'Divê em li ser bingeha Modernîteya Demokratîk jiyanê jinûve ava bikin'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku koka Kurdîtiyê di civakîbûnê de ye, lewma herî zêde civaka Kurd divê li dijî jiyana kapîtalîst têbikoşe. Bayik got, divê li ser bingeha Modernîteya Demokratîk em jiyanê jinûve ava bikin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê li ser bandora modernîteya kapîtalîst li ser herêmê, bi taybetî jî Kurdistanê, rastiya civakîbûnê ya gelê Kurd û paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji kovara "Azadî Komelge" re ya ku li Başûrê Kurdistanê bi zaravayê Soranî yê Kurdî weşanê dike, gotarek nivîsî.

Gotara Cemîl Bayik bi vî rengî ye:

"Rojhilata Navîn, navenda şaristaniya dewletparêz a çînî ye. Yekemîn şaristaniya navendî li cîhanê û hêza navendî li Rojhilata Navîn derketiye holê. Ji ber vê yekê Rojhilata Navîn, şaristaniya hegemonîk a yekem e. Di serdema me de modernîte û sîstema wê ya hegemonîk heye. Derketina modernîteya kapîtalîst û belavbûna wê li seranserê cîhanê ji nêz ve bi hilweşandina pergala şaristaniya Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Dema ku pergala şaristaniya Rojhilata Navîn hate hilweşandin, pergala modernîteya kapîtalîst derket holê û belav bû û bû sîstem. Niha li cîhanê hegemonyaya pergala kapîtalîst a 400 salî heye. 

Navenda modernîteya kapîtalîst Ewropa ye. Li Ewropayê derket û belav bû. Lêbelê, di rastiyê de, modernîteya kapîtalîst berdewamiya şaristaniya Rojhilata Navîn e. Bi awayekî, nirxên şaristaniya Rojhilata Navîn derbasî modernîteya kapîtalîst a Ewropî bûye. Di vî warî de divê modernîteya kapîtalîst bi temamî ji şaristaniya Rojhilata Navîn cuda neyê dîtin. Lê her du tam ne wek hev in. Di navbera wan de cudahiyên şeklî hene. Çawa derketina şaristaniya dewletparêz a li Rojhilata Navîn, yek ji mijarên herî girîng a di dîrokê de ye. Rêber Apo jî bi girîngî li ser vê mijarê sekinî. Ji ber vê yekê, girîng e ku meriv li ser vê mijarê bisekine. Rêber Apo, geşedanên dîrokî ji her alî û têkiliyên wan ve digire dest. Ji ber ku dîrok yekpare ye. Xweza û çawaniya geşedanên dîrokî bi nêrîn û xwendineke tevayî tê fêmkirin. Dîroka (sedemên) perçebûna şaristaniya Rojhilata Navîn bi kêmanî bi qasî derketina wê girîng e. Divê mirov li ser vê yekê bisekine û di çarçoveya wê ya dîrokî de binirxîne. Bêyî vê, ne derketina modernîteya kapîtalîst û ne jî belavbûna wê ya li Rojhilata Navîn rast nayê fêmkirin. Li vir em tenê dikarin wê pir bi kurtî, bi çend xalên girîng binirxînin. Lê di rastiyê de ew mijûlahiyeke berfireh dixwaze. 

Mebesta ji şaristaniya Rojhilata Navîn, sîstema çînî ya dewletparêz e. Sedema ku ji vê sîstemê re tê gotin şaristanî, pêşxistina wê li ser zemîna bajêr û têkiliyên ku li bajêr çêdibin e. senifandin/çînayetî, dabeşkirina civakê ya li ser esasê çînan e. Ev tê wê maneyê ku divê civaka demokratîk a wekhevîxwaz a komunal ji holê bê rakirin û li şûna wê bi cîgirkirina awayê jiyanê li ser bingeha girêdayîbûn, rêvebirin û peywendiyên rêvebirinê were guhertin. Ev jî li ser axa bajarî tê pêşxistin. Her wiha di vê pêvajoyê de dewlet derketiye. Dewlet ji bo parastin û pêşxistina sîstema heyî derketiye holê. Bi vî awayî yekem sîstemên şaristaniyê û bajarên wan ên navendî li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê pêş ketin. Diyardeya îstîsmarê ya ku em di dîrokê de behs dikin, bi şaristaniya sinifê ya çînayetî dest pê kiriye û îro ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tê parastin. Bêguman di dîrokê de li hemberî vê berxwedana civakê heye. Dema ku serdestî û îstîsmara şaristaniya çînên dewletparêz a li hemberî civakê pêş ket, berxwedan û têkoşîna civakê ya li dijî wê pêş ket. Ev berxwedan û têkoşîna civakê îro jî didome. 

