Elma yê ku sîxurî lê hate ferzkirin: Li binê wî konê xiyanetê rûnenên

Mehmet Emîn Elma yek ji wan kesan e ku ji bo li pêşiya avahiya HDP'ê rûnê, zext û zordariyeke mezin destê dewleta Tirk dît. Elma bang li wan malbatan kir ên ketine xefikê: "Li binê wê kona şerm û xiyanetê rûnenên."

Dewleta Tirk ji Tebaxa 2019'an û vir ve hin malbatan li binê konên li pêşiya avahiya HDP'ê ya li Amedê dide rûniştandin û lîstikeke qirêj amade dike. Di rewşeke welê de ku destûr nayê dayin çelengek jî li pêşiya avahiyeke AKP'ê bê danîn, li gelek bajar û navçeyan bi organîzeyî kon li ber avahiya HDP'ê hatiye vedan û nobed tê girtin. Mesrefê vê jî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tê dayin. Ne tenê mesref, her wiha maeş jî ji wan kesan re tê dayin.

Lê belê eşkere bû ku gelek ji van malbatên wêneyan hildidin û dibêjin 'ez ewladê xwe dixwazim' zarokên wan nîne. Hêzên dewleta Tirk her wiha têkiliyê bi hin malbatên ku zarokên wan li nava refên têkoşîna azadiyê ne datîne û ji wan jî dixwaze ku di berdêla pereyan de li pêşiya avahiya HDP'ê rûnên. Sîxuriyê li wan ferz dike. Yên ku qebûl nakin jî bi kuştinê gefê li wan dixwe.

Yek ji wan jî malbata Mehmet Emîn Elma ye ku ji gundê Marînê yê Nisêbînê ye. Ji ber zext û zordariya dewleta Tirk neçar ma koçî Stenbolê bike. Ji ber ku zarokên wan li nava refên gerîla ye, bi salan dewleta Tirk zext, zordarî û şantaj lê kir.

Gef li Mehmet Emîn Elma hate xwarin ku tevlî nava wan malbatên li pêşiya avahiya HDP'ê bibe. Elma ji ANF'ê re qala vê zordariyê kir.

Mehmet Emîn Elma diyar kir ku rojekê ji nûmareyeke nediyar lê geriyan, pirsa "Ez dikarim bi Mehmet beg re biaxivim?" jê pirsî û got, "Hîn beriya ku bipirsim bê kî ye, bi xwe got 'Ez ji Jendermeya Bajêr a Mêrdînê digerim, têkildarî Orhan min telefon kiribû'. Ez tirsiyam, min got 'gelo şehîd bûye, wê li ser şehadeta wî biaxive?' Pirsî got 'Hûn agahiyê jê distînin?' Dema ku ev pirs kir bêhn hate ber min. Min got 'na'. Bi dewamî got, 'Bi tevkariya Wezîrê me yê Karên Hundir Birêz Suleyman Soylû em dixwazin hûn jî tevlî nobeda rizgarkirina ewladên xwe bibin. Em ewladên xwe rizgar bikin'.

Min jî got 'Nobeda çi, min fêhm nekir'. Kesê ku diaxivî bal kişand ser çalakiya kon a li ber avahiya HDP'ê û got, 'Bû wesîle ku gelek malbatên me bigihêjin ewladên xwe. Birêz wezîrê me li benda we ye. Got, em ê mesrefa rê, bicihbûnê her wiha alîkariya madî bidin. Min jî got, 'HDP'ê zarokên me neşandiye ku ji wan bixwazim'. Li ser vê yekê wî kesî kire barebar û got, 'Hûn terorîst in. Mîna hestiyên xwişka te wê di demeke nêz de cenazeyê Orhan jî bê. Saeteke ez bi xweşiyê te vedixwînim, h ûn ji xweşiyê fêhm nakin. Ka ez te bidim girtin, tu yê bibîne, terorîstê pîs'.

Piştî vê gotinê telfon hate girtin. Bi heman gef û heqaretê ji heman nûmeraya telefonê çend caran li min geriyan.

Her wiha ji Jendermeya Bajêr a Şirnexê 4 caran li min geriyan. Ya ku li min geriya wezîfedareke jin bû. Got, ew ji Jendermeya Bajêr a Şirnexê digire, dixwaze li ser birayê min Orhan çend pirsan bike. Pirsî 'hûn agahiyê jê distînin?' Min got, 'Na'. Min got nizanim ku niha li ku ye."

