Di sûîqestên Dêra Zorê de şopa rejîmê

Li pey sûîqestên dawî yên li Dêra Zorê ku van hefteyên dawî li serekeşîr û rûspiyan tê kirin, şopên cidî yên rejîma Şamê hene. Kesekî hate girtin li xwe mikur hat ku rejîmê rêxistineke kontra ava kiriye.

Hêzên Ewlehiyê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kesekî bi navê Evdilrezzaq Newaf El Qatay girtin, ku li gel danazenek hate girtin û di danezanê de serekeşîr û rûspî di hedefê de bûn. El Qatay li xwe mikur hat ku hucreya sûîqestê ji hêla rejîma Sûriyeyê ve hatiye avakirin.

Hêzên Ewlehiyê yên QSD'ê ragihand, kesê navborî dema ku belavok belav dikir hatiye girtin, ku 29'ê Tîrmehê kesek li Şeddadê hatiye girtin û li ser kesê navborî belavok hatine zevtkirin. Di belavokê de tê gotin ji bo ku sûîqestê li meclîsa eşîran, hevserokê meclîsa xwecih bike komeke bi navê 'Berxwedana Ereban a Çekdar' hatiye damezrandin.

Qatay ê 1981'ê li Şedadê jidayik bûyî li xwe mikur hat ku rêxistina bi navê 'Berxwedana Erebên Çekdar' ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bi rengê hucreyan hatiye damezirandin, bi mebesta ku bi sûîqestê rûspî, serekeşîr, hevserokên meclîsan û endamên dîwana edelatê qetil bike.

Qatay amaje bi sûîqestên li Dêra Zorê yên li dijî 2 rûspiyan kir û got, "Em tîma Hesekê hê me gav neavêtî, yên li Dêra Zorê hedefên xwe pêk anîn."

'DEWLETA SÛRIYEYÊ RÊXISTINIYA ÎSTÎXBARATA SIYASÎ KIR'

Qatay got, îstîxbarata dewleta Sûriyeyê peywir daye wî ku serekeşîr, rûspî û endamên meclîsê yên nêzî QSD'ê tasfiye bike. Qatay wiha li xwe mikur hat: "Birayê min li asayîşa rejîmê ya Hesekê katîb e. Ez bi Ebû Muhammed re, yê di îstîxbarta siyasî ya Hesekê de dame naskirin. 19'ê Tîrmehê bi birayê xwe re em çûne Hesekê. Li wir, di parkeke rejîmê de ez û Ebû Muhammed em axivîn. Me ji bo ku em serekeşî, rûspî û hevserokên meclîsên bi ser QSD'ê ve tasfiye bikin nîqaş kir. Hate gotin ev kar wê bi rengekî xef were kirin. Peywira ku pêşî dabûne min jî ev bû. 29'ê Tîrmeha 2020'an danezan gihaştine ber destê min. Min jî, bi rengê ku me nîqaş kirî belav kir. Min danezanên ku ji min re hatin, bi rengekî veşartî li serekeşîr, rûspiyên herêmê û hevserokên meclîsên bi ser QSD'ê ve belav kirin. Belavok, bêyî ku ew bibînin di bin derî re me avêtin."

'DIVIYA KU ME KARÊ WE BI DIZÎ BIKIRA'

El Qatay got, dewleta Sûriyeyê hucreyên ji bo xebatên kontra li herêmê bike, weke ku jê bêrî be, bi navê 'Berxwedana Erebên Çekdar' bi nav kiriye.

Qatay wiha li xwe mikur hat: "Diviya hemû karê bi dizî bûya. Di belavokê de rûspî, serekeşîr û hevserokên meclîsan ên bi QSD'ê re tevdigerin gef li wan tê xwarin. Dewleta Sûriyeyê ev dikir lê me navê 'Berxwedana Erebên Çekdar' bi kar anî. Di belavokê de ji xwe damezirandina vê dihate ragihandin. Pir girîngî didana xefbûnê. Ji bilî çend kesên têkilî hev hucre wê hev nasnekirina. Ji ber vê jî, ez yekîneyên li deverên din nasnakim."

'LI HESEKÊ JÎ WÊ WEKE DÊRA ZORÊ HEDEF BIHATANA TASFIYEKIRIN'

Kesê hatî girtin bal kişande ser sûîqestên van hefteyên dawî yên li Dêra Zorê û got, "Me dît ku li Dêra Zorê çi bû. Diviya heman xebat li van deran jî bibûna. Diviya ev hedef bihatan kuştin û tasfiyekirin. Lê hucreyên Dêra Zorê û Hesekê ji hev cihê bûn. Ji ber vê me hev nas nedikir. Me jî tenê belavok belav kir, li vir hê nû rêxistiniya xwe dikir. Ji xwe ez hatim girtin. Heke nehatama girtin bi Ebû Muhammed re wê hevdîtina me bibûya û ez bi hinan bidama naskirin."

'HEDEF BI RÊYA SÛÎQESTAN WÊ WERIN TASFIYEKIRIN'

Belavoka li ser Qatay hatî girtin bi destnivîsê hatine hazirkirin. Di belavokê de ku heqaret li QSD'ê tê kirin û tê gotin, "Em ê meclîsên eşîreyan ên xayîn, meclîsên edelatê, partiyê, peywirên îstîxbaratê, hevserokên meclîsa xwecih bikin hedef."

Di belavokê de her wiha tê gotin wê hemû kesên ku kirine hedefê bikujin.

SÛÎQESTÊN LI HERÊMÊ

Li herêmên Minbic, Reqa, Tebqa, Dêra Zorê yên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de ne û piraniya şêniyên wê gelê Ereb e, demeke hucreyên veşartî yên MÎT-DAÎŞ û SMO mayinan diteqînin, êrişên bombeyî û sûîqestan dikin. Hucreya veşartî ya MÎT-DAÎŞ-SMO ya li herêmê ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên QSD û Hêzên Ewlekariya Navxweyî ve hatibûn girtin û mikurhatinên wan bi raya giştî re hatibûn parvekirin.

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê û endamê MSD'ê Omer Elûş di 14'ê Gulana 2018'an, ji lîderên eşîra Afadlayê Beşîr Feysel El Hûwedî di 2'ê Mijdara 2018'an de, Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Mervan El Fiteyih 29'ê Kanûna 2018'an bi hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê hatin qetilkirin. Di 30'ê Tîrmehê de li Dêra Zorê ji eşîrên herî qelebalix rûspiyê eşîra Egêdad Suleyman El Kessar li navçeya Bûseyrayê li pêş mala xwe di êrişa çekdarî de hate kuştin. Di 31'ê Gulana 2020'an de li Dêra Zorê Şêx Alî El Wîs li bajarokê El Dehlayê dema ku diçû mizgeftê ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.