Dêra Zor, petrol û karên MÎT-Mûhaberatê

Şêniyên Dêra Zorê di dîroka xwe de ne bi Osmaniya ne jî bi rejîma Baasê re bûne yek. Modela ku li avaniya wan a civakî tê, rêveberiya xweser e. Şêniyên vê herêmê niha di hedefa Tirkiye û rejîmê de ne.

Tirkiye û rejîma Esad hestên neteweperestiyê yên gelê Ereb bi kar tînin û bi gotina 'Kurd petrolê didizin' fitneyê li Dêra Zorê belav dikin. Rûspiyên herêmê bi destê hucreyên MÎT-Mûhaberatê tên kuştin û bi vî rengî hewl didin eşîran û QSD'ê li ber hev rakin.

Gelo Dêra Zor çima kirine navenda karên kontra, şêweyê jiyana gelê li wê herêmê çawa ye, bi çi rengî nêzî rêveberiya xweser dibin? Petrola Dêra Zorê çawa tê bikaranîn û çawa digihêje gel? Li herêmê karên kontra yên MÎT'ê û Mûhaberatê çawa tên meşandin? Pêwîstiya gelê Dêra Zorê çi ye?

ÇAVKANIYEKE PETROLÊ YA LI QIRAXA ÇEMÊ FIRATÊ

Dêra Zor ku li bakur rojhilatê Sûriyeyê ye û Çemê Firatê di nava wê de derbas dibe, ji aliyê firehbûnê ve wîlayeta herî mezin a Sûriyeyê ye. Demeke dirêj di bin dagirkeriya împaratoriya Osmaniyan de ma, demeke kurt di bin serweriya Fransayê de ma. Sala 1946'an jî veguherî parçeyek ji Sûriyeyê.

Herêmeke ku piraniya wê çol e û 99 ji sedî yê şêniyên wê jî li qiraxa çemên Firatê û Xabûrê ne. Çandinî û sewalakarî çavkaniya bingehîn a debarê ye, lê belê ji ber polîtîkayên rejîma Baas û şerê navxweyî, çandinî lê kêm bûye.

Ev bajarê ku çavkaniyên dewlemend ên petrolê û gaza xwezayî lê ne, ji aliyê rojhilat ve cîranê Iraqê ye û piraniya şêniyên xwe yên li bakur û rojhilatê bajêr ji eşîrên Ereb ên Sûnî pêk tên. Şêniyên herêmê ji ber rêbaza rêveberiya tekperest û baweriya xwe timî xwe ji rejîma Esad vegirt. Lê belê piraniya wan di dema Saddam de di bin bandora rejîma Baas de dimînin û herêmeke welê ye ku hestên xwe yên neteweperestiyê lê xurt e.

Piştî ku sala 1968'an li Sûriyeyê hilberîna petrolê dest pê kir, li Dêra Zorê navendên petrolê hatin avakirin. Ji bo şêniyên Dêra Zorê karkirina li van şîrketên petrolê veguherî qadeke kar. Rejîm li herêmê piştgiriyê nade çandiniyê û çandinî gav bi gav lawaz dibe. Di şerê navxweyî de jî xisar li qenalên avdanê dibe.

QAÇAXÇITIYA ÇEKAN Û PETROLÊ

Dêra Zor herêmeke welê ye ku piraniya şêniyên wê bi çek in. Tê zanîn ku zêdeyî 20 sal in li herêmê mirovan çek hildane û rejîma Baasê jî ji salên 2002 û 2003'an û pê ve şêniyên herêmê teşwîq kiriye ku qaçaxçitiya çekan li Iraqê bikin.

Bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re şêniyên Dêra Zorê yên ku nakokiya xwe bi rejîmê re hebûn, hema bêjin hemûyan çek hildan. Li Dêra Zorê ku Konfederasyona Eşîrên Agedatê, Kabîleya Begarê û gelek eşîrên biçûk û mezin lê ne, her eşîr di nava xwe de bi gelek fraksiyonê muxalîf parçe dibe. Di sala 2013'an de Cephet El Nûsra li qada bakur û rojhilatê bajêr û qadên petrolê dibe serdest.

Di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de jî qaçaxçitiya petrolê dest pê dike û ev rewş di dema dagirkeriya DAÎŞ'ê de jî dewam dike. Di Tîrmeha 2014'an de ji bejahiya rojhilatê Dêra Zorê heta sînorê Iraqê  herêm bi temamî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate dagirkirin. Di dema ku DAÎŞ'ê Dêra Zor dagir kir de, bi eşîra Şihêdatê re li ser embara genim û petrolê şer dike. DAÎŞ nêzî 300 mêr ên ji eşîra Şihêdatê înfaz dike. Lê belê piştre hin bîrên petrolê ji kesên nêzî xwe yên hin eşîran re kirê dike. DAÎŞ'ê ji aliyekî ve bi rêya bazirganan petrola Dêra Zorê firot Tirkiye û rejîmê, li aliyê din jî şêniyên Dêra Zorê bi rêya qaçax petrol firot rejîmê.

