Di Festîvala Şanoya Kolanan a Merîwanê de dîmenên rengîn

Festîvala Şanoya Kolanan a Merîwanê ya 12’emîn di roja xwe ya çaran de didome.

Li Rojhilatê Kurdistanê Festîvala Şanoya Kolanan a Merîwanê ya 12’emîn di roja xwe ya çaran de didome. Di çar rojên pêşîn ê festîvalê de bi sedan lîstik hatin lîstin . Duh jî 32 lîstik hatin lîstin.

Şanogerên ku ji welatên cihê hatine, li Qada Şanoyê, Peravê Gola Zerîbarê, Qada Stadyûmê, Qada Serbaz, Parka Şehrîwers, Qada Bave Reşî, Parka Ziryan û Şineyê lîstikên xwe pêşkêş kirin.

Piştî lîstika “Sînorê dawîn ê xebatê” yê ku li ser kolberan e, temaşevanan bi deqeyan slogana “Bila êdî kolber nemirin” berz kirin.

Gelê Merîwanê eleqeyeke germ nîşanî festîvalê şanoyê dide û ji Brezîlya, Spanya, Fransa, Azerbaycan, Başûrê Kurdistanê û ji gelek welatên cihê 362 lîstikvan û derhêner beşdarî festîvalê bûne.

Duh komek şanoger piştî lîstikê daketin sûkê lê esnafên Merîwanê ji wan re gotin “Hûn mêvanên me ne” û pere ji şanogeran nestendin.

Palyaçoyekî ku ji Ûkraynayê hatibû beriya lîstika xwe got ku, "Ez dikarim bibêjim ku Merîwan bajarekî herî taybet ê cîhanê ye. Duh dema em çûn sûkê esnafan pere ji me nestendin. Ez cara pêşîn dibim şahidê tiştekî wisa. Spas Merîwan."