Dewleta Tirk gora Şêx Berakat a 500 salî hilweşand

Dewleta Tirk a ku Rojava dagir kiriye, dîroka Kurdan jî tine dike.

Çiyayê Şêx Berakat ku li bajarê Darize yê li rojavayê Helebê ye devereke dîrokî ye. Navê şêxekî Êzidiyan ê bi navê Şêx Berakat ku berî niha bi 500 salî li herêmê bû, lê hatiye kirin. Çiyayê Şêx Berakat ji aliyê împaratoriya Romayê ve weke qadeke stratejîk dihate bikaranîn. Beriya ku ji aliyê împaratoriya Osmanî ve bê dagirkirin, çiyayê Şêx Berakat herêmeke Kurdên Êzidî bû. Lê belê piştî ku Osmaniyan herêm dagir kirin, li dijî Êzidiyan êrîşeke mezin pêk hat.

Ji ber êrîşa Osmaniyan gelek Êzidî hatin qetilkirin, gelek ji wan koçber bûn û yên mayî jî neçar man bibin Misilman. Heta ku El Nûsra sala 2013'an dagir bike, Şêx Berakat ji bo Êzidiyan piştî Laleşê weke devera duyemîn a hecê dihate dîtin û Êzidiyan serdana herêmê dikirin. 7'ê Sibata 2018'an dewleta Tirk ji bo li ser Îdlibê û rojavayê Helebê serwer be, li Çiyayê Samanê û Çiyayê Şêx Berakat nuqteyên leşkerî ava kir. Piştî ku dewleta Tirk herêm dagir kir, tirba Şêx Berakat bi temamî hate hilweşandin û bermahiyên dîrokî hemû hatin tinekirin. Dewleta Tirk dixwaze, dîwarê ku ji bo qutkirina Efrînê lê dike bigihîne heta herêmê.

ŞÊX BERAKAT JI BO GELÊN LI HERÊMÊ HEMÛYAN DEVEREKE GIRÎNG E

Endama Yekîtiya Êzidiyan Gulê Cafer diyar kir, Şêx Berakat ne tenê ji bo Êzidiyan her wiha ji bo Misilmanan, Ermen û Mesîhiyan girîng e û got, "Di nava împaratorî û dewletên herêm dagir kirin de, yên herî zêde dîroka me tê bir dewleta Osmanî bû. Yekane armanca wan tinekirina dîroka Kurdan, Êzidiyan bû. Ne tenê li Şêx Berakat, Osmaniyan li her deverê dîroka me tine kirin. Li Nebîhûrî devereke me ya pîroz hebû. Osmaniyan li wir jî mizgeftek çêkir û şêxekî xwe xist wir, bi vî rengî gotin ku ew der a wan e.

Şêx Berakat Kurdekî Êzidî ye. Li gel wî birayê wî Şêx Elî hebû. Xaka xwe, ola xwe diparastin. Her du jî li wê herêmê şehîd bûn. Şêx Berakat li lûtkeya çiyayê Şêx Berakat, Şêx Elî jî li gundê Basûfanê hatin veşartin. Her du herêm 2 kîlometreyan dûrî hev in. Her du ziyaret ji bo Kurdên Êzidî gelekî girîng in. Berî ku herêm bên dagirkirin, her rojên Çarşemê her kes diçin wan deveran û find vêdixistin. Êzidiyên ku nekarîbûn biçin Laleşê ji bo hecê her sal diçûn van herêman.

Dewleta Tirk dema ku Efrîn dagir kir, nuqteya xwe ya stratejîk li wir ava kir. Ji ber ku Şêx Berakat li ser herêmê hemûyî serwer e. Li ser Heleb, Îdlib, Şehba, Efrînê serwer e. Niha li Şehbayê li devera ku em lê ne em Çiyayê Şêx Berakat dibînin. Devera ku ji bo me pîroz e ji aliyê dewleta Tirk ve hate hilweşandin. Dewleta Tirk gelê me û dîroka me tine dike. Em ê ti carî vê qebûl nekin. Em ê xaka xwe û dîroka xwe ji dewleta Tirk re nehêlin."