sîwerek, Sema Yuce ya ku 17'ê Hezîrana 1998'an şehîd bû bi bîr anî û got, "Çalakiya Sema Yuce bandoreke mezin li gel kir. Em jî li ser şopa hevrê Sema ne."

Sema Yuce 21'ê Adara 1998'an li Girtîgeha Çanakkaleyê di Newrozê de bedena xwe da ber agir û 17'ê Hezîrana 1998'an şehîd bû. Endama Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê Rojda Sîwerek bi wesîleya salvegera şehadeta Sema Yuce ji ANF'ê re axivî. Sîwerek bal kişand ser tevlîbûna jinan li nava partiyê û got, "Mîna ku Rêbertî dibêje PKK partiya jinan e. Dema PKK derkete holê tevlîbûna jinan kêm bû, lê belê piştî ku PKK û rêbertî hatin naskirin bi hezaran jin tevlî nava refên gerîla bûn. Yek ji jinên tevlî partiyê bû jî hevala Sara bû. Wê demê hejmara wan gelekî kêm bû, lê belê di encama ked û hewldanên wan bi hezaran jin tevlî nava refên partiyê bûn.

Salên 1990'î li dijî zilma dewletê Zekiye Alkan li Amedê dbedena xwe da ber agir. Hevala Sema Yuce ku vê yekê gelekî bandor lê kiribû tevlî partiyê bû. Hevala Sema ji herêma Serhedê ye. Her kes bi berxwedêriya gelê herêma Serhedê dizane. Hevala Sema dema ku tevlî nava refên partiyê bû li zanîngehê beşa sosyolojiyê dixwend. Hevala Sema piştî ku tevlî nava partiyê bû li qada Rêbertî ma. Rêbertî ji hevala Sema re dibêje, 'Eger tu karibe xwe biparêze wê milîtaneke gelekî baş ji te derkeve'. Hevala Sema ji bo di vê çarçoveyê de şer bike vedigere welêt."

JIN TIMÎ BÛN PÊŞENGÊN CIVAKÊ

Rojda Sîwerek diyar kir, Sema Yuce piştî ku vegeriya welat di encama komployeke mezin de êsîr hate girtin û got, "Berxwedana hevrê Sema ya li zindanê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Hevala Sema mîrateya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê dewr wergirt û di çalakiya xwe de xurt kir. 8'ê Adara 1998'an got, 'Ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê ez ê pirekê ava bikim' û çalakiya xwe pêk anî. Çar meha li nexweşxaneyê hate dermankirin. Di nava çar mehên nexweşxaneyê de moral û motîvasyona hevala Sema kêm nebû.

Çalakiya hevala Sema bandoreke mezin li gel kir. Em jî li ser şopa wan in. Rêberê me timî bersiv da şehîdan û têkoşîn mezin kir. Salên 1996, 1997, 1998'an tevlîbûna jinan li nava partiyê gelekî zêde bû. Niha jî têkoşîna YPJ, YJA-Starê didome. Jin her tim pêşengên civakê ne. Em soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê şehîdan bin."