Cenazeyê du gerîlayan li goristana bêkesan hatin veşartin

Di meha Tebaxê de li bejahiya Mêrdînê şerek çêbûbû. Cenazeyê du gerîlayên di vî şerî de şehîd bûbûn li goristana bêkesan hate veşartin.

Li herêma Eyndilbê ya di navbera Şêba Jêr a Dêrika Çiyayê Mazî, Şêbêya Şemrexê û gundikê Kaniya Elî de di 8’ê Tebaxê de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di deman rojê de şerek çêbûbû, di vî şerî de du gerîla şehîd bûbûn.

Bi hinceta ku nimûneya xwînê hevdu negirtiye, cenazeyê her du gerîlayan, ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate wergirtin û li Goristana Kamor a li Artûklûya Mêrdînê hate veşartin.