Her çend bi kurtî be jî, divê were destnîşankirin ku ev yek pir girîng e. Şaristaniya dewletparêz a çîna îstîsmarkirî, ji bo ku razîbûnê ji sîstema xwe re pêş bixe, xwe weke pîroz raber kiriye. Bi vî awayî hewl daye ku pêşî li bertekên civakê bê girtin. Mînak zordestiya li ser jinê û rastiya ku weke xizmetkara mêr tê dîtin xwe dispêre vir. Ji ber ku civakbûn bi qelsbûna jinê qels bûye. Dîsa dihat xwestin ku guhdana civakê bi danasîna xwedawendiyê bi nîzama sazkirî ve were misoger kirin. Ji ber vê yekê, şaristaniya çînayetî ya dewletparêz, li dora perestgehê pêş ket. Pîrozî ji qiral/key û xanedaniyan re hate destnîşankirin û wekî xwedayan hatin pêşkêş kirin. Qiralên Sumerî, Asûrî û Babîlî wiha ne. Firewnên Misrê jî wek xweda dihatin dîtin. Ew xweda-qiral in. Bi vî rengî şaristaniyên Farisî, Hindî û Romî yên ku paşê pêş ketin. Şaristaniyan her tim bi çespandina nasnameyên xwedayî xwe pêşxistine. Bi vî awayî nirxên pîroziya civakê hatine û îstîsmarkirin û newekhevî weke pêwîstiya fermana îlahî hat pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê beşeke girîng a berteka civakê bi rengê olî ye. Ev di bingeha gelek derketinên olî yên di dîrokê de ye. Ol di esasê xwe de li hember şaristaniya çînî û dewletparêz, helwesta demokratîk a komunal a civakê ye. Ev yek di olên yekxwedayî yên wekî Xirîstiyantî û Îslamiyetê de jî hene. Bi van derketinan re hêzên civakparêz diyar kirin ku tiştê ku li ser navê Xwedê têne kirin ne bi vî rengî ye. Gotina Cenabê Birahîm a ku dibe, mirov nikare bibe xweda, mînakek e ku vê rastiyê rave dike. Dema ev kirin, olan jî tiştên ku ji bo civakê pîroz in nîşan dan. Lê em dibînin ku ev xisletên olan hatine veşartin, rakirin û tenê wekî rîtuel hatine pêşkêş kirin. Yên ku vê dikin hêzên şaristaniyê ne. Hêzên şaristaniyê ol ji cewhera wê dûrxistin e û ji xwe re ji xeternakbûnê derxistine û heta serweriya wê jî kirine amûrek. Mînakên vê îro û di dîrokê de jî gelek in. Li Rojhilata Navîn ewqas serdestî û îstîsmar li ser navê ol têne kirin. DAÎŞ’ê hemû hovîtî li ser navê oldariyê pêk anî. Li Iraqê her kes li ser bingeha Sunnî an Şîatiyê hewl dide ku bibe desthilatdar û bi vî awayî serdestiya civakê bike. Faşîzma AKP-MHP’ê bi bikaranîna Îslamê û her cure bêexlaqî û îstîsmarê qirkirina Kurdan pêş dixe. 

MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST BI NETEWE DEWLETAN LI ROJHILATA NAVÎN BI CIH BÛ

Damezrandin û bicihbûna modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn, bi dewleta neteweyî re bû. Bi têkçûn û jihevketina Împaratoriya Osmanî ya di Şerê Cîhanê yê Yekem de, Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên modernîteya kapîtalîst hate sêwirandin û bi vî rengî Rojhilata Navîn ji modernîteya kapîtalîst re vekirî hate hiştin. Bê şik hêzên modernîteya kapîtalîst vê yekê dikin. Îngilîstan bû sedema vê yekê. Îngilîstanê ev yek weke hêza hegemonîk a pergala modernîteya kapîtalîst kiriye. Wê serdestiya xwe ya li ser Rojhilata Navîn, bi avakirina dewletên neteweyî yên girêdayî xwê ava kir. Ji ber vê sedemê, ew dewletên neteweyî yên hatî damezrandin nikarin ji asta peykên hêzên modernîteya kapîtalîst wêdetir biçin. Her wusa, bi îdeolojiya neteweperestiyê ya li ser bingeha dewleta neteweyîê, civakîbûna li Rojhilata Navîn ji holê rabû û rê li ber pêşketina şêwaza jiyana modernîst a kapîtalîst vekir. Her weha divê were destnîşan kirin ku meriv modernîteya kapîtalîst tenê wekî "kapîtalîzm" bihesibîne, wê kêm bimîne. Modernîteya kapîtalîst berî her tiştî zîhniyet e. Şêwazekî jiyanê ye. Ew şaristaniyek çîna nûjen, dewletparêz e ku dixwaze berdewamiya mêtingeriyê misoger bike. Di cewherê wê de tinekirina jiyana komunal a demokratîk û pêşxistina jiyana ferdperestî, ji holê rakirina civakîbûnê heye. Her cure îstîsmar, xerabî û xeletî li ser vê bingehê pêk tên.

Dewletên neteweyî li Rojhilata Navîn li ser bingeha burokrasiya dewletê ya berê an jî rêzikên xanedana kevin ên hilweşiyayî pêş ketine. Dema ku xanedana Osmanî ya li Tirkiyeyê nikarîbû xwe bi modernîteya kapîtalîst re biguncîne, Cemiyeta Îttihat û Terakkî ya ku ji burokrasiya dewletê derket holê, pêşengiya vê pêvajoyê kir û bi pêşxistina dewleta neteweyî ya Tirk bû beşek ji pergalê. Li Îranê jî rewşek bi vî rengî heye. Xanedaniya Kaçkar hat betalkirin û li ser bingeha rejîma Şah dewleta neteweyî ya Farisan hate pêşxistin. Ji aliyê din ve di civaka Ereban de avabûnên dewletên neteweyî bi giranî li ser xetên xanedana kevnar derketine holê. Ji aliyê din ve, Îngilîstanê civaka Ereb, ku di warê nifûs û erdnîgariyê de xwedî taybetmendiyek girîng e, di nav gelek dewletên neteweyî de wekî hewcedariya siyaseta parçe bike, bi rê ve bibe dabeş kir. Ji ber vê sedemê, wê bi xanedanên Siûdî û Haşimî re cuda cuda li hev kir û ji Ereban gelek dewletên neteweyî ava kirin. Dewleta Iraqê jî di encama pêvajoyeke wiha de derketiyê holê. Feysel ê ji Xanedaniya Haşimiyan tê, kirin qiral û danîn serê Iraqê. Wisa li Urdunê jî hat kirin. Li Hîcazê, piştgirî da Siûdiyên ku bi dizî bi wan re li hev kiribû û ew serwer kirin. Ji aliyê din ve, Kurdistan di navbera dewletên neteweyî yên Tirk, Faris û Ereb de hate parçekirin û dabeşkirin. Ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tu statû nedan Kurdan û gelê Kurd xistin nav pêvajoya înkar û tunekirinê. Qirkirina Kurdan bi vî awayî dest pê kir. 

