Dagirkeran 20 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin

Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana gerîla bêçare maye, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 20 caran bi bombeyên kîmyewî êrîş bir ser çeperên şer ên li Şehîd Botan.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin.

Li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên Şehîd Botan ji serê sibehê heta êvarê bênavber 20 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker di heman demê de Qadên Berxwedanê 5 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8'ê Kanûnê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

8'ê Kanûnê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Botan bi sabotajê çalakî hate lidarxistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

8'ê Kanûnê li Qada Girê Ortê ya Metînayê, hêzên me dagir xistin bin kontrolê û piştre bi çekên ferdî lê dan. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

8'ê Kanûnê saet di 10:00, 12:00 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê 3 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

8'ê Kanûnê saet di 14:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger dest li dagirkeran werdan ku dar dibirîn, piştî vê destwerdanê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

8'ê Kanûnê ji serê sibehê heta bi danê êvarê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Botan 20 caran bênavber bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

8'ê Kanûnê Qada Deşta Kafya û zeviyê gundê Şikeftiyan ên Garê, zeviyên gundê Şêlazê yê Metînayê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê Amediyê û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."