'Dijmin ji Şengalê ditirse; em ê rêxistinbûna xwe xurtir bikin'

Endamên YBŞ û YJŞ'ê diyar kirin ku wê têkoşîna hevalên xwe yên şehîd bûne bimeşînin û destnîşan kirin, Şengal xwedî hêzeke azad û parastinê ye û ev yek jî dijminan ditirsîne.

Ji fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr destnîşan kir, hilanîna tola hevalên wan ên ji ber êrişa dewleta Tirk şehîd bûn ji bo gelê Şengalê şert e.

Endamên YBŞ û YJŞ'ê hevalên xwe Zerdeşt Şengalî, şervanê YBŞ'ê Şervan Cîlo ku birayê wî bû û şervanên YBŞ'ê Êzdîn Şengalî û Hemîd Şengalî bi bîr anîn, ku li gundê Dugirê yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bûn. Ji fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr destnîşan kir ku wê li ser şopa hevalên xwe bin û got, "Me hevrêyên xwe yên hêja ji dest dan ku wê dema pêş YBŞ bi rê ve bibira. Bila serê gelê me sax be. Rola hevalên me di paqijkirina Şengalê ji DAÎŞ'ê de girîng bû. Hilanîna tola wan ji bo gelê Şengalê şert e. Hêzên ku çavên xwe ji êrişên dewleta Tirk digirin û qada hewayî lê vedikin bila êdî dest ji vê helwesta xwe berdin."

EM JI DIJMIN NATIRSIN

Ji fermandarên YJŞ'ê Hezda Şengalî bingeha avakirian YBŞ û YJŞ'ê bi bîr xist û bal kişand ser komkujiyên li civaka Êzidî hatine kirin. Şengalî got, "Rêxistinbûna me ku bi xwîn û keda gelê me û hevrêyên me yên leheng ava bû, çavê dijmin ditirsîne, haya me ji vê heye. Em ti carî ji dijmin natirsin. Em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne hilînin û têkoşîna wan bidomînin."

BILA NEBÊJIN KU EM Ê QELS BIBIN

Ji fermandarên YBŞ'ê Kûrtay Şengalî anî ziman ku bi êrişên hewayî re hewl didin tola DAÎŞ'ê ya ji Şengalê hatin tinekirin hilînin û got, "Zarokên vî gelî qetil kirin. Zarokên vî gelî pêşengî ji paqijkirina Şengalê ji DAÎŞ'ê kirin. Dewleta Tirk niha jî tola vê hiltîne. Erdogan hîn jî tola DAÎŞ'ê û Bagdadî hiltîne. Ev yek bêyî agahiya hikumeta navendî ya Iraqê pêk nayê. Dijminên me bila nebêjin ku bi êrişan wê me qels bikin, wê me bitirsînin. Berevajî em rêxistinbûna xwe mezintir dikin. Dema ku Mam Zekî Şengalî di 15'ê Tebaxa 2018'an de şehîd bû bi sedan şervan tevlî nava refên me bûn û navê Zekî Şengalî li xwe kirin. Em ê tola wan teqez hilînin."