Bihuşta li ser rûyê erdê: Dersim

Dersim ku bi cografyaya xwe mirovan dike heyranê xwe û her demsalê bedew e, mîna bihuşta li ser rûyê erdê ye.

Dersim ku bi floraya xwe ya nebatî tê naskirin, bi xwezaya xwe mirov heyr û hijmetkar dihêle. Xwezaya wê ku di her demsalê de xwedî bedewiyeke cuda ye, di bihar û havînan de bi benat, gul û kulîlkên cuda dixemile. Çavkaniyên avê yên Mûnzûrê bi ava ji çiyayan diherikê û curbicurbûna floraya li derdora wê re ahengeke dîtbarî pêk tîne.

Dersim a weke welatê çiyayên bilind jî tê binavkirin di dîroka qewm û neteweyan û bi taybet jî ya Kurdan de xwedî cihekî girîng û pîroz e. Bi sedê salan ev erdnîgariya giranbiha ji bo kesên li wir dijîn bû hêlîn û stargeha herî bi ewle. Li vê xakê ne êrîşên serweran ne jî berxwedana xelkên li vir qediya. 

Ev der welatê çiyayan e yê warê Seyîd Rizayan, Elî Şêran, Zerîfeyan e. Ew war cih û xaka bi hezaran şehîdên Kurdistanê ye. Warê Sarayan, Bêrîtanan, Polatan, Mûnzûran û bi sedan şoreşger û milîtanên Tevgera Azadiyê ne. Li vê axa pîroz fermandara efsanewî Zîlan a ku di sala 1996'an li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiya fedaî pêk anî. Ev çalakî weke mîrkûtekê li dilê dewleta dagirker ket. 

Çiyayên Mûnzûr û Mercan ên bi xwezayî bergiriya Dersimê dikin, bi bilindahiyên xwe yên 3 hezar 600 metreyî ji bakurê welatê çiyayan (Dersimê) ji rojhilat ber bi rojava ve ji bihuşta cîhanê Çewlikê ber bi Kemaliye ya Erzinganê ve dirêj dibe. Ava ji kaniyên qûntarên van çiyayan diherikin li bakur diherikin Firatê, li başûr jî diherikin Çemê Mûrat û Avareş. 

Kaniyên Mûnzûrê bi ava Mercan tên naskirin. Ev kanî li bakurê gundê Zeranîg û li qûntarên gundê Ziyaretê ne. Yek ji wan ji kaniyên zinarekî granît diherike ku di rengê şîr de ye û demeke dirêj bi vî awayî dimîne. Avên ji zinaran diherikin digihîjin hev û ber bi rojava ve diherikin. Digihîjin çemê  Aradzanî. Kaniyên li Geliyê Erzinganê jî diherikin çemê Firatê. 

Nûrî Dersimî di berhema xwe ya bi navê  ‘Dîroka Kurdistanê’ de têkildarî Dersimê wiha nivîsandiye: 

“Li gor baweriyên bûne efsane yên pêşiyên me, kaniyên Mûnzûrê ji singên Xwedawendaya me ya Dayika Mezin Anahît diherikin. Avên kaniya şîr ên ji pêsîra Anahît tên, ji ber şîrê Dayika me ya Mezin e jî wer tê yeqînkirin ku dema eşîrên di navbera wan de pevçûn û nîqaş hene diçin vê kaniya şîr ziyaret dikin ji şîr (ava) Anahît vedixwin li hev dikin, di navbera wan de aştî pêk tê.”

Di nava salê de çiqas ku firsendê bibînim ez berê xwe didim vê axa pîroz û welatê çiyayan e yê warê berxwedêran. Li Amedê havîn gelek germ û dijwar derbas dibe, berî ku ez berê xwe bidim Dersimê li pileya germahiyê dinêrim û dibînim pileya germahiyê 43 ye. Li Amedê di betlaneya salê de bi dost û hevalan re em dikevin li ser rêya Dersimê. Gav bi gav ji Amedê em dur dikevin û berê xwe didin Xarpetê. Xarpet jî ne kêmî Amedê ye û pileya germahiyê pir zêde ye. Bê ku em li Xarpetê rawestin dikevin li ser rêya Pêrtak a Dersimê. Ji bo ku em derbasî aliyê Pêrtek (Pertek) bibin bi rêya Ferîbûtê em bendavê derbas dikin. Di kêliya ku em li ser avê diçin de bi dengê qaqlîbazan şad dibin û li firîna wan ya azadiyê dinêrin. Divê kêliyê de tenê gotina, ‘Divê mirov li cihê ku derya tinebe ji bo hêviyê bibe qaqlîbaz’ tê bîra mirovan.  

