Daxuyaniyek bi sosret: ‘Mafê milismanan ê kuştina Fransiyan heye!'

Serokê berê yê Malezyayê Mahathîr Muhammed, demek kurt piştî êrîşa hovane ya li bajarê Nîceyê diyar kir ku mafê misilmanan heye ku bi milyonan Fransiyan bikuje.

Pênçşemê li bajarê Nîce ya ku serê yekê hate jêkirin û 3 kes bi wehşane hatin qetilkirin. Hate diyar kirin ku êrîşkaran ji berî êrîşê gotine Allahû Ekber û bang kirin e.

Demek piştî êrîşê Serokê berê yê Malezyayê Mahathîr Muhammed li ser Twîtterê peyamek belav kir  û da zanîn ku mafê misilmanan heye ku bi milyonan Fransiyan bikuje. Muhammed ê ku di nava civakê de 24 salan seroktî kirî, di meha Sibatê de ji desthilatê ketibû.

Muhammed got: “Kîjan dîn di bin sûcdariyê de be bila bibe, bi hêrsbûn mirovan dikuje.”

Mahathîr Muhammed wiha domand: “Mafê misilmanan ê bi hêrsbûnê û ji bo qetlîamên berê, mafê kuştina bi milyonan Fransiyan heye.”