Dersên Kurdî ji bo her kesî bi rengê Onlîne dest pê dikin

Aladdîn siyanîç ku li Londonêdemeke dirêj e bi karên xwe yên perwedeya ji bo zimanê Kurdî tê naskirin, ji ber vîrûsa koronayê wê dersên Onlîne yên Kurdî bide mirovên li malên xwe ne. Dersa destpêkê jî êvara 6'ê Nîsanê dest pê dike.

Alaaddîn Sîyanîç di vê dema vîrûsa koronayê de dest bi xizmeta Dersên Kurdî kir.

Yekane tişta ku ji bo vê bê kirin ew e; bernameya bi navê 'Zoom' a bêpere bê daxistin û bi koda ku hatiye dayin bername bê bikaranîn.

Mirov li ku derê be dikare tevlî van dersan bibe. Sîyanîç diyar kir ku ew amade ne bersivê bidin pirsên beşdaran.

Dersa destpêkê roja Duşemê li gorî dema Londonê saet di 18:00 de dest pê kir. Ders wê bi zaravayê Kurmancî bin û her roja Duşemê heman saetê bidome.

Bername ji vê lînkê dikare bê daxistin:

https://zoom.us/j/7083784912?pwd=eXlYS05Xd3F3SUJkY1VuVlMvT0p2UT09

Ji bo mirov tevlî dersê bibin jî pêwîste ev agahiyên li jêrê hatine dayin bên bikaranîn:


Meeting ID: 708 378 4912

Password: 419894