Di navbeya mirinê û nên de kolber!

Rejîma Îranê van mehên dawî li ser xeta sînor gelek kolber kuştin. Rejîma Îranê ya ku bi sîstematîk herêmê hejar dike, bi komandoyên mirinê kesên ku debara xwe bi kolberiyê dikin, dikuje.

Her roja li ser xeta sînor nûçeyeke êrîşê tîne. Li Xoyê ya di navbeyna sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 26'ê Cotmehê berêvarî rejîma Îranê li kolberan reşand. Di encamê de kolberê ji gundê Bîlcukî yê Xoyê Edîb Hisênî hate kuştin.

Çarşemê jî rejîma Îranê kolberên Kurd ên bi navê Feramerz  Celî Baqwî (26) kuşt û kolberê bi navê Zakirî Celî Baqwî (30) birîndar kir.

Hema hema her roj kolber têne kuştin. Ji Nîsanê ve 40 kolber hatine kuştin û gelek jê birîndar bûn. Hêzên rejîma Îranê ku li ser xeta sînor weke komandoyê mirinê digerin, dema ku kolberan dikujin ti ceza li wan nayê birîn û rejîm jî wan ji bo kuştinê teşwîq dike.

KURDISTAN A KU TÊ HEJARKIRIN

Rojhilatê Kurdistane bi polîtîkayên bi zanebûn yên rejîma Îranê hate hejarkirin. Rojhilatê Kurdistanê li Îranê herêma herî hejar e. Li gorî herêmên dî veberhênana li vir kêm e û bi zanebûn nehişt ku rabe. Rejîmê nehişt ku çandinî û sanayî li Rojhilat geş bibe. Di encama vê de jî bêkarî li gorî herêmên dî pir zêde bû.

Li gorî sala Adara 2016 û Adara 2017'an malbatên herî hejar li Îlamê dijîn. Serê malê salê bi giştî 4950 euro dikeve dest malbatê. Li tevahiya herêma Kurdistanê jî serê malê dahata malbatê bi giştî 5035 euro ye. Jji ber ku pereyê Îranê li bara dolar tim ji qîmet ket, hêza kirînê kêm bû û hejarî zêdetir bû. Ev îstatîstîkên fermî ne. Tê gotin rêjeya hejariyê pir zêdetir e. Li gorî hin daneyên ku van mehen dawî ji devê wekîlan dertê, li Îranê 80 ji 100'î yê nifûsê hejar e.

KOLBERÎ NE TERCÎH E, AMÛRA MAYINA LI SER PIYAN E

Li Rojhilatê Kurdistanê rewş kambaxtir e. Li dijî polîtîkayên cihêkarî, zext û hejarkirinê kolberî ne tercîh e, ji bo mayina li ser piyan bûye divêtiyek.

Di navbeyna Adara 2016'a nû Sibata 2017'an de êrîşên kujer ên li ser kolberan zêde bûn. Piştî gelek helwest û protestoyan rejîmê bi navê 'sînorên yasayî' neçar ma ku tevdîrekê bistîne. Bi gotineke dî niqteyên sînor ji 'derbasbûna yasayî' re hate vekirin. Ji bo kolberan 'karta derbasbûna kolberan'  dan. Lê tedîr di pratîkê de dîsa rakirin, soz hatin ji bîrkrin, êrîş dîsa zêde bûn.