Bi dehan parlamenterên Fransiz ji bo Rojava û tecrîdê bang kirin

Bi dehan parlamenter û senatorên ji partiyên cihê yên Fransayê xwestin ku Fransaz bi lezgînî bi asta Konseya Ewlehiyê ya NY'yê têkilî deyne, xwedî li  Rojava ya di hedefa Tirkiyê de û li berxwedana jinên Kurd ên di grevê birçîbûnê de ne, derkeve.

Di nameya vekirî de ku ji partiyên rastgir, çepgir, ekolojîst hilbijartî yên Fransayê nivîsîne, şerê jinên Kurd ên li Rojava û berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destnîşankirin.

'LI GEL TÊKOŞÎNA BIRYARDAR JÎ ROJAVA DESTÛRA DAGIRKERIYÊ DA'

Di nameyê de hate gotin, ''Nayê qebûlkirin ku welatên Rojavayî rûyê xwe ji rewşa Kurdên Sûriyê badin'' û rexne li wê hate kirin, li gel têkoşîna biryardar a jinên Kurd ên li dijî DAÎŞ'ê jî civaka navnetewî destûr daye ku Erdogan Efrînê dagir bke.

Di nameyê de hate gotin li Rojava li gel şertên giran ên şer jî, jinên Kurd, Ereb û ji gelên din bi hev re dijîn, pergaleke demokratîk û ekolojîk a li ser mafê jinê ava kirine û hate domandin, ''Jin ji bo aştiya li ser diyaloga domdar a gelan ava bikin têdikoşin''. Di nameyê de hate bibîrxistin Reqa ya ku ji DAÎŞ'ê hatî rizgarkirin, ji hêla şaredareke jin ve tê rêvebirin û hate gotin, ''Têkoşîna wan ku ji azadiya jinê re dibe mînak, hişmendiya dewletî ku xizmetê ji milliyetgirî û dîngiriya radîkal re dike, dihejijîne.''

'ÊRÎŞA TIRKIYÊ  ŞOREŞA JINAN DIKE HEDEF'

Di nameyê de hate gotin êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdên Rojava û Bakurê Sûriyê şoreşa jinan dike hedef, ku naxwaze serê xwe ji pergala zilam serwer re bitewîne û hate diyarkirin ji ber ku jin li dijî tundiya dewletê radiwestin û ji bo ku wêrek in ji bo her kesî wekheviyê dixwazin, Tirkiye vê jî dike sedema êrîşa li ser wan.

Bi berdewamî hate gotin, ''Serokkomarê Tirk çavnebariyê li azadiyeke wiha dike; (ditirse ku ev fikir) di Rojhilata Navîn 'bigerin''.

Parlamenterên Fransiz gotin dewleta Tirk ji bo ku li girtîgehan bi hezaran girtiyên jin û mêr tine bibin hemû derfetan bi kar tîne, li girtîgehan her cure tehde, kêmkirin û tacîz li girtiyan tê kirin.

'JI BO DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE'

Di nameyê de hate bibîrxistin li girtîgehan bi sedan girtî ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin ketine greva birçîbûnê û bi domdarî hate gotin, ''Leyla Guven a ku bi şert hatî berdan, ji bo demokrasî, mafê mirovan û dad wekhev dîwarê bêdengiyê hilweşîne greva birçîbûnê ya ku dabû destpêkirin didomîne. 259 girtiyên siyasî yên jin û mêr ji bo tecrîda kêfî ya li ser xwe û lîderên xwe Rêzdar Abdullah Ocalan bişkînin ketine greva birçîbûnê.''

ÊRÎŞA TIRKIYÊ Û DESTEKA LI JINÊN KURD YÊN KU LI DIJÎ DAÎŞ'Ê ŞER DIKIN

Di nameyê de parlamenterên bi nasnameya siyasî ya cihê bang kirin ku destekê bidin jinên Kurd û hate gotin, ''Divê jinên Kurd, têkoşîna projeya civaka azad  ya li dijî êrîşên Tirkiyê û DAÎŞ'ê were destekkirin''.

Di nameyê de hate xwestin ku Serokkomarê Tirk Erdogan hemû girtiyên siyasî yên jin û mêr berde û bang li Fransayê hate kirin ku ji bo Kurdan tevbigere.

Name bi vê bangê hate qedandin: ''Em bang li Fransayê dikin, ji bo ku sazkirina aştiyê ya li herêmê, bi mebesta çareseriyeke siyasî, ji bo Kurdên li Sûriyê bikeve ber parastina navnetewî û ji mafê çarenûsê kelk werbigirin, bi lezgînî, bi asta Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kêferatê bike.''

Senator û parlamenterên ku nameya vekirî îmze kirine û partî û bajarên ku jê hatine hilbijartin wiha ne:

SENATOR: 
Laurence Cohen, Partiya Komunîst a Fransiz (PCF)- Val-de-Marne
Cathy Apourceau-Poly, PCF-Pas-de-Calaîs
Elîane Assassî, PCF- Seîne-Saînt-Denîs
Esther Benbassa, Avrupa Ekolojî Yeşîller Partîsî (EELV)-Parîs
Annîck Bîllon, Yekîtiya Navendî, lîberaller (UC)-Vendée
Maryvonne Blondîn, Partiya Sosyalîst (PS)-Fînîstère
Célîne Boulay-Espéronnîer, Komarparêz(LR)-Parîs
Marîe-Thérèse Bruguîère, LR-Hérault
Célîne Brulîn, PCF-Seîne-Marîtîme
Cécîle Cukîerman, PCF-Loîre
Laure Darcos, LR-Essonne
Nathalîe Delattre, Çepgirên Radîkal û Sosyalîst (RDSE)-Gîronde
Sonîa De la Provôté, UC Grubu-Calvados
Catherîne Deroche, LR -Maîne et Loîre
Elîsabeth Doîneau, UC-Mayenne
Nîcole Duranton, LR-Eure
Frédérîque Espagnac, PS-Pyrénées-Atlantîques
Corînne Féret, PS-Calvados
Martîne Fîlleul, PS-Nord
Mîchelle Gréaume, PCF-Nord
Jocelyne Guîdez, UC-Essonne
Corînne îmbert, LR-Seîne-Marîtîme
Vîctoîre Jasmîn, PS-Guadeloupe
Mîreîlle Jouve, RDSE-Bouches-du-Rhône
Françoîse Laborde, RDSE-Haute-Garonne
Marîe-Noelle Lîenemann, Çepgirên Komarparêz û Grûba Sosyalîst -Parîs

Monîque Lubîn, PS-Landes
Mîchelle Meunîer, PS-Loîre-Atlantîque
Marîe-Pîerre Monîer, PS-Drôme
Chrîstîne Prunaud, PCF-Côtes d’Armor
Sylvîe Robert, PS-îlle-et-Vîlaîne
Laurence Rossîgnol, PS-Oîse
Sophîe Taîllé Polîan, PS-Val-de-Marne
Sabîne Van Heghe, PS-Pas-de-Calaîs
Mîchèle Vullîen, UC- Rhône

PARLAMENTERÊN MECLÎSA NETEWÎ:

Carolîne Fîat, Fransaya Sernetewîn (Fî)-Meurthe et Moselle

Clémentîne Autaîn, Fî-Seîne-Saînt-Denîs

Elsa Faucîllon, PCF-Hauts-de-Seîne

Marîe-George Buffet, PCF-Seîne-Saînt-Denîs

Mathîlde Panot, Fî-Val-de-Marne

Sabîne Rubîn, Fî-Seîne-Saînt-Denîs