Bi deh hezaran kes diçin Strasboûrgê: Tecrîd wê bişikê!

Ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê û silavkirina berxwedêrên greva birçîbûnê yên bi armanca şikandina tecrîdê bi deh hezaran kes ji gelek welatên Ewropa berê xwe didin Strasboûrgê.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê û piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, li bajarê Strasboûrgê ji bo meş û mîtîngê kom bûn.

LI BAJÊR DIRÛŞMEYA OCALAN DENG VEDIDE

Serê sibê Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya, Swîsre, Belçîka, Ewûstûrya û gelek welatên din ên Ewropa dijîn bi otobus û wesayîtên taybet hatin Strasboûrgê. Bi hezaran kes bi wêneyên Ocalan û alayên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê ber bi qada meş û mîtîngê ve dimeşin. Dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ olan dide.

TEDBIRÊN GIRAN ÊN EWLEHIYÊ

Polisên Fransayê li qada ku girse kom bibe tedbîrên giran ên ewlehiyê girtine û li rêya ku meş derbas dibe, rê bi wesayîtên leşkerî balê dikêşe.

Bi deh hezarên ku li qadê kom bûne wê saetên pêş de ber bi qada Reu des Venneaûx ve bimeşin a ku ew ê mîtîng lê were lidarxistin.