Dewleta Tirk li Bamernê bombe li wesayitekê barand

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Behdînanê bombe li wesayitekê barand.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, balafirên şer ên Tirk bombe li wesayiteke li gundê Eredna yê li bajarokê Bamernê yê Duhokê barandin.

Hate ragihandin ku 3 kesê di wesayitê de jiyana xwe ji dest dane, yek jî birîndar bûye.

Balafirên şer ên Tirk şeva 13'ê Tebaxê jî li gundê Reşankê yê Duhokê bombe li wesayiteke sivîl barandibûn.

11'ê Tebaxê balafirên şer ên bêmirov ên dewleta Tirk êriş biribûn ser Hêzên Sînor ê Iraqê yên li herêma Kelaşînê û di encamê de du fermandarên payebilind jiyana xwe ji des dabûn, sivîlek jî birîndar bûbû.