DI NAVA ÇAR DEWLETÊN KOLONYALÎST Û DAGIRKER DE DEWLETA TIRK PÊŞENGÎ JI QIRKIRINA KURDAN RE KIR

Di nav çar dewletên kolonyalîst û dagirker ên ku li Kurdistanê hatine avakirin de, dewleta Tirk pêşengiya qirkirina Kurdan kir. Dewleta Tirk bêyî ku nermahiyeke piçûk jî nîşan bide, îro jî helwesta ya qirkirina Kurdan didomîne. Bi tu awayî hebûna Kurd qebûl nake. Nêzîkatiya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de ye. Di rastiyê de, ew Başûrê Kurdistanê jî qebûl nake û bi hêzên Başûr re têkiliyan saz dike da ku di têkoşîna li dijî PKK’ê de bimîne û bikar bîne. Tê zanîn ku PDK çawa bi ketina vê têkiliyê re bûye hevkar û roleke xayîn lîstiye. Du sedem hene ku dewleta Tirk li ser dijminatiya Kurd xwedî zihniyeteke wisa tund e. Sedema yekem ew e ku li ser bingeha Tirkîtiyê, ku îdeolojiyek pir çêkirî ye/sûnî ye, ji bo dewleta neteweyî welat û civakekî ava bikin. Ji ber ku li erdnîgariya ku jê re dibêjin Tirkiye û hewl tê dayîn ku herkesekî bikin Tirk, ji bilî Tirkmenan, Kurd û gelek gelên din jî dijîn. Sedema duyemîn jî ew e ku modernîteya kapîtalîst piştgirî dide siyaseta qirkirina Kurd a dewleta Tirk. Bi vî awayî ketina modernîteya kapîtalîst bo Kurdistanê li ser bingeha qirkirina Kurdan, ji ber wêrankirina pir dijwar pêk hat. Ev pêvajo îro jî berdewam dike. Bêguman gelê Kurd bi têkoşîna ku li dijî nîzama kolonyal a qirkirinê ya ku ji ber modernîteya kapîtalîst pêk tê, karîbûn bijîn û îro jî bi vê têkoşînê dikarin bijîn.

Derketina pêvajoyeke wiha li Kurdistanê, yanî parçebûna Kurdistanê û bê statû hiştina gelê Kurd, hişt ku gelê Kurd bi tevahî li hember neyînîyên modernîteya kapîtalîst bêparastin bimîne. Jixwe qirkirina Kurd li ser esasê jihevketina civakîbûna Kurd hatiye pêşxistin. Ev yek jî bi pêşketina jiyana modernîteya kapîtalîst a ku taybetmendiyeke wê ya belavkirina civakê heye, pêk hat. Bi pêşxistina taybetmendiyên herî xirab ên modernîteya kapîtalîst, qirkirina Kurd berdewam kir û tê xwestin ku were temamkirin. Ev rasterast ji aliyê dewletên kolonyalîst ve hat kirin. Di nav dewletên mêtinger û qirker de herî zêde dewleta Tirk ev yek kir. Fêhmkirina dabeşkirin û parçekirina Kurdistanê û gelê Kurd xistina nava pêvajoya înkar û tunekirinê de, pêkanîna qirkirina Kurd li ser bingeha pêşkeftina jiyana modernîteya kapîtalîst li Kurdistanê, ji bo ku em zirarên modernîteya kapîtalîst fêhm bikin û li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşînê bimeşînin pir girîng e. Civaka Kurd divê ji her civakekê zêdetir li dijî modernîteya kapîtalîst û zirarên wê têbikoşe. Divê were zanîn ku Rêber Apo modernîteya kapîtalîst xistiye ber analîzeke berfireh û eşkere kiriye ku jiyaneke alternatîf a li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst divê çawa be. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê jî şêwazê jiyaneke alternatîf pêşkêş kir. Ji ber vê yekê, ramanên Rêber Apo li seranserê cîhanê têne hesibandin û pejirandin. 

JIYANA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST BI RÊYA TEBEQEYA SERWER A KURD LI NAVA KURDISTANÊ BELAV BÛ

Li gel dewletên neteweyî yên mêtinger û qirker, beşên ku alîkariya ketina Kurdistanê ya modernîteya kapîtalîst kirin jî hene. Ji van a ya sereke, tebeqeya serwer a Kurd e. Jiyana modernîteya kapîtalîst di civakên din ên Rojhilata Navîn de ji aliyê dewletên neteweyî ve hatiye pêşxistin, lê li Kurdistanê, ji aliyê hevkarên dewletên neteweyî ve pêş ketiye. Derketina van beşên bi vî rengî encama pêvajoyên taybet yên ku civaka Kurd jiyaye ye de pêk hatiye. Bêguman di dîrokê de di gelek civakan de tebeqe û çînên hevkar çebûne. Li aliyê din di civaka Kurd de ji ber ku ev beş negihîştin armanca dewletbûnê, zirara wan zêdetir bûye. Hema bêje bûne sîxurê modernîteya kapîtalîst û dagirkeriya qirker. Mînak, malbata Barzanî xwedî roleke wisa neyînî û bêyom e. 