'EM Ê TE LI CIHEKÎ KU KES PÊ NIZANE BINAX BIKIN'

Elma bi bîr xist ku ew rêveberekî HDP'ê yê navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê ye û got, "Li ser rêya avahiya navçeyê pêşî li min girtin û gotin, 'Em ji îstîxbaratê ne, divê tu bi me re bê, em ê bi te re biaxivin'. Min jî got ez naxwazim biaxivim. Herî dawî li Esenlerê dema ji otobusê peya bûm û derbasî aliyê din ê rê bûm li ser pirê 3 kes li disekinî. Sekinandin û gotin, 'Polîs' û li nasnameyê pirsîn. Min nasnameya xwe da wan, bi dev ez li erdê dirêj kirin. Yê ku nasname stand got 'temam, tu ye'. Kelepçe kirin û ez rakirin. Dema min pirsî 'Hûn çi dikin, sûcê min çi ye?' gotin 'Em ê qala sûcê te bikin' û bi zorê ez xistin hundirê wesayitê.

Du kes jî li pişt wesayitê bi min re siwar bûn. Ajokar jî timî sixêf dikir, gef dixwar. Yekî ji wan bi van gotinan pêşniyara sîxuriyê kir: 'Tu ji gotinê fêhm nake, dema me got agahiyê bide me tu dibêje 'agahiya çi' û me cidî nabîne. Îşev ya tu yê agahiyê bide ya jî em ê fîşekekê berdin serê te. Em ê li cihekî ku kes pê nizane te binax bikin. Ji çiyê du kadro hatine, ji bo çalakikyê bikin. Em zanin, agahiya te jî heye. Hîn bibe bê ev kî ne, teslîmî me bike. Jiyana te jî wê rizgar bibe'. Min jî got, 'Kadroyên çi, agahiya min ji vê nîne'. Hingî kulm li rûyê min xistin. Tiving li serê min xistin.

Wesayit sekinî bû, heman kesan gefa kuştinê li min dixwarin. Ez bi devkî avêtin erdê. Piştre rahiştin min û pişta min dan dîwar, berê çekê dan serê min û got, 'Xilasiya te nîne, tu yê wan herdu kadroyan hîn bibe û teslîm bike. Yan jî wê serê te parçe bibe'. Min jî ji wan re got, 'Haya min ji tiştekî tune ye'. Kulm û pihîn li zikê min xistin.

Wê şevê heta sibehê nekarî razêm. Serê sibeê çûm avahiya partiyê, min ji kesî re qala rewşê nekir. Ji bo birînên li ser rûyê xwe jî min got 'ketim erdê, rûyê min li maseyê ket'. Êvarê dema hatim malê, taksiyek li kolana me bala min kişand. Min nihêrî ku heman polîs ji paceyê min dişopînin. Çûm jorê û ji paca malê mi lê temaşe kir, ku ew taksî çûye. Wê şevê min biryar da ku welêt biterikînim. Piştî hefteyekê jî min her tiştê xwe da şebekeyê û tevî malbata xwe derketim derveyî welat, bûm penaber."

'EWLADÊ HINEK JI WAN TEQEZ LI NAVA REFÊN GERÎLA NÎNE'

Elma bi dewamî anî ziman ku hin ji kesên li ber avhaiyên HDP'ê hatine rûniştandin ewladên wan teqez li nava gerîla nîne, her wiha hinek ji wan ewladên wan nîne û got, "Lê belê hinek ên ku ewladên wan di nava têkoşînê de hene, ji ber lawaziya xwe ketine vê xefikê û lîstika qirêj. Lê belê rûmet di ser her tiştî re ye. Ewladên we, xwişk û birayên we vê rewşa we qebûl nakin, gelek caran ji wê derê bang li malbatên xwe kirin. Gotin 'Nebin amûrek ji van polîtîkayên qirêj'. Rûmeta me nekin amûrek ji polîtîkayên qirêj re. Destûrê nedin ku ji AKP'ê re bibe amûreke hilbijartinê. Weke malbatên kesên ku îradeya wan xurt e, em rê nedin ku îradeya me bişikînin. Li binê wî konê şermê û xiyanetê rûnenên."