GEL JI REJÎMÊ REVIYA Û XWE LI HERÊMÊN QSD'Ê GIRT

Navçeyên mezin ên bejahiya Dêra Zorê; Meyadîn, El Bûkemal ku weke bajaran e, dema ku di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de bûn, herêmên ku navenda wan a bajara di destê rejîma Baasê de bûn, ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn dorpêçkirin. Dema ku QSD'ê pêngava azadkirina Reqayê dimeşand, rejîmê jî bi piştgiriya Hîzbûllah a Îranê û Rûsyayê ji başûr ve ber bi Dêra Zorê dest bi operasyonê kir. Lê belê zêde nekarî bi pêş ve biçe. QSD'ê dema ku di Îlona 2017'an de ji bo azadkirina Dêra Zorê dest bi pêngavê kir, rejîm jî li aliyê din ê çem bi pêş ve çû.

DAÎŞ'ê di dema pêngavê de rêbazên xwe yên herî hovane bi kar anî be jî hêzên QSD'ê ku Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê jî di nav de ye, piştgiriyeke xurt ji civakê wergirtin. Rejîmê bêyî ku sivîl û leşkeran ji hev cihê bike bombardûmaneke giran ji hewayî li herêmê kir û bi vî rengî bi pêş ve çû. Her wiha ji ber weşandina dîmenên ku rejîmê êşkence li gel dikir, şêniyên herêmê yên li deverên rejîmê bûn ber bi qadên azadkirî yên QSD'ê ve koç kirin.

QSD'Ê QADÊN PETROLÊ AZAD KIR, REJÎMÊ ÊRIŞ KIR

QSD'ê di nava pêngavê de bi dorê Ezbe-Konîko, Cefra û El Omer û El Tenek ku weke qadên herî mezin ên petrolê û gaza xwezayî yên Sûriyeyê ji DAÎŞ'ê rizgar kir.

Piştî ku QSD'ê qadên petrolê yek bi yek rizgar kir, rejîm a li aliyê din ê çem kete nava liv û tevgerê. Rejîmê bi çekên giran êrişî herêmên petrolê yên mîna Cefra û gundên derdorê kir û ji bo êrişî QSD'ê bikin rê dan DAÎŞ'iyan. 

LI DÊRA ZORÊ DU RÊVEBERÎ HENE, DU SÎSTEMÊN JI HEV CUDA

Beriya sal û nîvekê qada herî dawî ya di destê DAÎŞ'ê de bû, herêma Baxozê ya Dêra Zorê ji aliyê QSD'ê ve hatibû rizgarkirin. Niha li wîlayeta Dêra Zorê du rewş hene. Navenda bajarê Dêra Zorê, Meyadîn, El Bûkemal, gundê li başûr û başûrrojavayê Çemê Firatê di destê rejîmê de ne. Bakurê Çemê Firatê, gund û navçeyên li rojhilat û bakurêrojava yê Çemê Firatê, her wiha navendên petrolê yê li van herêman di kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye. Li qadên rêveberiya xweser a Dêra Zorê niha tevî penaberan nêzî 2 milyon mirov hene. Piraniya penaberan jî ji herêmên di bin kontrola rejîmê de hatine. Di nav de penaberên ji Iraqê, Şam û Idlibê jî hene.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Dêra Zorê ku hîmên wê di Îlona 2017'an de hatin danîn û di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digire, li gel êrişên rejîmê, Tirkiye û hucreyên DAÎŞ'ê karên xwe didomîne. 

PETROLÊ HILDIBERÎNE Û BI BUHAYEKÎ KÊM DIDE GEL

Piraniya parzûngehên gaza xwezayî û petrolê yên li qadên rêveberiya xweser ên Dêra Zorê ji ber şer têk çûne. Rêveberiya Xweser piştî ku herêm rizgar kir, hin ji bîrên petrolê radestî eşîran kir. Beşek ji bîrên ku petrol dikarin jê bê derxistin jî bi rengekî bi peyman ji aliyê Şîrketa Petrolê ya Cizîrê ve hate xebitandin.

Li gorî peymanê, 70 ji sedî yê firotina petrola hatiye hilberandin, yê rêveberiya xweser e. Lêçûn jî di nav de 30 ji sedî yê hatineya petrolê jî ya şîrketa Cizîrê ye. Şîrketa Cizîrê jî beşek ji petrola xav firot baizrganan û li gorî têra pêwîstiyên herêmê bike beşek jê veguherand mazotê.

Rêveberiya Xweser 2 meh piştî rizgarkirina Baxozê, ji bo mazoteke hîn bi kalîte were hilberandin û buhayê xwe erzan be, bîrên petrolê yên li Dêra Zorê hemû kir malê cemaweriyê. Petrola xav a ku Şîrketa Cizîrê dikir mazot, bi buhayê 75 lîreyê, ku bi 20 qatî ji buhayê normal erzantir e, pêşkêşî gel hate kirin.

Hin eşîrên ku rejîmên Tirkiye û Baasê ew sor kirin, li dijî vê yekê xwepêşandan kirin, lê belê piraniya şêniyên Dêra Zorê piştgirî da rêveberiya xweser.