CIVAKÎBÛN DI NAVA GELÊ KURD DE KÛR E

Gelê Kurd xwedî karakterekî wisa ye ku civakbûnê bi kûrahî dijî. Di dirêjahiya dîrokê de, ew zêde bi çînayetî nejiyaye û xwedî helwest û şêwazek jiyanê ye ku li ser bingeha esasê demokratîk a komunal e. Lêbelê, tebeqeyek jorîn a teng jî hebû ye. Mîrîtiyên ku ji hêla vê tebeqeya jorîn ve hatine damezrandin heya sedsala 19’an berdewam kirin. Lê di encama bandorên modernîteya kapîtalîst de bi pêşketina sîstemên dewleta navendî, Osmanî û Sefewiyan hewil dan ku di çarçoveya plana avakirina avahiyên navendî de, Mîrîtiyên Kurd tasfiye bikin. Vê rewşê di nav tebeqeya serwer a Kurd de bertek avakirin û bû sedema serhildanan. Dema ku serhildanên di pêşengiya Mîrîtiyên Kurd de bi ser neketin, vê carê tebeqeya serwer a ku îmtiyazên xwe ji dest dan, dest bi hevkariyê kirin. Vê yekê hişt ku ew rolek pir xirab bilîzin. Rewşeke bi heman rengî di terîqetan de jî hatiye jiyîn. Dema ku terîqetên pêşengiya hin serhildanan kirin di serhildanên xwe de bi ser neketin, mîna tebeqeya serdest dest bi hevkariyê kirin. Ev yek taybetmendiya karaktera tebeqeyên jorîn ên serdest e, wisa şekîl girtiye. Li Kurdistanê bi dehan malbat, terîqet û derdorên wisa hene. Di berdêla îmtiyaz, dewlemendî û madiyatê de dikevin nava her cure hevkarî, xiyanet û peywendiyên ajantiyê. Bi vî halê xwe ew dibin bingeh ji bo dagirkirina Kurdistanê û asîmîlekirina gelê Kurd. Tenê li dijî Tevgera Azadîya Kurdistanê û şoreşê nasekinin, li gel dijmin cih digirin. Mînak, yên ku navên curbecur li xwe dikin hene, di dagirkirina dewleta Tirk a Rojavayê Kurdistanê de rol lîstîne. Dema ku dewleta Tirk li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî demografya guhert û qirkirina Kurd pêk dianî, dema ku hêzên şoreşger ên Rojava ji bo rizgarkirina van herêmên dagirkirî têdikoşin, ev jî buroyên fermî vedikin, qirkirin û dagirkeriyê rewa dikin. Di Bakurê Kurdistanê de jî kes û derdorên wiha rol dilîzin û li cem dewleta dagirker û qirker û hikûmeta AKP-MHP'ê radiwestin hene. Jixwe PDK di Başûrê Kurdistanê de roleke wiha dilîze. Ne ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo parastina berjewendî û îmtiyazên xwe tevdigere û ji ber vê yekê jî dikeve nav her cure hevkarî û têkiliyên sîxûriyê yên bi dijmin re. Ger em modernîteya kapîtalîst weke diyardeyeke civakê hildiweşîne, ferd ji civakê û nirxên ku ew tê de ye qut dike bigirin dest, ku rastiya wê ye, yên ku zemînê wê amade dikin û pêk tînin; ev beş, sazî, malbat û derdorên hevkar in.

Terîqet û cemaet hêmanên duyemîn in ku di belavbûna modernîteya kapîtalîst a li Kurdistanê de rola xwe lîstine. Terîqet û cemaetên ku bi îstîsmarkirina ol û ramanên olî pêş ketin, ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hatin xwedîkirin û piştgiriya wan kirin. Bi taybetî piştî ku rejîmên hevkar yên ku ji hêla Îngilîstanê ve hatine damezrandin, piştî salên 1950’yan bi derbeyan hatin hilweşandin û yön hatî şûna wan bi bloka sosyalîst re têkilî pêş xistin, hêzên modernîteya kapîtalîst piştgirî da tevgerên olî da ku pêşî li berbelavbûna sosyalîzmê li Rojhilata Navîn bigire. Hêza ku ev polîtîka pêş xist, DYA bû. Tevgerên Wehabî, Selefî û Îxwanîst li ser vê bingehê ji aliyê DYA’yê ve hatin pêşxistin. Bi vî awayî rêxistinên wekî El-Qaîde û DAÎŞ’ê derketin holê. Van rêxistinên sîxûr û hevkar, ku bi navê Îslamê xizmeta berjewendiyên modernîteya kapîtalîst dikin, hem zirar dane civakê û hem jî zerer dane pîrozeweriyên Îslamî. Di nava civakê de bi her cure pere, mal û milk di bin navê ol û baweriyê de bûne sedema pêşketina ferdperestî, materyalîzm, faîz, fersendperestî û oportunîzmê. Di vî warî de ji aliyê civakî û exlaqî ve bûne sedema zirareke mezin. Îro, gelek banka, holdîng, şîrket/company, di eslê xwe de yên terîqet û cemaetan e. Li Kurdistanê jî terîqet û cemaet ji aliyê modernîteya kapîtalîst û hêzên serwer ve hatin pêşxistin û piştgiriya wan kirin. Dema ku terîqet û cemaet li Kurdistanê, ji aliyekî ve civakbûn û ehlaq xera dikin, bûne sedema pêşxistina jiyana modernîteya kapîtalîst; ji aliyê din ve jî xizmeta qirkirina Kurdan dikin. Dema ku Tevgera Azadiyê li Bakurê Kurdistanê pêş ket, bi navê Hizbullah rêxistineke tetikkêş û sîxuriyê hate afirandin û li dijî Şoreşa Kurdistanê, mîna PDK’ê, hatin bikaranîn. Bi destên xwe êrîşî gel kirin û qetil kirin. Xelkê Kurdistanê navê vê tora sîxûrên kujer, ku bi tevahî avahiyeke kontra ye, Hizbulkontra ye. Niha Hizbulkontra ji aliyê dewleta Tirk ve tê destekkirin û tê xwestin ku li Kurdistanê bibe desthilatdar. PDK jî bi Hizbulkontrayê re di nava hevalbendiyê de ye. Ji aliyê din ve dewleta Tirk bi rêya faşîstê Tirk-Îslamîst terîqet û cemaetên li Başûrê Kurdistanê kontrol dike, hewil dide wan li dijî şoreş û hêzên welatparêziyê bi cih bike û xizmeta siyasetên qirkirina Kurd bike. Li ser vê bingehê dewlemendî û pereyên mezin li wan têne belavkirin. Em dizanin ku hin cemaet û terîqetên ku jê re dibêjin rêxistin, tevger bi AKP û MÎT’ê re di nava danûstandinan de ne. Ya ku terîqet û cemaetên Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re dixe nav têkiliyan, dixwaze bixe xizmeta siyaseta qirkirina Kurd, PDK ye. Mîna malbata Barzanî, li Tirkiyeyê jî pereyên wan û milkên li metropolan hene. 

BANDORA TÊGÎNA ÎSLAMA DEMOKRATÎK A RÊBER APO

Beriya şoreşê, li Rojava jî terîqet û cemaet li ser civakê serwer kiribûn. Hişyarbûna civakê ji aliyê terîqet û cemaetan ve dihat astengkirin. Dema ku kesayetên rast û wêrek ên wekî Şêx Maşûq derketin û rola ajanên terîqet û cemaetan deşîfre kirin, ji aliyê dewlet û hêzên hevkar ve hatin hedefgirtin û qetilkirin. Gelek mînakên wek Şêx Maşuq hene. Rêber Apo têgihîştina Îslama Demokratîk pêş xist; da ku bi navgîniya terîqet û cemaetên hevkar yên tuccarên derewîn ê olî; siyaseta ji hêla modernîteya kapîtalîst û hêzên mêtinger û qirker ve hatî pêşve xistin têk bibe. Îslama Demokratîk li ser bingehên bawerî, şêweyên exlaqî û çandî yên civakê hatiye avakirin. Her ku têgihiştin û birêxistinkirina Îslamê ya demokratîk pêş dikeve, ji aliyekî ve beşdarî pêşketina civakîbûnê dibe û ji aliyê din ve jî polîtîkayên modernîteya kapîtalîst û mêtingeriya qirker ji holê radibe. 

