Dengîr Mîr Mehmet Firat ê HDP'î jiyana xwe ji dest da

Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat li Nexweşxaneya Bayindir a Enqereyê ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dengîr Mîr Mehmet Firat, li Nexwşexaneya Bayindir a Enqereyê serê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Firat wê îro li Enqereyê bê veşartin.

Dengîr Mîr Mehmet Firat 8'ê Tebaxa sala 1943'an li navçeya Kalikê ya Semsûrê ji dayik bû. Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bû.

Parêzerî û cotkarî kir. Yek ji endamên damezrîner ên AKP'ê bû.

Dengîr Mîr Mehmet Firat di serdema 21'ê de li Semsûrê, serdema 22'an de li Mersînê û serdema 23'an de jî li Edeneyê bû parlamenter.

Firat herî dawî di hilbijartinên sala 2015'an de ji HDP'ê bû parlamenter.