Bila dilê te rehet be Têkoşer

Bil dilê te niha rehet be gerîla Têkoşer. Warê me jî dilê me jî bi te re ye.

Gerîla Têkoşer Kahraman 27'ê Tîrmehê li bedewiya Avaşînê şehîd bû. Gerîlayek bû ku mîna ava Avaşînê aram, di kûrahiyê de jî dilê wî mîna bahozekê bû.

Roja ku min ew dît hîn jî tê bîra min. Mîna ku min doh ew wêneyên wî di dil û mejiyê xwe de kişandiye. Welê kûr, berxwedêr û zindî. Digot, "Çima tu dixwaze bikişîne? Ez wêne naxwazim, gelo tu dixwaze min li binê darekê deyne û di dema şehadeta min de vî wêneyî biweşîne? Rewşa wan lehengan wê çi be, ku qet wêneyên wan nîne?" Tişta ku wî digot qet nedihat bîra min. Min jê re got, "Ez ji bo wê nakişînim. Ji bo ku rûyê te bê bîra min, ji bo ku timî bi min re be dikişînim. Ji ber ku gerîla şerê rizgariya gelekî dimeşîn, ji ber ku hêvî ye dikişîinm." Weke ku qanih bû, pişta xwe da darê û got, "Wê demê bikişîne". Min jî makîneya xwe girt û du deqeyan tenê li rûyê wî nihêrî û jê re got, "min wêne kişand". Fêhm nekiribû ku min çi kiriye. Min got, "Ya ku te got, min bi dilê xwe kişand". Piştre min makîneya xwe vekir û bi dehan wêne kişand, lê belê ti ji wan mîna wî wêneyê ku min bi dilê xwe kişand ne bedew bû, ne mayinde bû di mejiyê min de.

Belê îsal, beriya çend mehan min li Zagrosan gerîla Têkoşer Kahraman nas kir. Li Avaşînê di nava yekîneya bi tevger de bû. Welê têgihiştî û çalak bû, welê aram û dilê wî mîna bahozekê bû. Dema yek dixebitî lê temaşe dikir, lê îdare nedikir û yekser diçû alî wê/î dikir. Bi gavên aram,  hêdî, biçûk û giran dimeşiya, lê belê dema ku diviyabû em bibezin hingî mîna bahozekê her kes li pey xwe dihişt.

Wê îsal biçûya Çarçellayê. Timî digot, "Beriya ku biçim Çarçellayê ez deverên herî bedew ên Avaşînê nîşanî te bidim ku bi têra xwe wêneyê wan bikişîne, lê eger tu wêneyê min bikişîne ez ê aciz bibim." Tevî ku timî welê digot, her ku em dimeşiyan bi dizî min wêneyê wî dikişand. Zanim eger min wêneyê wî nekişandibûya û îro bigota, "Xwazî we ew nas bikira, lê mixabin wêneyekî wî jî nîne" hingî ez ê li binê erdê ketibûma.

Daxwaza kişandina wêneyên gerîla deynekî wan lehengan li min e ku wêneyekî wan jî nîne. Di dilê Têkoşer Kahraman de birînek bû ku wêneyê bi hezaran, bi deh hezaran lehengan jî nîne.

Bila niha dilê te rehet be gerîla Têkoşer! Warê me û dilê me bi te re ye.