Dewleta Tirk xwe ji operasyoneke nû ya dagirkeriyê re amade dike

Hate ragihandin, ku dewleta Tirk amadekariyan dike ku li Heftanîn û Metînayê dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê bike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker amadekariya wê yekê dike ku li qadên Keşan û Bektorya yên herêma Heftanînê û li girê Zendûra yê herêma Metînayê dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê bike.

Hate ragihandin ku ji bo vê operasyona nû ya dagirkeriyê wê hêzên taybet ên jendermeyan ji Hatayê bên anîn û beşek ji wan jî wê li gundên bajarê Zaxoyê yên Başûrê Kurdistanê bên bicihkirin.

Li gorî agahiyan, hêzên taybet ên Tirk wê ji van herêmên bi cih bûne ber bi qadên navborî yên Heftanîn û Metînayê ve bikevin nava liv û tevgerê.

Tê gotin ku dema operasyona dagirkeriyê dest pê kir wê leşkeran deynin ser hin girên li herêma Metînayê.