El-Asî: Êrîş bibe wê şerekî berfireh li Rojava biqewime

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî diyar kir ku ne dûr e ku dewleta Tirk êrîşî herêmê bike got: "Her êrîşek tê wateya şerekî nû yê bê dawî, wê şer li seranserî sînor ji Dêrikê bigire û heta Efrînê be.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî têkildarî nûçeyên girêdayî amadekariyên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişekê li ser Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ji ANHA`yê re nirxand.

Zêdan El-Asî got ku dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê ve êrişî Sûriyê dike û bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re êrişên xwe zêdetir kir.

El-Asî destnîşan kir ku ne dûr e ku dewleta Tirk êrîşî herêmê bike û wiha domand: "Her êrîşeke dewleta Tirk tê wateya şerekî nû yê bê dawî û wê encamên wê li ser Sûriyê û herêmê bi giştî kareset be."

El-Asî anî ziman ku plana dewleta Tirk a êrişê li ser herêma Dêrikê û Şengalê pir xeter e û ev yek li gotina xwe zêde kir: "Heke dewleta Tirk êrîş bike yan jî kiryarekî din bike, şerê ku derkeve dê ne tenê li Dêrikê be, lê belê wê şerekî vekirî be û li seranserî sînorên ji Dêrikê heta bi Efrînê bigire nav xwe."

Zêdan El-Asî eşkere kir ku heke dewleta Tirk êrîşî Dêrikê bike, wê bi erêkirina hêzên Iraqê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî be û wiha gotina xwe dewam kir: "Ne pêkan e ku êrişeke bêyî ku şewqa kesk ji Iraqê bigire ku derbasî herêmê bibe pêk were, her wiha mirov dikare bale bikişîne ser baregehên hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li herêma Dêrikê jî bike."

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola Rûsya û rola hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên muhtemel û wiha gotina xwe dewam kir: " Em bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û li dijî êrişên nû yên dewleta Tirk bisekinin. Heke êriş li dijî Dêrikê be yan jî li dijî herêmek din be, garantor hene ku ew jî Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ne. Her wiha hêzên hikumetê hene ku îdîa dike ku ew hêzên rewa yê vî welatî ne, ji lew ra astengkirina êrişên muhtemel ji van aliyan tê xwestin."

El-Asî got: “Heke hikumeta Şamê dixwaze parastina erdnîgariya Sûriyê bike wekî ku îdîa dike, divê li dijî êrişan bisekine, lê heke têkildarî têkbirina Rêveberiya Xweser peyman di navbera hikumeta Şamê û Rûsyayê de hebe, encamên vê yekê wê li ser hemû Sûriyê neyînî be û wê xizmeta yekitiya Sûriyê neke.

Zêdan El-Asî binketina êrîşên dewleta Tirk ên dawîn ên li dijî Eyn Îsayê bibîr xist û got:"Dewleta Tirk di hewldana dagirkirina Eyn Îsayê de zêdetirî carekê bi bin ket û nekarî parçeyekî ji vî bajarî dagir bike yan jî bi pêşde were."

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî di dawiya gotina xwe îşaret bi wê vê yekê kir ku hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bersiva êrîşên dewleta Tirk bidin û got: "Em hêzên leşkerî û Hêzên Sûriya Demorkatîk soz didin gelê xwe heke dewleta Tirk êrîş bike, em ê rê nedin wan ku xaka me dagir bike û derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin."