Cenazeyên gerîlayên HPG’ê li morga nexweşxaneyê ye

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ku di demên cihê de şehîd bûne li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ye. Ligel ku nimûneya DNA hatiye dayîn jî, cenaze teslîmî malbatan nayê kirin.

Cenazeyê 8 gerîlayên HPG’ê yên ku li çiyayên Cûdî, Gebar û Bestayê di demên cihê de şehîd bûne, 33 roj in li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ye. Malbat ji bo wergirtina cenazeyan serlêdan kirine lê bi hinceta ku ‘Testa DNA bi dawî nebûye’ cenaze teslîmî malbatan nehatiye kirin.

Necat Polat ê ku parêzerê malbata gerîlaya bi navê Şîlan Polat e ya ku cenazeyê wê jî di morgê de ye, diyar kir ku nûçe hatibû dayin ku cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ye. Polat got ku, “Di 5’ê Cotmehê de malbatê ji bo nimûneya DNA xwîn da. Ji wê rojê şûnde tu agahî nedane malbatê. Herî dawîn roja Duşemê me li dozgeriyê lê pirsî lê ji me re hate gotin encamên DNA’yê hê eşkere nebûye. Li gorî me ev cenazeyê malbatê ye, em li bendê ne ku were teyîtkirin.”