Beşek din a ku li Kurdistanê di pêşxistina modernîteya kapîtalîst de rolek lîstiye, çîna navîn a Kurd e. Bi pêşketina modernîteya kapîtalîst a li Kurdistanê, bi demê re çîna navîn a lawaz derket holê. Van beşan, mîna tebeqeya serwer, li Kurdistanê roleke neyînî lîstin. Niha jî vê rolê dilîzin. Ev beşa ku encama pêşketina modernîteya kapîtalîst e, xwedî taybetmendiyek wisa ye ku modernîteya kapîtalîst erênî raber dike. Neyînîbûna herî bingehîn a vê çînê ew e ku li gel ji pêşketina têkoşînê jî bandor dibe, têkoşînê lawaz û sist dike. Li hember şert û mercên dijwar ên têkoşînê yên li Kurdistanê, xwe paş de dide û di nav civakê de dibe sedema bêtêkoşîniyê. Nebaşiya wê ya duyemîn jî ew e ku modernîteya kapîtalîst erênî nîşan dide. Bi şêwaza jiyana xwe, di berbelavbûna zîhniyet û şêwaza jiyanê ya modernîteya kapîtalîst a di nav civakê de pêşengî kiriye. 

BI RABÛNA PKK'Ê RE XETA WELATPARÊZIYA LI SER BINGEHA AZADIYÊ LI KURDISTANÊ SERDEST BÛ

PKK di esasê xwe de bi redkirina van her du xetan û bi têkoşîna li dijî wan derketina xwe pêk anî. Xeta azadiyê ya li Kurdistanê û pêşketina li ser vê bingehê wisa pêk hat. Piştî ku PKK derket holê, ev her du xet li Kurdistanê qels bûn û xeta welatparêziya li ser bingeha azadiyê serdest bû. 

Her wiha pêwîst e li ser pêşketin û bibandorbûna modernîteya kapîtalîst a li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi taybet were sekinandin. Iraq di warê pozîsyona xwe ya jeopolîtîk û çavkaniyên enerjiyê de ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve welatê herî girîng e. Yek ji deverên herî bi nakok û krîz ê li Rojhilata Navîn Iraq e. Damezrandina wê weke dewlet jî bûye nîqaş û krîz. Dewleta Tirk a ku Başûrê Kurdistanê weke xaka xwe dibîne, xwest ku Başûrê Kurdistanê tevlî nav sînorên xwe bike. Lewra Başûr, di nav wî sînorê jê re dibêjin mîsaka millî (hevpeymana neteweyî) de cih digire. Lê Îngilîstanê ev yek qebûl nekir û Başûrê Kurdistanê li dewleta Iraqê zêde kir, ku malbata Haşimî dabû ava kirin. Dewleta Tirk bi şertê ku ew wekî beşek ji Iraqê bimîne û ji Kurdan re statû neyê dayîn, bi vê yekê razî bû. Ji ber ku dewleta Tirk ditirsiya, ger ku di helwesta xwe de israr bike, dibe ku ji aliyê Îngilîstanê ve Kurd bên destekkirin û dewletekê ava bikin. Ji ber ku ji vê yekê ditirsiya, li ser bingeha qirkirina Kurd bi Îngilîstanê re li hev kir. Lê dewleta Tirk dev ji vê helwestê bernedaye. Bi taybetî piştî derketina Tevgera Azadiyê û pêşxistina Şoreşa Azadiya Kurdistanê, wê helwesta xwe ya dagirkirina herêmên mîsaka millî ji nû ve pêş xist. Hikûmeta AKP-MHP’ê hewil dide vê armancê pêk bîne. Jixwe ji bo vê yekê anîne ser desthilatdariyê.

Damezrandina dewleta Iraqê gelekî sûnî bû. Dewleta Iraqê, ku ji bo dewleta mezin a dewleta neteweyî ya Ereb, a ku ji aliyê Îngilîstanê ve soza wê hatibû dayîn dihat amadekirin; ji hêla Feyselê ku wekî qralê dewleta neteweyî ya Ereb dihat amadekirin, lê piştre li Sûriyê kirin qral; piştî ku Sûriye ji Fransiyan re hat hiştin, ew weke qral tayînî Iraqê kirin ve hate damezrandin. Ew Qraliya Iraqê bi tevahî ji civakê qut bûye, tam peykeke modernîteya kapîtalîst e. Mîna qraliyên din ên dewletên neteweyî yên li Rojhilata Navîn, çîna navîn ên ku bi demê re li Iraqê pêş ketin, rejîmên qraliya hilweşandin. Wan rejîmên dewletên neteweyî yên hê pêşketîtir ava kirin. Her çend ev hêzên ku rejîmên qraliyê hilweşandin, li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst û bi taybetî jî li dijî Îngilîstanê bi bertekên wan ên diyar hebin jî, wan neteweperestiya dewleta neteweyî zêdetir pêş xist û bûne sedem ku modernîteya kapîtalîst di nava civakê de zêdetir berbelav bibe. Bi rastî jî dewleta neteweyî amûra herî bingehîn a modernîteya kapîtalîst e. Her ku dewleta neteweyî pêş dikeve, modernîteya kapîtalîst jî pêş dikeve. Partiya Demokrat a ku rejîma Kemalîst li Tirkiyê hilweşand, tevgera Nasir a ku li Misrê, BAAS a ku li Sûriye û Iraqê derketî, yên ji wan a sereke ne. Mirov dikare tevgera Xumeynî ya ku Şahê Îranê hilweşand jî bixe vê kategoriyê. Ji ber ku rejîmên beriya van tevgeran ji tebeqeya her jor a civakê pêk dihat, sîstema ku wan pêşxistibû zêde di nav civakê de belav nebûbû. Lêbelê, dema ku beşên çîna navîn ên ku li ser bingehek berfirehtir hatine ser desthilatdariyê, modernîteya kapîtalîst bêtir li civakê belav bû.

