HPG: Li Zapê derb li dagirkeran hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Zapê bi çekên giran derb li hêzên dewleta Tirk a dagirker hatiye xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:
    
"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

26'ê Îlonê saet di 08:15'an li dijî dagirkerên li Kela Bêdewê ya li herêma Zapê, bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêzên me bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin xistine.

25'ê Îlonê li herêma Xakurkê cîhaza wênekişandinê ya ku artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Şehîd Kamûran bi cih kir, ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

26'ê Îlonê danê êvarê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Piştî vê bombardûmanê dagirkeran hewl dan bi pêş ve biçin û di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Li pêşberî berxwedana bi biryar a hêzên me, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

25'ê Îlonê saet di navbera 15:25-17:00 de li herêma Avaşînê qada Basya bi balafirên şer hate bombekirin.

26'ê Îlonê saet di 10:00 de li herêma Xakurkê Droneyên hêzên PDK'ê li qada Sinînê geriyan. Ev qad piştre ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve 3 caran hate bombekirin."