Doza Nisêbînê pêk hat

Rûniştina doza 3 girtiyên ji Doza Nisêbînê dihatin darezandin pêk hat.

Rûniştina 3’emîn a doza 70 kesên ji wan 17 jê zarok ku 26’ê Gulana 2016’an di dema berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn girtin pêk hat. Rûniştina li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat bi nasandina nasnameyan destpê kir.

Destpêkê rûniştina doza derbarê Dîlber Tanrikûlû hatibû vekirin pêk hat. Tanrikûlû ya li rûniştinê amade bû, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê parastina wê dest daniye ser û hê radestî wê nekiriye. Tanrikûlû anî ziman ji bo vê wê parastinê neke. Dadgehê ji bo Tanrikûlû parastinê bike dem da û rûniştin taloqî 3’yê Kanûnê kir.

Piştre jî rûniştina Firat Çîftçî yê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê tê ragirtin pêk hat. Çîftçî yê li salona rûniştinê amade bû, anî ziman ku wê li gel parêzerê xwe yê taybet parastinê bike, ji bo parastinê dem xwest. Dadehê ya daxwaz erê kir, rûniştin taloqî 10’ê Kanûnê kir.

Herî dawî rûniştina doza Recep yel ê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê tê ragirtin pêk hat. Yel ê li rûniştinê amade, daxwaz reda dadger kir. Yel daxwaza dosyaya berê ya têkildarî wî kir, diyar kir ku dosya weke CD ji bo wî hatiye şandin, lê ji ber li girtîgehê bû negihiştiyê. Yel ji bo parastinê daxwaza dem kir.

Dadgehê ji bo daxwaz Yel weke ‘dirêjkirina dadgehê’ nirxand û daxwaz red kir.

Parêzrê Yel ê piştre mafê axaftinê gir, daxwaza reda dadger kir.

Dadgehê ev daxwaz red kir û rûniştin taloqî 6’ê Kanûnê kir.