LI GEL ZEXT Û ZORDARIYÊ JÎ ŞÊNIYÊN HERÊMÊ REJÎM QEBÛL NEKIR

Dêra Zor ji roja ku ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin û pê ve ji ber rewşa xwe ya cografîk û çavkaniyên xwe yên petrolê her tim bû hedefa rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê.

Li Dêra Zorê ku piştî hate rizgarkirin jî êriş bi dawî nebûn, mûhaberat (îstîxbarata rejîmê) ji DAÎŞ û MÎT'ê bêhtir çalak e. Di operasyonên hêzên ewlekariyê de agahî bi dest ketin ku MÎT û mûhaberatê bi rêya DAÎŞ'iyên berê yên li herêmê, hucreyên xwe şandine nava hucreyên DAÎŞ'ê. Bi vî rengî dikarin hucreyên DAÎŞ'ê li gorî xwe bi kar bînin. Li gorî daneyan, gelek êrişên li herêmê hatin kirin û DAÎŞ'ê berpirsyariya wan da ser milê xwe, bi esasî bi destê MÎT'ê û Mûhaberatê hatine kirin.

Rejîmê piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD'ê ve, yekser dest bi antî propaganda QSD'ê û Rêveberiya Xweser kir. Li herêmê û Hesekê bi rûspiyan û lîderên eşîran re hevdîtin kir û kesên bi QSD'ê û Rêveberiya Xweser re tevdigerin xayin ragihand. Bi gotina 'Ez ê careke din bibim rêveber, wê demê yên ku bi rêveberiya xweser re tevgeriyan ez ê wan poşman bikim' rejîm gefê li gelê herêmê dixwe. Tirkiye jî ji aliyekî ve bi êrişên xwe yên bi mayinan û sûîqestan piştgiriya vê hewldana rejîmê dike.

Tevî van hemûyan, şêniyên Dêra Zorê mîna yên li Minbic, Reqa û Tebaxyê, di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de ya ji aliyê dewleta Tirk ve, qebûl nekirin ku rejîm bikeve herêma wan û di rêveberiya xweser de israr kirin.

DI KUŞTINA LÎDERÊN EŞÎRAN DE ŞOPA REJÎMÊ

Piştî vê yekê hucreyên MÎT'ê û Mûhaberatê giranî dan ser êrişên li dijî rayedarên rêveberiya xweser. Di 17'ê Mijdara 2019'an de endamê Meclîsa Qanûndanînê ya Dêra Zorê û Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Lîna Ebdulwehab li mala xwe ji aliyê kesên çekdar ve bi sûîqestê hate kuştin.

Hem rejîmê hem jî Tirkiyeyê bi taybetî bi rêya eşîrên Sûriyeyê yên li Cerablûsê dest bi propaganda reşkirinê kirin û argûmana wan a bingehîn jî hestên neteweperestiyê û petrol bû.

Di demekê de ku hevdîtin navbera ENKS û PYD'ê dest pê kir, Mûhaberatê li herêmê ev propaganda kir, "Kurdan li hev kirin. 40 ji sedî yê petrolê wê bikeve destê PYD'ê, 40 ji sedî bikeve destê ENKS'ê û 20 ji sedî jî wê bidin Ereban."

Dema dawî jî hem êriş li nava kesên di sîstema rêveberiya xweser de ne, hem jî li dijî hin rûspiyên eşîran êriş tên kirin. Di 6'ê Hezîrana 2020'an de li rojhilatê bajêr Hevserokê Şaredariya Bajarokê Teyanayê Sekat Ebû Eymen ji aliyê kesên çekdar ve li avahiya şaredariyê hate kuştin. Di 30'ê Tîrmehê roja Pêncşemê de rûspiyê eşîra Îgêdatê Suleyman El Kessar û di 31'ê Tîrmehê de jî Şêx Alî El Wîs li bajarokê El Dehlayê dema ku diçû mizgeftê ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

Hema piştî van êriçşan dewleta Tirk û Mûhaberatê dest bi propagandayê kir û hewl da QSD' û eşîran li ber hev rakin.

Li gorî mikurhatinên endamên hucreyên rejîmê yên heta niha hatine girtin, li binê van bûyerên kuştinê mohra Mûhaberatê heye. Ji xwe şahidên bûyera kuştina lîderê Îgêdatê diyar kirin ku 4 kesên çekdar ên li ser motorê bûyer kirine û êrişkar piştre reviyane herêmên rejîmê.

BI HEVKARIYA MÎT-MÛHABERATÊ WÊ ÊRIŞ ZÊDE BIBIN

QSD'ê piştî êrişan ji bo rawestandina sûîqestên li Dêra Zorê û girtina êrişkaran kar û kontrol zêde kir. Bi hin operasyonan gelek kes hatin girtin. Mikurhatinên van kesan wê mijarên sûîqestan ronî bikin.

Peymana petrolê ya navbera rêveberiya xweser û şîrketa Emerîkî ya bi navê Delta Crescent Energy LLC ku hîn nehatiye piştrast kirin, nîşan dide ku Tirkiye û rejîm wê karên xwe yên kontra zêde bikin. Dibe ku ev kar jî bi hevkariya MÎT û Mûhaberatê bên kirin.