Piştî ku em bendavê derbas dikin çiya û zinarên binav û deng me pêşwazî dike. Li gel germahiya Amed û Xerpetê hewayek hînik û xweza bedew di giyanên xwe de hîs dikin. Bê ku em rawestin dikevin li ser rêya navenda Dersimê û ji wir jî berê xwe didin Pilûrê. Ji bo kesên ku rêya wan dikeve Dersimê ne gengaze ku rastî Çemê Mûnzûr û Çemê Pilûrê ango Perî neyên. Li ser rêya Pilûrê em radiwestin û berê xwe didin Çemê Pilûrê. Çavkaniyên avê yên Pilûrê bi ava ji çiyayan diherikê û curbicurbûna floraya li derdora wê re ahengeke dîtbarî pêk tîne. Dema ku mirov li vê dîmenê dînêre dilê mirovan şad û bextewar dibe. Bê guman xweza û avên ji zinaran diherike bi bedewî û xweşikbûna xwe ya rengê biharê dilê hemû Dersimiyan dagir dike. Piştî navberek û nêrîna li xwezaya bedew em dikevin li ser rê û ji wir jî berê xwe didin çiyayê Mûnzûrê û zozanên herêmê. 

Li vê herêmê pêşî çiyayê Mûnzûrê yên bi nav û deng em pêşwazî kirin. Li herêmê zozan û çiyayên Buyur Anne, Meydan Daglari, herêma Kiz Meryem û Mezraya Çiya, li van herêman jî keviyên berfê li ber çavên me dikeve. Li gorî agahiyên zozaniyan bi me re parvekirin, keviyên berfê yên li ser çiyaya hema bibêje zivistan bi zivistanê nahele. Guldexwînên ango şilêrên ku li quntarên çiyayê Dersimê şîn tên, bi bedewiya xwe rengekî cuda li xwezaya bajêr bar dikin. Şilêr  ku di meha Adar û Nîsanê de şîn tên, di dawiya meha Hezîranê de jî diçilmisin. 

Hêjayî gotinê ye ku li vê herêmê li her cihî jî keda jinê xwe dide der û hema bibêje esnafê vir hemû jinin. Piştî ger û geşta Pilûrê em berê xwe didin navenda Dersimê û ji wir jî dikevin li ser rêya Pulur (Ovacık) ê. Dema em dikevin navenda Dersimê pêşî peykerê aştiyê mirovan pêşwazî dikin. Ev peykerê aştiyê di rastiya xwe peykerê fermandara efsanewî Zîlan a ku di sala 1996'an li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiya fedaî pêk anî ye. 

Dersim ku warê berxwedan û bi floraya xwe ya nebatî tê naskirin, bi xwezaya xwe mirov heyr û hijmetkar dihêle. Xwezaya wê ku di her demsalê de xwedî bedewiyeke cuda ye, di bihar û havînan de bi benat, gul û kulîlkên cuda dixemile. Li gorî lêkolînên zanyariyî, li Tirkiyeyê zêdetirî 13 hezar nebat hene û ji evana zêdetirî 3 hezar jê nebatên endemîk in. Li floraya Dersimê jî hezar û 600 nebat hene û ji evana 293 jê nebatên endemîk in. 

Ji navenda Dersimê em berê xwe didin Pulurê (Ovacık), ji her derê Kurdistanê welatî berê xwe didin vê herêmê û ji bo betlaneya hevînê demê xwe li vir derbas dikin. Her metreyek komek welatî li vir wargeh avakirine û ji hêngahiya Çemê Mûnzûrê sûd digrin. Ji vê herêmê re mirov dikare bibêje yek ji bihuşta ser rûyê erde ye. Bi xweza, ava çiyayan diherike, nebat û zindiyên xwe dilê mirovan şad dike û dîmenek bedewam ya dîtbariyê difirîne. 

Li Kurdistan û Tirkiyeyê yek ji deverên ku mêş lê zêde ne û hunguvê herî baş lê çêdibe jî Dersim e. Ev yek jî ji ber xwezaya Dersimê ye ku lê ciha, gul û kulîlkên cur bi cur şîn tên. Lê îsal ji ber ku li bajêr baran pir nebariyeye mêşvan diqilqilin ku hunguvê wan kêm be. 

Dema em li Pulurê derdikevin nava zozanan li her deverê rastî keriyên pez lê diçêrin tên. Li van zozanan ne tenê xelkê Dersimê koçeriyê dike, ji her devera Kurdistanê xelk berê xwe didin vê herêmê. Li gorî agahiyên koçeran û gundiyan rewşa siyasî û qedexeya derketina zozanan jî bandoreke neyînî li koçeran dike. 

Dewleta dagirker ya Tirkiyeyê her demê Dersim ji bo xwe kiriye hedef û bi hemû şeklê êrîşî xweza û baweriya herêmê dike. Li Dersimê li dijî projeyên ku Çavkaniyên Mûnzûrê kiriye hedefa xwe helwest zêde ya xelkê herêmê jî heye. Çavikên Mûnzûrê weke mekaneke pîroz a Elewiyan tê dîtin. Ji ber sedema projeyên rantê yên ketin û derketina ziyaretgehê biqest têne sînordarkirin. Li qadê dorpêça zêde ya polîs û leşkeran heye.

Li gel hemû dorpêç û êrîşên li ser xwezaya Dersimê, ev bihuşt bedewiya xwe diparêze.