Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ebdî: Me bi Rûsyayê re li ser mijarên zêdekirina xebatên hevpar li hev kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî têkildarî hevdîtina bi fermandarê hêzên Rûs ên li Sûriye Alexander Chaîko re daxuyaniyek da, ragihand ku wan li ser bipêkirinên dewleta Tirk a 23’yê Cotmeha 2019’an li hev kiribûn û qetlîama Helîncê axivîne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê daxuyanî da û ev got: “Em bi fermandarê Hêzên Rûsya ya li Sûriyeyê Alexander Chaîko re hevdîtin kir. Di civînê de li ser mijarên hevpar nîqaş li ser binpêkirinên Tirkiyeyê ya peymana 23’yê Cotmehê û qetilkirina 3 aktivîstên Kurd ên li Kobanê bû.

Her wiha di civînê de li ser mijara di asta koordînasyon û dîsa zêdekirina xebatên hevpar de me li hev kir. Ji ber xebatên wan ên di mijara kêmkirina aloziyan de jî me spasiya wan kir.”

Artêşa Tirk a dagirker 3’yê Hezîranê bi SÎHA’yan maleke ya gundê Helîncê ya Kobanê kiribû hedef û di vê êrîşê de 2 jê endamên Koordînasyona Kongreya Star 3 jin hatibûn qetilkirin.