Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ku 18'ê Nîsana 1992'an ji aliyê Mûsa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Abdûrrahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender, Suleyman Înanoglû, Yaşar Kaya û gelek rewşenbîrên din ên Kurd ve hate damezrandin, Kanûna 2016'an ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate girtin.
Ji bo dagirtina vê valahiyê, Adara 2017'an Komeleya Lêkolînên Kurdî ava bû. Ji hingî ve li ser ziman, çand û wêjeya Kurdî lêkolînan dike û hewl dide piştî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê vî karî bidomîne. Endamên Desteya Rêveber Sîpan Haco û Eyyup Sûbaşi li ser karê xwe ji me re axivîn.
ME HEWL DAN VALAHIYA ENSTÎTUYÊ DAGIRIN
Sîpan Haco diyar kir ku Komeleya Lêkolînên Kurdî bi mîsyona temamkirina karê Enstîtıya Kurdî ya Stenbolê rabûye û got, "Ji sala 1992'an û vir ve li ser mijarên wêje, ziman û dîrokê karekî cidî û bingeheke xurt hebû li Stenbolê. Piştî ku enstîtu hate girtin, valahiyek çêbû. Me xwest vê valahiyê dagirin û bi vê wesîleyê me hewl dan Komeleya Lêkolînên Kurd ava bikin. Adara 2017'an me bi rengekî fermî komeleya xwe ava kir. Ji hingî ve karê me dewam dike."
Haco anî ziman, ku ew bi giranî perwerdeya bi Kurdî didin, materyalên di vî warî de amade dikin, li ser dîrok û wêjeya Kurdî hem berhemên nivîskî hem jî yên devkî lêkolîn dikin.
Haco diyar kir, perwerdeya li Komeleya Lêkolînên Kurdî salê sê heyam e û got, "Di perwerdeyên me de 5 kurs hene ku yek ji wan kursa mamostetiyê ye... Salê bi qasî 200-300 kes tevlî kursan dibin. Ji ber pêvajoya heyî tevlîbûna niha hinekî kêm e. Bi giranî bi zaravayên Kurmancî û Zazakî atolyeyên me yên ziman hene. Perwerdeyên me yên bi van zaravayan heta asta herî bilind tên dayin. Wekî din, me yekemcar atolyekeke xwe bi zaravayê Soranî vekir. Di perwerdeya xwe de bêguman me mîrateya Enstîtuya Kurd a Stenbolê dewr girt. Em materyalên wan bi kar tînin ku ew materyal bi demê de di dibistanên dewletê de, di dersên hilbijartî yên Kurdî de jî weke referans hatin nîşandan."
STATUYA GEL Û ZIMÊN
Sîpan Haco got, di mijara pêşvebirina ziman an jî perwerdeyê de saziyên bi vî rengî bi tena serê xwe têrker nînin û wiha dewam kir: "Ji bo lêkolîneke zanistî ya li ser wêje û dîroka gelekî, pêwîstî bi bingeheke xurt heye. Beriya her tiştî divê ew gel û zimanê wî gelî xwedî statuyekê be. Zimanê Dayikê şertê ewilî ye. Eger ev bibe wê hingî ziman ji asîmîlasyon û metirsiya tinebûnê rizgar bibe. Li Tirkiyeyê niha ev şert nîne. Tenê saziyên ziman hene. Hevalên di vî warî de dixebitin bi ked û fedakariya xwe hewl didin Kurdî bi pêş ve bibin. Bêguman ev têrê nake. Beriya her tiştî li qada siyasî kêmasiyên cidî hene. Ti ji rêxistinên siyasî li ser ziman projeyeke xwe nîne û mixabin karekî di vî warî de nakin. Ev bar tenê li ser saziyên ziman dimîne. Divê ev kêmasî çareser bibe."
Haco bal kişand ser bandora neyînî ya Rewşa Awarte ya li ser saziyên ziman û got, "Bi rabûna Rewşa Awarte re kursên nû yên ziman vebûn. Li Îzmîr, Wan, Êlih, Amedê vebûn. Hêvîdar im wê li cihên din jî mîna berê vebe."
DIVÊ ZIMAN LI HER QADÊ BÊ BIKARANÎN
Eyyup Sûbaşi jî diyar kir ku divê ew ji perspektîfeke giştî li mijara pêşvebirina Kurdî binerin û got, "Ji bo pêşvebirina ziman, 10 an jî 20 kovar bên derxistin jî bi têra xwe tesîrê nake. Beriya her tiştî divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Li dibistanan û li zanîngehan bê bikaranîn. Karê ku em dikin ji bo dema dirêj ziman bi pêş ve nabe, tenê bingehê datîne. Ji bo zimanek karibe bi pêş bikeve, divê li her qadê hebe. Mînak; divê qenalên televîzyonê hebin, ji rêze-fîlman heta fîlman, divê weşaneke xurt pê were kirin. Li zanîngehan jî divê bi vî rengî be. Bêguman em li vir 3 heyaman kursê didin û hewl didin tevkariyê bikin. Lê belê bi van dersan ancax salê 500 kes bê perwerdekirin. Li Tirkiyeyê 25-30 milyon Kurd hene. Lewma derfetên me kêm in. Eger tenê bi vî karê em dikin em rabin bêjin ku em ê Kurdî wiha bi pêş bixin, ev ê bibe neheqî li Kurdî. Ev yek tenê bingeheke ji bo karên siberojê."
'ZIMAN JI BO ME HER TIŞT E'
Sûbaşi destnîşan kir ku karên bingehîn ên Komeleya Lêkolînên Kurdî, ya jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê divê bên dîtin û got, "Ji ber ku ziman ji bo me her tişt e. Eger zimanê me jî ji dest biçe, hingî tiştek namîne, asîmîlasyon wê bi ser bikeve. Em xwe heta cihekî diparêzin. Lê belê Kurdî ne tenê zimanekî axaftina rojane ye. Eger zimanek tenê weke zimanekî axaftina rojane bê dîtin, ev ê bibe neheqiyeke mezin li wî zimanî. Ji xwe polîtîkayên niha tên meşandin jî bi vê armancê ne."
Sîpan Haco herî dawî bi bîr xist ku polîtîkayên asîmîlasyonê dewam dikin û got, "Ji bo em karibin van polîtîkayan bişikînin, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û fedakariyê bikin. Ji ber vê yekê em li benda desteka Kurdên li Stenbolê ne. Bila werin tevlî perwerdeyên me bibin. Eger em bi hev re xwedî li Kurdî derkevin, em ê wê çaxê karibin bi pêş bixin."