HPG: Di bombardûmanê de xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû

Dewleta Tirk a dagirker ku derbên giran ji gerîla dixwe, bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di êrişên hewayî de tiştek bi gerîla nehat, lê xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû. Şewata li herêmê jî dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

29'ê Tîrmehê saet di 16:20'an li dijî dagirkerên li ser Girê Silêman, hêzên me bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de derb li hedefên hatin diyarkirin, bi rengekî serketî hate xistin.

Dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana dîrokî ya hêzên me nikare encamê bigire û derbên giran ji çalakiyên gerîla dixwe, bi bombardûmana giran a hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze encamê werbigire. Lê belê di encama tedbîrên hêzên me de ev êriş jî mîna her carê bêencam man, xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bi rengekî cidî mexdûr bû; xisar li bax, baxçe û qadên sivîlan bû. Tiştên ku dewleta Tirk a mêtinger bi rêya medya şerê taybet ji bo propagandayê diweşîne rast nîne. Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

29'ê Tîrmehê saet di navbera 11:40-17:30'î de tunelên şer ên li qada Girê Sor a herêma Avaşînê bi teqemeniyan hatin bombekirin.

29'ê Tîrmehê saet di navbera 23:30-00:30'î de li herêma Metînayê helîkopter li xeta Qaşûrayê geriyan.

29'ê Tîrmehê saet di 00:00 de li herêma Zapê qada Sacayê bi balafirên şer hate bombekirin.

29'ê Tîrmehê saet di navbera 01:15-01:30'î de qada Deşta Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

29'ê Tîrmehê saet di navbera 01:22-01:25'an de li herêma Bergarê ya navçeya Amediyê gundên Bilmendê yên nehiya Dînartê ya navçeya Akrê û Guzê bi balafirên şer hatin bombekirin.

29'ê Tîrmehê saet di navbera 12:30-13:40 û 22:45-00:45'an de li herêma Qendîlê Girê Zergelê, Dola Zergelê, Girê Savaş, Dola Şehîdan, Girê Hîwa, Geliyê Balayan, Girê Balayan, Dola Bedranan, Bêpalan, gundên Sûredê, Gilgamêş, Dêreşê û Berdeqaşo bi balafirên şer hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisareke madî li bax û baxçeyên xelkê me bû û şewata bi herêmê ket hîn jî dewam dike."