Bi hezaran kes li dijî nîjadperestiyê daketin qadan

5 jê Kurd 8 kesên li bajarê Hanaû yê Elmanyayê ji ber êrişeke nîjadperestiyê jiyana xwe ji dest dan li gelek bajaran hatin bîranîn. Êrişa nîjadperestî hate şermezarkirin.

Êrişa nîjadperestî êvara 19'ê Sibatê li bajarê Hanaûyê pêk hat. Li herêmekê ku şêniyên koçber lê gelek in, êriş li du bar ên nargîleyê hate kirin. Ji ber êrişê 9 kesî jiyana xwe ji dest dan, 5 jî birîndar bûn. Li gorî KCDK-E'yê, 5 ji kesên jiyana xwe ji dest dan Kurd in.

Qurbaniyên êrişa nîjadperestiyê êvara Pêncşemê li gelek bajarên Elmanyayê hatin bîranîn.

HANAÛ

Hêrsa li dijî neteweperestî û nîjadperestiyê destpêkê li Hanaû, li devera ku êriş lê hate kirin hate nîşandan. Serokkomarê Elmanyayê Frank Walter-Steînmeîer destpêkê çelengeke reş danî cihê ku komkujî lê hate kirin. Piştre jî tevî Serokwezîrê Eyaleta Hessenê Volker Boûffîer, Şaredarê Hanaû Claûs Kamînsky û gelek siyasetmedar çûn qada mîtîngê. Tevî Kurdistaniyan bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Li gorî polîsên Elman 5 hezar kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyan hatin hildan. Serokkomar Steînmeîer li qada mîtîngê axivî û banga yekîtî û hevgirtinê li civakê kir.

Steînmeîer got, "Eger li welatê me rûmeta mirovan û hindikahiyan tê binpêkirin, hingî em neçar in ku li ber vê yekê rabin" û ji siyasetmedaran, medya û her kesî xwest ku hay ji gotin û zimanê xwe hebin.  Piştî merasîma li navenda bajêr, komeke qelebalxi ber bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve meşiyan. Li navendê sersaxî ji malbatên qurbaniyan hate xwestin.

FREÎBÛRG: Li bajarê Freîbûrgê bi sedan kes li hev kom bûn. Endamên rêxistinên çep ên Elman, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û mirovên ji gelek neteweyan ji bo bîranîna qurbaniyan li pêşiya Johanneskîrscheyê li hev kom bûn. Di çalakiyê de find hatin vêxistin û belavok hatin xwendin.

GÎESSEN: Bîranîna li Gîessenê li Kîrchenplatzê pêk hat û nûnerên sendîka, partiyên siyasî yên Elman, saziyên antî faşîst, nûnerên dêrê, endamên NCDK'ê Şaredarê Gîessenê tevlî bûn. Çalakgeran komkujî şermezar kirin û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê. Li gel Orkestra Şano ya Bajêr a Gîessenê du caran rêzgirtin ji bo qurbaniyan hate kirin.

MUNCHEN: Bi sedan kesên li bajarê Munchenê li hev kom bûn komkujî şermezar kirin. Girseya gel li dora xelekeke ku ji findan Hanaû hatibû nivîsandin civiya. Nûnerên komên Kurd û Elman tevlî çalakiyê bûn û êrişa nîjadperestiyê şermezar kirin.

STÛTTGART: Çalakiyeke din a bîranînê li bajarê Stûttgartê pêk hat. Kurd, nûnerên komên çep, antî faşîst û penaberên ji gelên cuda tevlî bûn. Derdora 500 kes meşiyan. Polîsan dor li meşvanan girtin û gaza îsotê li dijî wan bi kar anîn. Di çalakiyê de dirûşma "Li dijî faşîzmê bibin yek" hate qîrîn.

DÛÎSBÛRG: Meşeke din a bîranînê li bajarê Dûîsbûrgê pêk hat. Bi banga AGÎF û Freîesforûm a Dûîsbûrgê, bi sedan kes êvarê li hev kom bûn. Beriya meşê mîtîngek pêk hat û komkujî hate şermezarkirin. Girseya gel piştre xwest bimeşe, lê belê polîsên Elman bûn asteng. Tevî vê astengiyê jî meş pêk hat.

KÎEL: Li bajarê Kîelê jî bi heman armancê bi sedan kes li pêşiya stasyona trenê li hev kom bûn û nîjadperestî û faşîzm şermezar kirin. Kurd, nûnerên partiyên çep ên Elman, antî faşîst û gelek rêxistin tevlî bûn. Beşdaran diyar kirin, hikumeta Elman ji ber ku bi têrkerî tedbîran wernagire êrişên nîjadperestiyê zêde bûne.

BREMEN: Li bajarê Bremenê komên çep bi meş û mîtîngekê êrişa nîjadperestî şermezar kirin û qurbanî bi bîr anîn. Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî beşdarî meşê bû. Qisekeran sersaxî ji Kurdan re xwestin. Her wiha polîtîkayên dewleta Elman ên ku pêşî li faşîzmê vedikin hatin şermezarkirin.

HAMBÛRG: Li Hambûrgê bi hezaran kes li dijî nîjadperestî û faşîzmê meşiyan. Mîtîng li pêşiya avahiya AfD'ê ya Hambûrgê pêk hat û nûnerên gelek partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, komele, rêxistinên Tirkiyeyî û Kurd tevlî bûn. Nûnerê KON-MED'ê Yavûz Fersoglû li qada çalakiyê axivî û şermezar kir ku ciwanên Kurd ên ji nîjadperestiya li Tirkiyeyê reviyan li welatekî din bi êrişeke nîjadperestiyê hatin qetilkirin.

HÎLDESHEÎM: Çalakiya bîranînê ya li Hîldesheîmê jî li pêşiya gar a trenê pêk hat. Bi sedan Kurd û dostên wan ên Elman tevlî bûn û pankarta bi nivîsa "Em di şînê de ne" hate vekirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku partiya AfD'ê bê girtin.

HANNOVER: Li Hannoverê jî Kurdan tevî dostên xwe êrişa nîjadperestî ya li Hanaûyê şermezar kirin. Di çalakiyê de ku komên çep ên Elman jî amade bûn, polîtîkayên dewleta Elman jî hatin şermezarkirin.