ROLA HÊZÊN KAPÎTALÎST DI TEPISANDINA SERHILDANÊN KURDAN DE

Ji ber ku Kurdistan ji aliyê sîstema kapîtalîst a modernîteyê ve hat parçekirin û dabeşkirin, Îngilîstan di tepisandina serhildanên Kurdan de bû aliyek. Bi taybetî jî ji bo tepeserkirina tevgerên li Beşûrê Kurdistanê ketiye dewrê. Îngilîstan bi xwe serhildana Berzenci tepeser kir. Di operasyonên li dijî herêma Barzan de, Îngilîz alîgirê dewleta Iraqê bûn û beşdarî operasyonan bûn. Lêbelê, dema ku qraliya Iraqê ya alîgirê Brîtanyayê hate hilweşandin, hêzên modernîteya kapîtalîst siyaseta Iraqê guherandin. Piştî vê pêvajoyê Îngilîstan, DYA û Îsraîlê piştgirî dan tevgerên opozîsyonê yên dewleta Iraqê. Bi taybetî, Erebên Îsraîlê siyaseteke bi armanca lawazkirina dewletên xwe û rêgirtina li yekbûna dewletên Ereb li dijî wê dimeşandin. Di vê çarçoveyê de piştgirî da Barzanî û PDK. Di rastiyê de, Abdulkerîm Qasim, ku li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd, tevî Kurdan qiral hilweşand, li gel ku nêzîkî çareseriyê bûn, şer û pevçûnan dest pê kir; ev jî encama siyasetên DYA, Îngîlîstan û Îsraîlê bû. Hêja di wê pêvajoyê de PDK ketiye bin kontrola hêzên modernîteya kapîtalîst. Îro jî PDK di bin kontrola hêzên derve de tevdigere. Hewil dide ku xwe bispêre hêzên derve û hebûna xwe bidomîne. Bêguman ew vê siyasetê bi qûrbankirina Kurdistanê û gelê Kurd dike. Hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe yên li Iraq û Kurdistanê piştgirî didin PDK’ê. Di vî warî de helbet hêza herî zêde li Kurdistanê modernîteya kapîtalîst pêş dixe, PDK ye. PDK û Barzanî hem xizmeta berbelavbûna modernîteya kapîtalîst û hem jî qirkirina Kurd dikin. 

PDK KURDÎTIYÊ JI BO DEWAMKIRINA DESTHILATDARIYA XWE WEKE AMÛREKÊ BI KAR TÎNE

Her weha divê rêxistinbûn û saziya li Başûrê Kurdistanê derketiye holê, em baş fêhm bikin. Dema ku hêzên modernîteya kapîtalîst di sala 1975'an de bi rêya Îranê bi Saddam re lihevkirinek pêkanîn, piştgiriya xwe ji PDK'ê vekişandin, PDK’ê teslîm bû û gel terkî mirinê kir. Dema ku PDK bi eşkere xiyanet kir û teslîm bû, hêzên welatparêz têkoşîn berdewam kirin û pêşî li wêrankirina gelê Başûrê Kurdistanê girtin. Lê piştî ku PKK derket û Şoreşa Azadiya Kurdistanê pêş ket, hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo ku serdestiya xwe ya li ser Kurdistanê winda nekin PDK vejandin û li dijî pêşxistina Şoreşa Kurdistanê ya di bin serokatiya PKK’ê de bi kar anîn. Li Kurdistanê saziya Federasyonê bi vî rengî derket holê. Ji bo pêşîgirtina li Şoreşa Kurdistanê, avakirina federasyonê derket holê û li vir PDK serwer kirin. Bi vî awayî hewil dan ku serdestî û berjewendiyên modernîteya kapîtalîst li Kurdistanê biparêzin. Dewleta Tirk jî ji bo ku li dijî PKK'ê raweste û pêşî li pêşketina Şoreşa Kurdistanê bigire, federasyona navborî qebûl kir. Weke ku aşkere tê dîtin, damezrandina federasyonê ya li Başûrê Kurdistanê avabûnek e ku ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst û dewleta Tirk ve li hemberî Şoreşa Kurdistanê ya pêşkeftî ji neçarî hatiye qebûlkirin û pêşxistin. Nexwe ne di encama têkoşîna PDK'ê de ye. Bi têkoşîna gel, hêzên welatparêz û pêşketina Şoreşa Kurdistanê pêk hatiye. Lê PDK bi piştgiriya hêzên derve bû desthilatdar û serdest; statuya navborî ji bo berjewendiyên xwe bikar anî. Ji aliyê gelê Kurd ve tê zanîn ku Barzanî û derdorên PDK’ê çawa di nav dewlemendî û gendeliyê de xeniqîne û mezin bûne. Niha ji ber guhertina hevsengiyan, malbata Barzaniyan û PDK dibêjin ku rewşa Başûrê Kurdistanê di metirsiyê de ye. Lê di rastiyê de ya ku di bin metirsiyê de li ser bingeha statûya federe ew pozîsyon û desthilatdariya ku ji aliyê Barzanî û PDK ve tê pêşxistin e. Pir eşkere ye ku avakirina bi navê statû bi tu awayî xizmeta Kurdistan û gelê Kurd nake. Bi tevahî xizmeta PDK, Barzanî û hevkarê wan dike. Barzanî, bi bikaranîna neteweperestî û Kurdîtiyê hewl didin desthilatdariya xwe biparêzin. Jixwe Kurdîtî ji bo PDK'ê bi temamî amûrek e. Ji aliyê din ve rewşa gelê Kurd bi zelalî diyar dibe. Li aliyê din dema ku Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê dagirkirin, dema ku qirkirina Kurd tê pêşxistin, em biqerin ku PDK li dijî wê raweste, li gel wan cih digire. Dema ku PDK van tiştan li ser navê statûya navborî dike, hêzên din jî nikarin PDK’ê di vê mijarê de bisekinînin û nikarin li dijî vê yekê helwestê bigirin. Helbet ne mimkûn e ku avahiyek wiha xizmeta Kurdistanê bike. Di esasê xwe de, ew li Iraq û Kurdistanê siyasetên hêzên derve û berjewendiyên wan; hin kes û derdorên çavbirçî, malbatên bazirgan û fayîzxur ku ji civakê dûr ketine, bi taybetî jî Barzaniyan esas digirin. Ew li Kurdistanê yek ji stûnên sereke yên berbelavbûna modernîteya kapîtalîst in. Ya ku divê li hemberî vê rastiyê bê kirin, veguherîneke li ser esasên demokratîkbûnê ye. Bi vê yekê divê ji xizmeta beş û hêzên biyanî bê derxistin û bibin qedeke jîndar a demokratîk. 

