‘Divê helbestvan dengê civakê be’

Helbestvan Azad Penaber diyar kir ku bûyer û geşedanên li ser erdnîgariya Kurdistanê ji kûrahiya dilê xwe hîs kiriye û berî wî da ye helbestê. Panber anî ziman ku çavkaniya helbestê wî gel e û got divê helbestvan bibe dengê civakê.

Helbesta kurdî bi sedan sal in tê nivîsandin û di wêjeya kurdî de cihek pir girîng digire. Helbesta ku bi sedan sal in tê nivîsandin bixwe re bi sedan helbestkar gihandiye. Helbestkarên kurd di helbestên xwe de êş û azarên kurdan kişandiye, hesreta azadiyê, xweza, evîn û bindestiyê nivîsandiye.

Helbestvanê ciwan ê bi navê Azad Penaber (27) ê dibêje bûyer û geşedanên li ser xaka Kurdistanê wî jî kûrahiya dilê xwe hîs kiriye û ji vê geşedanê re şahîdî kiriye û ev geşedan li helbestê xwe bar dike.Têkildarî helbesta Kurdî û her duber hemên wî yên bi navê ‘Duziman û evînek’ û ‘Dilîstan’ me pirs kir û wî jî bi hemû dilnizmiya xwe bersiv da.

‘DI RUHÊ HER MIROVAN DE WÊJE Û HELBEST HEYE’

Penaber da zanîn ku gelek sedemên cuda hene, mirov helbestan binvîse û ya ku li min bandor kiriye û hêza nivîsandê daye min jî bûyer û geşedanên li ser vê erdnîgariyê diqewimin e.Panber anî ziman ku nêzî 10 sal e helbestan dinivîse û wiha axivî: “Berî du salan min xwes têdî ber hemên xwedi pirtûkan de kom bikin û destpêkê min pirtûka ‘Duziman û evînek’ nivîdan û li ser eleqeya zêde ya xwendevanan wî pirtûka duyemîn ya bi navê ‘Dilîstan’ nivîsand. Ez amadekariyên pirtûka sêyemîn jî dikim.Di ruhê gelek mirovên ku li ser vê axê dijî de wêje û helbestvanî heye. Lêbelê tenê ziman, huner û îmkanê ku bîne ziman tineye.”

‘ÇAVKANIYA HELBESTÊ MIN GEL E’

Penaber anî ziman ku çavkaniya helbestê wî gel e, ji gel qewraş dibe û wiha pêde çû: “Helbestê min tev cemawerî ne, hem kurdî hem jî tirkî ez dinivîsim. Li gorî ku dixwazim bi Kurdî nikarim hestên xwebînim ziman lê dîsa jî ez dinivîsim. Ev ji bandora polîtîkayên bişavtinê yên li ser civakê ne. Bi taybet li ser pirsgirêkên civakê û mijdarên di rojevê de ne, ez helbestan dinivîsim. Di pirtûka yekemîn de helbestek ya ku min li ser Uguz Ozkan nivîsandî bû heye, weke tê zanîn diteqîna Pirsûsê de jiyana xweji dest dabû. Her wiha dîsa li ser hevalên ku di komkujiya Pirsûsê de jî jiyana xwe ji dest dane min helbest nivîsand. Kemal Kurkut ê di pîrozbahiya Newrozê de bi guleya polîsan hate qetilkirin nivîsand. Ez dixwazim bi helbestê xwe bibim deng û ruhê civakê.”

‘DIVÊ HELBESTVAN BIBE DENGÊ GEL’

Penaber, nerazîbûn nîşanî nivîskarên xwe ji rastiyan dûr dixin da û wiha dom kir: “Her nivîskarek divê bikare bi berhemên xwe bi bedengê gel û pêşengtiyê ji civakê re bike. Ti belge û dîplomeya min tine ye, lê dîsan ji ez dinivîsim. Gelek nivîskar hene ji rastiya xwe dûr in û divê xwendevan jî vê yekê baş bibinin û li gorî wê wan berhemen bixwînin. Dema ku mirov li ser vê erdnîgariyê bijî ne gengaze ku mirov ji rastiya xwe dûr bikeve û ji xwe civak bi xwe berê mirovan dide rastiyan. Ji bo nivîsandinê pêwîst nîne ku mirov ji xwendinê çavê xwe sor bike. Tişta ku li ser vê erdnîgariyê diqewîme ji xwe nivîsê li te bar dike.”

‘HELBESTA KURDÎ XITIMIYE’

Penaber bilêv kir ku amadekariyên wî yên ji bo pirtûkek helbestan tenê bi Kurdî heye û ev tişt got: “Pirtûkên hem Kurdî hem jî Tirkî ne, di demê pêş de ez amadekariyên pirtûkek tenê bi Kurdî dikim û ez vê yekê jî ji bo xwe weke deynek dibînim. Helbesta Kurdî di astek gelek kêm de ye û pêşketinên nû di helbesta Kurdî de çênabe. Ji ber ku helbestên nû tine ne wêje û hunera Kurdî ji pêş nakevin. Eger helbest pêş bikeve çand û hunera Kurdî jî dê pêş bikeve.”