Berxwedêrên Strasboûrgê: Berdêl çi dibe bila bibe wê tecrîd bişkê

Berxwedêrên greva birçîbûnê yên ku ev 62 roj in di grevê de ne tevlî mîtîngê bûn, anîn ziman ku heta tecrîd neşikê wê siyaseta qirker jî bi dawî nebin, gotin: “Berdêl çi dibe bila bibe wê tecrîd, faşîzim têk biçin.”

Di mîtînga protestoyê ya li bajarê Strasboûrgê hate kirin de 14 berxwedêrên greva birçîbûnê yên ku ev 62 roj in di grevê de ne jî tevlî mîtîngê bûn û peyam dan.

Dema berxwedêr derketin ser dikê bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Berxwedana azadiyê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.

 ‘HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE, BERXWEDAN WÊ BIDOME’

Li ser navê berxwedêrên greva Strasboûrgê Gulistan Îke axivî û diyar kir ku komplo negihiştiye armancên xwe û di serî de Leyla Guven û hemû berxwedêrên ji bo şikandina tecrîda li ser Oclana ketine grevê silav kir û ev tişt got: “Em bi hêvîne ku wê tecrîd bişkê û bi vê hêviyê li ber xwe didin. Her çendî bedenên me bi hele jî, heta tecrîd bi dawî nebe, wê berxwedan bidome. Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li rûmera mirovahiyê ye. Berxwedana bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkiriye wê bi teqez bigihêje serketin.”

KOÇ: BERDÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN

Piştî Îke Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî mafê axaftinê girt û silav ji Îmraliyê re şand û bi domdarî got:

“Ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye, li er hemû Kurdistanê ye. Li pêşiya me du rê hene, an teslîmbûn û serî tewandin, yan jî jiyana azad. Rêber Apo azadiya gelê Kurd û azadiya jinê temsîl dike. Berdêl çi dibe bila bibe, em ê vê tecrîdê bişkînin. Em tecrîdê neşikênin, em ê nikaribin pêşiya qetlîam û qirkirinên li Kurdistan û gelê herêmê bigirin. Ev tenê bi şikandina tecrîdê dikare bê sekinandin.”