Cenazeyên leşkeran li naverastê têne rizandin

Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Nexweşxaneya Dewletê ya li Colemêrgê 40, li Nexweşxaneya Sehra ya li gundê Bilicanê jî zêdeyî 100 cenazeyên leşkeran hene.

Cenazeyên hin leşkeran ên ku kuştina wan ji aliyê desthilatdarî û medya AKP-MHP'ê ve ji gel têne veşartin, bi mehan e li morgan têne hiştin.

Cenazeyên hin leşker, cerdevan û çeteyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şer de têne kuştin bi helîkopteran tînin Tûgaya Komando ya Çiyê Colemêrgê, Leşkergeha Fatîh û tabûrên leşkerî yên li ser sînor. Piştre jî bi ambûlansan cenazeyan dibin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û nexweşxaneyên sehra yên li ser sînor.

ZÊDEYÎ 100 CENAZE

Li gorî çavkaniyên xwecihî li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê 40, li Nexweşxaneya Sehra ya li gundê Bilicanê ku di navbera Çelê û Colemêrgê de ye zêdeyî 100 cenaze hene. Ev cenaze bi mehan e li morgan têne rizandin. Ji ber cesedên riziyayî li nexweşxaneyê bêhneke giran heye. Şêniyên ku ji bo dermankirinê çûn nexweşxaneyê bêhna giran piştrast kirin.

JI 60'Î YEK EŞKERE KIRIN

Cerdevanekî ku li qadên gerîla şahidî ji şer re kir, anî ziman ku di şevekê de herî kêm 60 leşker hatin kuştin û wî bi xwe ev dîtiye.

Cerdevan anî ziman ku ew matmayî ma ku dewletê piştî şer navê tenê astsûbayekî eşkere kir.