HEBÛNA KURDAN DI CIVAKÎBÛNÊ DE YE

Îro modernîteya kapîtalîst bi belavkirina civakîbûnê, bi pêşxistina ferdperestiyê û kesên ku ji civakê qut bûne, li pey jiyana madî û pereyan dide bezandin û bi awayî bandoriya xwe li ser civak û ferd pêş dixe. Li Kurdistanê ev yek li ser bingeha qirkirina Kurd pêk tê. Di vê wateyê de li Kurdistanê zerara wê zêdetir û wêrankertir e. Bi pêşxistina çand û şêwaza jiyana modernîteya kapîtalîst, ne tenê civak û civakbûn ji holê radibe, bi vê yekê jî Kurdîtî bi dawî dibe. Bi rastî jî Kurdîtî diyardeyek e ku bi civakîbûnê re heye. Ji bilî civakîbûnê tu hebûna Kurd nîne. Niha dijminê dagirker ê qirker bi sûdwergirtina ji zirara modernîteya kapîtalîst a li ser civak û kesan, armanc dike ku qirkirina Kurd pêk bîne. Ji bo vê armancê modernîteya kapîtalîst ji bo pêşdebirina bandora xwe polîtîkayan pêş dixe. Ev "şerê taybet" e ku ji hêla dijmin ve tê pêşxistin. Ji ber vê yekê, şerê taybet pir giran û wêranker e. Bi bikaranîna her cure argumanên modernîteya kapîtalîst û rêyên dejenerekirina ferd, armanc dike ku hişmendiya civakî, hişmendiya dijmin, welatparêzî, têkoşîn û hişmendiya azadiyê ji holê rake û li ser vê bingehê civakê teslîm bigire. Armanca wî ew e ku civaka ku teslîm girtiye ji holê rabike, biherifîne û biavêje. Bi vê yekê ew hêvî û armanc dike ku qirkirina Kurd pêk bîne. Bêguman bi êrîş, dagirkerî û qetlîamê re siyaseta xwe ya şerê taybet bi hev re dimeşîne. Di serî de gel û gerîlla êrîşî hemû kelehên berxwedanê dike û bi tinekirina wan tê xwestin ku civak bi tevahî bêparastin, bê rêxistin û bê zîhniyet bimîne. Êrîşên dijmin, sîxûr û hevkarên wan ên li dijî gerîla bi vê yekê ve girêdayî ne. Tecrîdkirina mutleq a Rêber Apo jî pratîkek şerek taybet e. Gelê Kurd ji nêrînên Rêber Apo bêpar dihêlin û hêvî dikin ku Kurd xeletiyan bikin û di têkoşînê de bêbiryariyê bijîn. Divê mirov bizane ku dijmin xwedî siyaseteke wiha ye. Di vî warî de hevgirtina li dora Rêber Apo û têkoşînê, ji bo têkbirina polîtîkayên dijmin û modernîteya kapîtalîst pir girîng e.

Di hedefa dijmin a şerê taybet de, yên li herî pêş jin û ciwan in. Ji ber ku jin û ciwan, hêzên bingehîn ên civakî ne. Li aliyê din jî dînamîka têkoşînê jî jin û ciwan in. Rêber Apo taybetmendiyên jin û ciwanan wekî pêşengên têkoşîn û azadiyê destnîşan dike. Ev nêzîkatiya Rêber Apo, destpêk û nûbûnekî îfade dike. Ji ber vê sedemê jina Kurd pêşketineke mezin bi dest xistiye, ne tenê ji xwe re bûye îrade, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî bûye pêşeng. Ciwanên Kurd jî rewşeke wiha dijîn û dibin navenda şoreş û guhertinê. Ji ber ku hêzên modernîteya kapîtalîst vê rewşê dizanin, bi taybetî li ser jin û ciwanan disekinin û ji bo dejenerekirina jin û ciwanan serî li her cure rêbazê didin. Dijmin bi awayekî çors nake, bi pêşxistina çand û şêwaza jiyana modernîteya kapîtalîst hewl dide vê yekê bike. Ji civakîbûnê dûr ketinê, ferdperestiyê, jiyana dejenere û lumpen wekî azadiyê raber dike. Huner, werzîş, teknîk, her tiştê ku tê xeyal kirin vediguherîne amûra vê siyasetê. Li Kurdistanê tiryak, fuhûş û sîxuriyê pêş dixe. Başûrê Kurdistanê yek ji wan cihan e ku ev siyaset û pêkanîn herî zêde zirarê dide yê. Sedema vê jî hebûna kes û derdorên bi zîhniyeta modernîteya kapîtalîst rapêçayî û bi dijmin re hevkariyê dikin e. PDK bi xwe pêkhênerê vê siyasetê ye. PDK ji bo ku nîzama berjewendiyan a ku ava kiriye û ji nava civakê nerazîbûneke tund a civakê dernakeve, her cure qirkirina civakî pêk tîne.

