Bîranîna gerîlayekê: Şehîdê ‘agirbest’ê Berxwedan…

Ji çar perçeyên Kurdistanê heval hebûn. Gerîla, qadeke ku tu dikarî tevahiya Kurdistanê bibînî. Her roj bi bîraniyan re derbas dibe…

Sala 2003’an pêvajoya agirbestê bû. Li hemberî dijmin ti plan û çalakiyek tine bû, encex li dijî her cûre şer û operasyonan mafê me yê parastina rewa hebû. Di navbera Erzirom û Dersimê de qadekî bi navê Palos heye. Wê rojê ji bo ku biçim vê derê bi hevrê Seyîtxan re axivîm. Ew li eyaleta Dersimê dima. Şev ketin tevgerê û bi rê ketin. Hê çend saet mabûn. Me ji bo bêhnvedanê cihek peyda kir û li vê derê xwe bicih kir. Cihekî stratejîk û tije ji dar û wevalan bû. Şev em li vê derê man û ber destê sibehê ji bo ku bikevin tevgerê, em ê biketina ser rê. Hevrêyek bi bez hat û got: “Hevrê di cîhazan de tevger heye”. Wexta ku me got em dûrbînê bigirin û li bejahiyê temaşe bikin, me dît ku dijmin hewl dide bi weşartî têkeve herêmê. Derdiketin serê giran.

NÎYETÊN ME YÊ BAŞ BİKAR ANÎN Û ÊRÎŞ KİRİN

Li aliyê Nazmiyê û Yayladereyê liv û tevger hebû. Konvoy derbas dibûn. Yan wê bi ser de girtiba yan jî derketibûn operasyonê. Lê diviya bû derneketibana; ji ber ku em di pêvajoya agirbestê de bûn. Encax ewan vê rewşê wekî firsendekî dîtin û derketibûn operasyonê. Dixawestin me bê amadekarî bigirin. Em di nava dudiliyê de man. Em pir li ser hizirîn ka gelo em lê bidin yan jî bê ku xwe nîşanî wan bidin derkevin biçin… wê rêxistin çawa têbigihîje, wê çi bêje, hesasiyeta pêvajoyê li holê ye, lê ger ku em lê nexin wê heta nuqteyê biçin û hevrêyên me şehîd bikin, ji ber ku niyeta pak a rêxistinê sûîstîmal kiribûn. Me biryar da ku “lêbidîn”. Ber bi êvarê bû. Dijmin dest bi paşvekêşînê kiribû lê her alî dabûn ber bombeyan. Konvoy jî çûbû milê Yayladereyê û ji bo ku hêza piştevaniyê bibe hatibû. Di navbera me û qereqolê de dihat û diçû. Em 6 hevrê bûn û her tişt dabû berçavên xwe û bi awayê 2 kesî ji hev cuda bûn. Me dest bi lêdanê kir. Leşker ji hev belavbûn. Şoq bûbûn û hemî ber li herêmê belav û reviyan. Ji ber ku qet li bendê nebûn. Wexta di şer de gule ji milê qereqolê jî çûn, wana wer fêhm kir ku me êrîşî wan kiriye, lewre li ser cîhazê hêzê piştevaniyê dixwastin.

HEVAL BERXWEDAN…

Di vê navberê de hevrêyek bi rêya cîhazê têkilî danî û got: “hevrêyeke birîndar bûye heye.” Anîne gel min. Hevrêyekexort yê ji Silêmaniyê bû. Gule li lingê hevrê Berxwedan ketibû. Tenê digot; “Hevrê Orhan, hevrê Orhan.” Pir xwîn wenda kiribû. Min destê wî girt û got: “Ez li gel te me hevrê Berxwedan.” Birîndar bû û berdewam gazî min dikir. Di van kêliyan de atmosferekî hestiyar çêdibe û tu tê rewşekî ku nizanî ka çawa tevger bikî. Mirov nikare zêde behsa van kêliyan bike. Liv û tevgera dijmin jî heye û hêza piştevaniyê jî ji wan re hatiye. Me got: “Em hevrê Berxwedan li cihekî saxlem deynin. Li hemberî rewşekî muhtemel em ê bikevin parastinê, bila tenê hevrêyê me yê birîndar nekeve dest.” Me wî ji qada şer dûr xist û li cihekî nêzî qada me bicih kir. Me baranî, kefiye û gelek tiştên ku li gel me hebû avête ser û em çûn. Diviya bû em biçin cihekî wisa ku hem bikarin hevrê Berxwedan bibînin û hem jî dijmin. Heta şevê me dijmin şopand û li bendê man. Wexta liv û tevger sekinî em ji bo ku biçin gel hevrêyê xwe, ketin tevgerê. Qet ji hişê min derneketibû. Birîndar bû. Eger em hevêryê ku ji tendrustiyê fêhm dike li gel xwe bibin me dikaribû derman bikira. Dema em nêzî cihê wî bûn min dest bi gazîkirina wî kir. Min gazî dikir “hevrê Berxwedan, hevrê Berxwedan”, lê bersiv nedida. Dema min kefiye li ser rakir, min dît ku şehîd bûye.

DEREWA ROJA PAŞTIRÊ

Sibehê me di nûçeyên Tirkan de nûçeya şer dît. Digotin; “Dema hêzên me diçûn Qereqoçanê derb xwarin.” Nûçeya derew çêkiribûn. Nûçeyan, polîtîkaya şerê taybet pêkdianîn. Piştre me daxuyaniya hevrêyan bihîst ku gotibû: “Heta leşkerên Tirk dernekevin operasyonê, hêzên me li wan naxin” û rast bû. Wana ji bo pêvajoyê têkbidin derketibûn operasyonê. Piştre êdî derneketin operasyonê. Ji ber ku gerîla her kêliyê amadeye, wana ev yek ferq kirin.

Min ti wextî ev roj ji bîr nekir. Wê rojê ez kêmekî ji hevrêyan dûr ketim û ji çavên min rondik hatin xwar. Min ev roj qet ji bîr nekir. Carna li wêneyên heval Berxwedan temaşe dikim. Kêliya ku gazî min kirî tê bîra min.