Dayika Kaya: Em bi zarokên xwe re ne

Yasemîn Kaya ku kurê wê yê dîlgirtî Velat Kaya ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, piştgirî da çalakiya kurê xwe û got, "Em bi zarokên xwe re ne û em ê ti carî ji rêya xwe venegerin."

Velat Kaya ku li Girtîgeha Manîsa-Akhîsarê dîlgirtî ye, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 49 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye.

Dayik Yasemîn Kaya ji ANF'ê re qala kurê xwe kir û anî ziman, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e.

Yasemîn Kaya anî ziman ku kurê wê di dema 15'ê Tîrmehê de çûbû Stenbolê gel metka xwe û got, "Li wê derê polîsan nasname kontrol kirin û dema fêhm kirin ku Kurd e, telefona wî bi zorê jê stendin û lêkolîn kirine. Dema ku parvekirinên wî dîtin, ew destgîr kirin. 8 rojan êşkenceyeke giran lê kirin. Piştî êşkenceyeke giran û heqaretê ew xistin zindanê. Li dû 4 mehan jî cezayê 6 sal 10 meh ê girtîgehê lê birîn."

REWŞA TENDURISTIYÊ NEBAŞ E

Kaya ji ber ku beriya niha 3 rojan kete greva birçîbûnê ji girtîgeha li Sîlîvrî ya Stenbolê sirgûnî Manîsa-Akhîsarê hate kirin. Dayik Kaya diyar kir, ji ber şert û mercên giran nêzî saleke kurê xw enedîtiye û got, "Kurê min ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye. Rewşa wan qet nebaş e.

Hevsera kurê min çû dîtina wî. Got ku devê çalakgeran birîn bûne, çavên wan sor bûne û gelekî kîlo li xwe kêm kirine. Velat ji 1'ê Adarê ve 7 kîlo li xwe kêm kiriye. Divê tavilê çareseriyek ji vê pirsgirêkê re bê dîtin. Pêwîste tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Wê demê wê zarokên me dawî li grevê bînin. Hin heval hene ku zêdeyî sed roj in di greva birçîbûnê de ne. Rewşa wan a tenduristiyê hîn girantir e."

'HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE, EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN'

Kaya anî ziman, kurê wê doh bi rêya telefonê li wan geriya ye, diyar kiriye ku rewşa wan nebaş e û got, "Got ku hin hevalên wî di roja 100'î ya grevê de ne. Çavên wan baş nabîne, bi şev nikarin razên, bi zorê dimeşin.

Bang li dayikan û ciwanan kir ku xwedî li berxwedanê derkevin. Anî ziman ku divê destûr neyê dayin ku mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Got, 'Heta ku tecrîdkirina Rêberê me Abdullah Ocalan bi dawî bibe em ê berxwedana xwe bidomînin'."

'EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN'

Dayik Kaya ragihand, hevalekî kurê wê ku li heman koxûşê tê girtin zêdeyî 120 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, "Rewşa wî hevalî gelekî nebaş e. Velat timî qala wî dike. Dibêje ku ew hêz û moralê ji wî digire. Dema ku ji me re qala van dike, em jî nikarin li şûna xwe bisekinin.

Me li Baroya Amedê 3 rojan greva birçîbûnê pêk anîn. Em ji malbatan hemûyan dixwazin ku di vê mijarê de hîn bi berpirsyarî tevbigerin. Divê rabin ser piyan. Ji ber vê bêdengiyê kêm maye ku mirov bimirin. Êdî bes e. Divê em piştgiriyê bidin hev û bi zarokên xwe re bin. Em ê jî çalakiyên xwe bidomînin. Heta ku tecrîdkirina rêber û zarokên me bi dawî bibe wê çalakiyên me bidomin. Em bi zarokên xwe re ne û em ê ti carî ji rêya xwe venegerin."