Sedema koçberiya li Kurdistanê modernîteya kapîtalîst û şerê taybet e ku ji aliyê dijmin ve tê meşandin. Modernîteya kapîtalîst têkiliyên ferd bi civak, ax û welat re qut dike û li pey pere, maddiyat, konformîzm û jiyana takekesî dide bezandin. Dijmin jî armanc dike ku Kurdistanê bi koçberiyeke bi zanebûn û plankirî; di çarçoveya şerê taybet de Kurdan ji Kurdistanê derxîne, niha vê pêş dixe. Herî zêde jî ciwan tên koçberkirin. Yek ji pîvanên herî bingehîn ên qirkirina Kurd jî ev siyaseta koçberiyê ye. Başûrê Kurdistanê yek ji cihên herî zêde ku ev polîtîka lê tê meşandin e. Dema ku malbat û derdorên hevkar di nav luks û şatafatê de dijîn, ciwan di bin xizanî û jiyana modernîteya kapîtalîst de dimînin û di encamê de berê xwe didin Ewropayê. Li hemberî vê yekê em dev ji pêşxistina têkoşînê û siyasetê biqerin, behsa wê jî nakin. Lewra ev di encama berjewendî û polîtîkayên hevkariyê yên PDK'ê de pêk tê. 

Feqîriya ku gelê me yê li Başûrê Kurdistanê dijî tê zanîn. Gel bi qutkirina ji hilberînê û avêtina nav xizaniyê ve dixin rewşeke bende kirî. Ev jî encameke ji hêla zîhniyet û şêwaza jiyana modernîteya kapîtalîst ve hatî afirandin e. Di Başûrê Kurdistanê de şeklê herî rût û tund ê vê yekê tê jiyîn. Civak bi tevahî ji hilberînê qut bûye. Ev yek ji sedemên belavbûna jiyana modernîteya kapîtalîst a li Başûrê Kurdistanê ye. Gelek caran tê gotin ku ji bo çareseriya xizaniyê mûçe were dayîn an jî zêde bibe. Lêbelê, rewşa mijara gotinê jixwe encama vê pratîkê ye. Tişta ku divê bê kirin ew e ku aboriyê ji nîrê beşên yekdestdariyê derxîne, aboriya komînal pêş bixe û civak hilberînê bike ye. Derketin û serrastkirin ne bi zêdekirina mûçeyan, bi pêkanîna van mumkin e. Helbet divê ev yek ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li her derê bê kirin. 

LI SER BINGEHA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DIVÊ EM JIYANÊ JINÛVE AVA BIKIN

Modernîteya kapîtalîst bi îstismarkirina hestan û berovajîkirina raman û heqîqetê li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, bandorê li civak û ferdên bi wan dike û wan bi bandor dike. Di serî de jî azadiyê berovajî dike. Bi îdeolojiya lîberalîzmê, mirovê ku rastiyeke civakî ye, ferdperestiyê û jiyana takekesî, wekî azadî pêşkêş dike. Bi vî awayî hestên derewîn ên azadiyê diafirîne û ferd ji civakê tê qutkirin. Modernîteya kapîtalîst xwe bi serdestiya li ser kesên ku ji civakîbûnê qut bûne ava kiriye. Ya din jî yekdestdariya modernîteya kapîtalîst a li ser zanist û teknîkê ye. Di eslê xwe de zanist û teknîk, ji bo pêşxistina jiyana civakî, ji hêla civakê ve hatiye pêşxistin; lê modernîteya kapîtalîst yekdestdariya li ser zanist û teknolojiya ava kir û veguherand amûra têkbirina civakê. Heta niha tu sîstemekê bi qasî modernîteya kapîtalîst yekdestdariya zanist û teknîkê di vê astê de ava nekiriye. Ev yek ji wan taybetmendiyên sereke ye ku modernîteya kapîtalîst xeternak dike. Îro modernîteya kapîtalîst bi teknîk, telefon û înternetê civakê araste dike û bi rê ve dibe. Medyaya dîjîtal, bi teknîkê jiyana ferazî/virtual, çanda pêşandan û pornoyê belav dike, civakê bi wê dihelîne, zayendîtiyê teşwîq dike, tiryak û koletiyê pêş dixe. Li Kurdistanê ji ber hebûna hêzên xiyanetkar ên hevkarên dijminên ku qirkirina Kurd armanc dikin, dibe sedema hilweşandin û wêrankirineke pir zêdetir. Têkoşîna li dijî zîhniyet û şêwaza jiyana modernîteya kapîtalîst, bingeha şoreş û azadiyê ye. Azadî û jiyana rast bi derbasbûna modernîteya kapîtalîst, têkbirina dijminê mêtinger, qirker û hêzên xiyanetkar ên hevkar pêk tê. 

Pêwîst e jiyan û zîhniyeta modernîteya kapîtalîst weke êrîşa herî mezin a li ser Kurdîtiyê were fêhmkirin. Rojhilata Navîn ne tenê navenda şaristaniya çînên dewletparêz, şaristanî û hêza navendî ye, di heman demê de navenda jiyana komunal a demokratîk e. Gelê Kurd, pêşengiya şoreşa neolîtîkê ya ku tê wateya jiyana komunal û demokratîk kiriye. Ji ber vê yekê civakîbûn di nava Kurdan de pir xurt e. Di çanda me ya civakî de, ferdperestî, jiyana takekesî na, jiyana demokratîk û komunal biqîmet e. Ev pîvan bingeha jiyana rast, watedar û azad e. Ya berovajiyê vê rêya serdestî, îstîsmar û koletiyê ye. Modernîteya kapîtalîst rewşa wê ya herî ketî temsîl dike. Ji ber vê yekê jiyana bi modernîteya kapîtalîst re tam bûye krîz. Li gel hebûna wêrankirin û hilweşîna civak û mirovan, xirabkirina xwezayê jî heye. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst di esasê xwe de êrîşa li dijî civakîbûnê ye, civaka Kurd a ku civakîbûnê kûrahî dijî, herî zêde êşa wê kişandiye û zerar dîtiye. Koka Kurdîtiyê di civakîbûnê de ye. Ne pêkan e ku mirov behsa hebûna Kurdîtiyeke ji civakîbûnê îzolekirî bike. Ji ber vê yekê, divê herî zêde em weke civaka Kurd, li dijî zîhniyet û şêwaza jiyana kapîtalîst têbikoşin û li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst jiyaneke alternatîf pêş bixin. Rêber Apo ji bo vê teoriya Modernîteya Demokratîk pêş xist. Divê em herî zêde vê nîqaş bikin û li ser vê bingehê jiyanê ji nû ve ava bikin."